Berhemanîna birinc li Başûrê Kurdistanê

Hanî Murteza

 

Berhema birinc yek ji wan dexilane ye ku xwastek zêde li ser e, ne tenê li Kurdistanê belkî di hemû welatên Asyayî de ku wek xwarinek bingehîn tê nasîn. Di Kurdistanê de jî xwarina birinc wek danê sereke û bi tam xwastek zêde li ser e, eva jî wisa kiriye ku heyamek e xwasta li ser birincê xwemalî bê zêdekirin, ji ber vê yekê jî çandinkaran bera xwe dane çandina birinc, heyama du salan e ku rûbereke berfireh ji zeviyên Herêma Kurdistanê û nemaze li Herîr, Duhok, Akirê, Baziyan û Raniye ji bo çandina birinc têne terxankirin.

1- Rûbereke fireh a gundê Hurmiziyanê li sînorê nahiyeya Baziyan ji bo çandina birinc tê terxankirin û armanca sereke ya çandiniya birincê li vê herêmê bidestxistina birincê bi kalîte ye.

2- Deşta Herîrê yek ji wan deştên Başûrê Kurdistanê ye ku hem di warê ax de û hem di warê avê de binavûbang e û salane birêncekî zêde tê de tê berhemanîn; Di deşta Herîr û Batasê de ku dikeve sînorê parêzgeha Hewlêrê, salane nêzî 450 donim ji axa navçeyê ji bo birincê xwemalî tê terxankirin û nêzî 600 ton birinc ku yek ji baştirîn cureyên birinc e tê berhemanîn.

Tê çavnihêrîkirin ku îsal li gorî salên berê rêjeyek zêde were çandin.

Berhema birinc li gorî dexlên dinê gelek zêdetir e, ji bo her tenîkeyeke tov ku tê çandin li ser xermanê 50 ton birinc ji cotkarên zeviyan re dimîne û her tenîkeyeke tovê birinc jî 50 heta 70 hezar Dînarî ye.

3- Li parêzgeha Duhokê bi taybetî li navçeyên Akrê, Berdereş, Şêxan û Amêdî rûbereke mezin ji birinc tê çandin. Navçeya Akrê di warê çandinî û qas û herwisa cur û qasa berhemê de, di rêza yekem de ye.

Birêveberayetiya Giştî ya Werzêriya Duhokê, bi data behsa zêdebûna rûbera çandinî û qasa berhema birinc li sînorê Duhokê dike û dibêje: Li sala 2017an cotyarên Duhokê bi rûbera 9,764 donim birinc çandine û 7,811 ton berhem hebûne. Sala 2018an bi rûbera 11,726 donim birinc çandine û 9,382 ton berhem hebûne. Ew di plan de ne ku ev rûbere zêdetir û zêdetir bikin, û birincê Akirê di vê sînorê de baştirîn cura birinc e ji ber guncawiya navçeyê û çavkaniyên avî û lêzanîna rûniştiyên navçeyê û heta di warê cura birinc de jî li navxwe xwasteke zêde li ser e.

4- Li sînorê Ranyaye jî, îsal cotkaran 50 donim erd kirine zeviyên çandiniyê, li bajarokê Raniye çend cure birinc têne berhemanîn, ji wan: Qûle Sor, Baziyan, Sedriye û Hembre.

Di warê kalîteya birinc de, birincê Qûle Sor û Sedriye di bazaran de xwasteke zêde heye.

Ji meha pênc ve piraniya gundên Dola Şawrê dest diavêjin bi çandina birinc û ev kare jî bi kom tê kirin heta naverasta meha deh, pêwîst e xizmetek baş ji bo bê kirin û nabe ti carî av li ser birinc bê qutkirin; Silêman Umer, cotyareke gundê Norê yê ser bi Dola Şawrê ye û dibêje: Di salên borî de me bi cot û ga çandinî dikir û gelek cotyar pê ve diwestiyan, lê niha bi tirextorê piraniya karan têne kirin.

Rola jinan wek karên dinê xuya ye û di vî warî de zilam birinc didorin û ew jî xwarinê amade dikin û paşê di dema ser coxînê de jin jî hevkariyê dikin ji cudakirina birinc.

Derbarê berhemanîna birinc di sala 2020an de li Ranye, salane zêdetirî 50 donim birinc li bajarokê Ranye tê çandin, îsal jî rêjeya çandiniyê ji par zêdetir bûye.

5- Germiyan herêmeke din a Başûrê Kurdistanê ye ku niha baştirîn cureyên birincê tê de tê berhemanîn û berhemên vê herêmê ji bo Kurdistanê û heta çend deverên Iraqê jî têne hinardekirin û tê pêşbînîkirin ku berhema îsal bigihe 1400 ton birinc  û sê cure birinc di vê navçeyê de tê çandin û nêzî 1600 donim zevî bi birincê hatine çandin.

Li gorî lêkolînan, av û hewa û axa Kurdistanê ji bo çandina birinc gelekî guncaw e û eger rûbera zêdetir û berfirehtir bi vê berhemê re bê terxankirin, Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hinartina berhemên birinc ji welatên dinê namîne û bi kêfxweşî ve sal li pey salê berhemanîn jî di zêdebûnê de ye û Wezareta Werzêrî ew yeka jî ragihandiye ku, 38.5 kîlo birinc bo hewcedariya salane ya takekê hatiye diyarîkirin.

KURDŞOP
579 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!