Rûniştiyên Zagrosê di kûpika rojreşiyê de ne

Kanî Merîwan

 

Pîverên rojreşî ji gelempera enflasyona salane ya her navçeyek û rêjeya betaliya wê di demeke diyarîkirî de bi dest tîne. Pîvera rojreşî pîverek e bo têgihîştin ji wan nîgeraniyên aborî ku ji ber metirsiya betalî û bilindbûna xerca jiyanê, mirov rojane hest pê dike. Bi wateyeke din, pîvera rojreşî bi zêdebûna rêjeya betalî ya demsalî bo ser rêjeya enflasyona salane tê hesibandin. Ji ber ku bêkarî û enflasyon her du jî zirarê didine xweşderbasiya aborî û yekgirtina van her duyan nîşanderê tendirustiya aboriya giştî ya welatan tê hesibandin.

Rojreşî, sedema encamdana tawanan

Bi bilindbûna nirxê enflasyonê û bilindbûna hêla hejariyê li Îranê, siya pîverên rojreşiyê bi ser gelek parêzgehên Îranê de serdest bûye. Di nav parêzgehên ku herî zêde rojreşî hebûne, parêzgehên sînorî ne ku di lûtkeyê de ne. Parêzgehên ku piştî bilindbûna buhayê benzînê ya sala 2018an û xwenîşandanên sala borî ji aliyê hikûmetê ve herî zêde hatine serkutkirin, rastî rojreşiya herî zêde hatine. Bilindbûna bêkariyê bûye sedem ku xelkê parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ku hevsînorê Iraq û Başûrê Kurdistanê ne, berê xwe bidine kolberî û qaçaxçiya kelûpelan ku kareke metirsîdar e û her sal hejmareke zêde ji welatiyan ji ber vê karê jiyana xwe ji dest didin.

Hevdem bi bilindbûna nirxê enflasyonê, rewşa çavdêriya civakî ya li Îranê di 5 salên borî de xirabtir bûye. Amarên fermî yên hikûmetê wê yekê der dixin ku pîverên rojreşî %19.3 di sala 2015an de bo %57.7 bilind bûye. Li gorî aborînasan jî, zêdebûna pîverên rojreşî dikare metirsiyên zirarbar ên civakî wekî tawan, hejarî, xwekujî, kêmbûna rêjeyê ya geşbûna rûniştiyan û telaqê zêde bike; Metirsiyek ku di dehikek borî de siya xwe bi ser civaka Îranê de berfirehtir kiriye.

Pîverên rojreşiya Îranê li sala 2022an, %54.8 hatiye diyarîkirin. Bilindtirîn rêjeya vê pîverê li parêzgeha Loristan, Kirmaşan û Sinê bûye ku navçeyên Zagrosê li xwe digire. Amara parêzgehan der dixe ku zêdetirîn rêjeya rojreşî li parêzgeha Loristanê bi rêjeya (%67.2), Kirmaşan bi rêjeya (%64.4) û Sine bi rêjeya (%63.7) hatiye hesibandin. Rêjeya bêkariyê li van parêzgehan aliyê kêm di sed de 3 heta 4 xalan ji rêjeya giştî ya Îranê zêdetir bûye û enflasyon jî, ji serweyê %50 bûye.

Bi giştî li Îranê rêjeya rojreşî bi helsengandin digel sala borî nêzî %1.7 zêde kiriye ku eva jî derxerê rewşa xirab a aboriya xelkê ye. Loristan jî yekem qurbaniyên veguhastina ava bin erdî ye. Ji xeynî pirsa germbûna cîhanê, guherîna keş û hewa, hişkbûn û kêmbûna çavkaniyan, pirsa veguhastina ava ser erdê yek ji diyardeyên kavilker ên adetiyên vê navçaeyê ye.

Ji aliyek dinê ve, tevî sûdwergirtin ji çavkaniyên girîng ên Zagrosê, ji bo baştirkirina rewşa aborî ya Zagrosnişînan, ti siyaseteke rast nehatiye pejirandin. Niha Zagros ji ber siyasetên şaş û nebûna planên demdirêj ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî, xwediyê hejartirîn rûniştiyên Îranê ye. Ji sedî 48ê zeviyên çandiniyê yên Îranê li herêma Zagrosê ne. Lê di beşa pîşesaziyê de parêzgehên Zagrosê di rewşeke baş de nînin û tenê ji sedî 16.8 pîşesaziyên Îranê di wan parêzgehan de ye. Tevî vê ku ew çavkaniyên zêde ku di wan navçeyan de hene, encama wê enflasyonê, bilindbûna rêjeya betaliyê ye. Rûniştiyên Zagrosê dahateke baş nînin û tev ew yekane der dixin ku saman û dahat li Îranê bi awayekî nedadperwerane hatiye parvekirin.

Parêzgeha Loristanê di buhara îsal de zîdetirîn rêjeya rojreşî ya aboriyê hatiye tomarkirin û gihîştiye %70î. Amara sala borî nîşan dide ku di sala 2022an de, parêzgeha Loristanê ji serweyê pîverên rojreşiyê de bûye, eva jî di demekê de ye ku netenê ew pirsgirêke nehatiye çareserkirin, belkî di buhara îsal de, parêzgeha Loristanê di kûpika rojreşiya parêzgehên Îranê de bûye. Rêjeya enflasyon li parêzgeha Loristanê %57.1 û rêjeya betalî %12.8 ye ku bilindtirîn rêjeya betalî li Îranê ye.

Rêjeya rastîn a bêkriyê li Kirmaşanê %20 ye û 150 hezar kes di wê parêzgehê de li pey kar digerin. Di demekê de parêzgeha Kirmaşanê wek parêzgehên sînorî di aboriya Îranê de diviya pêgehek taybet hebûya, lê ribûrûyê çendîn pirs û pirsgirêk bûye, ji wan derketina sermaye, ku ev hatinaderê ya sermaye, hem di warê sermayeya dirafî de û hem di warê sermayeya civakî û takan de, bandora xirab li ser rewşa aborî ya parêzgehê heye.

Pêka amara meşa enflasyona li parêzgeha Sinê di heft salên borî de pîverên nirxê (bikarhêner) di payîza sala 2015an de 100.8 bûye, ev pîvere jî di payîza sala 2022an de gihîştibû bi 603.2. eva jî tê wê wateyê ku asta giştî ya nirxan di heyama heft salan de nêzî %500 bilind bûye. Herwisa pêka amarên enflasyonê, di demsala buharê de enflasyona xal bi xal %42.34 bûye û di havînê de gihîştiye %56.93, ku bilindtirîn asta enflasyonê ye ji sala 2016an vir ve.

Li gor amaran, rêjeya hejariyê li Kurdistanê carek din zêde kiriye û di payîza sala 2022an de gihiştiye %61î. Hevdem pîverên rojreşiyê ya parêzgehê di sala 2021an de ji sedî 57.8 bûye, ku eva jî di sala 2022an de ji sedî 5 geşe kiriye.

Herçiqas berpirsên bilind ên hikûmetê vê yekê red dikin yan xwe bi berpirsyar nizanin, lê pêka datayên Navenda Amarî ya Îranê, rêjeya enflasyon li Sinê di rêzbenda pênc ji girantirîn parêzgehên Îranê de ye. Ew amarane tenê hejmar nînin, belkî hemû îşare ne bo rewaş xirab û nakokiya aborî û nebûna xweşbijîviya welatiyan û giranbûna zêde ya nirxan ku wisa kiriye xelk nekarin kêmtirîn pêdiviyên xwe yên rojane dabîn bikin.

Hin gotar û teorî îşareyê bi wê yekê dikin ku hejarmana parêzgehên Kurdan cureyek ji sîyaseta hikûmet û plankirî ye. Ev têbîniye hewl dide wê yekê rohn bike ku enflasyona pêkhatî û dabeşkirina nedadperwerane ya dahat û derfetan, bûye sedema serhildana hejarî û berdewambûna wê li Rojhilatê Kurdistanê.

Hunermendê Polendî “Paul Kozinski” li ser wê bawerê ye ku: “Hejarî belaya hişmendiyê ye”. Mirovê birsî ji xeynî têrkirina zikê xwe armancek din nîne. Çimkî rojreşî rê nade bi mirov ku bi kûrahî mêzeyê dinyayê bike, pirtûkê bixwîne, hişyar be û bîr ji cîhana derdora xwe bike. Di encama jiyaneke hejarî de mirov ji nezaniyê wêdetir gav navêje, her ji ber wê yekê birsîkirina piraniya netewe garantiya manê ya qata desthilatdar dike. Ew tişta ku nikare bi hejariyê re tevlîhev bike, hişyarî ye. Rastî ev e ku digel berdewamiya zêdebûna enflasyon, bêkarî û zêdebûna pîverên rojreşiyê li Kurdistanê, gelek kes di bin metirsiya birçîbûnê de ne.

KURDŞOP
525 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!