Berhemanîna şîş li Başûrê Kurdistanê

Hanî Murteza

 

Kargehên pîşesazî yên bingehîn, yek ji wan esasên sereke ne ku dibinê sedema avakirina herêmeke bihêz an welatek bihêz.

Kargehên berhemanîna şîş (curek ji hesinê dirêj û zirav e) li Başûrê Kurdistanê, yek ji wan pîşesazîyane ye ku ji ber daxwazên berdewam û başbûna kalîteya wê di çêkirinê de, li piraniya wan warên ku pêwîstiya wan bi şîş heye, bûye cihê rizamendiyê.

Berhemanîna şîş roj bi roj ber bi zêdebûnê ve diçe, eva jî bûye sedem ku li Kurdistanê zêdetir kargehên pîşesazî yên berhemanîna şîş bêne avakirin.

Hejmara kargehên li Kurdistanê digihêje 11 kargehan û dikarin salane zêdetirî 1 milyon û 848 hezar ton şîş berhem bînin.

Herêma Kurdistanê rojane pêwîstî bi hezar û 600 ton şîş heye.  Berhemanîna şîşê li Kurdistanê pêdiviya navxweyî û %50 ji pêdiviya Iraqê dabîn dike.

Wate kargehên Kurdistanê %75 bo %80 ji berhemên xwe hinardeyê bazarên Iraqê dikin ku di piraniya waran de û bi taybetî li avahîsaziyê têne bikaranîn.

Dabeşbûna kargehên helandina hesin li parêzgehên Kurdistanê

1- Hewlêr 14 kargeh.

2 -Silêmanî 5 kargeh.

3- Duhok 5 kargeh.

Kargha şîş (Mas) ku xwediyê bawernameya "ISO" ya navneteweyî ye û niha daxwaza şîşan di vê kargehê de li navxwe û derve berdewam zêde dibe, yek ji mezintirîn kargehên berhemanîna şîşê ne tenê li Herêma Kurdistanê, belkî li Rojhilata Navîn e jî.

Kargeha hesin a "Hind Steel" li Hewlêrê salane şiyana helandina 1.2 milyon ton sikrap û berhemanîna 400 hezar ton şîş heye.

Piraniya kargehên şîşê li Kurdistanê ji sedî 88 pişta xwe bi hesinê sikrap û %12 jî bi pêkhateyên din ve girêdayî ye ku ev jî kalîteya şîşê baştir dike.

Herêma Kurdistanê li Hewlêrê kargeheke berhemanîna şîşê ava dike, ku bikare pêdawîstiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê dabîn bike û salane 700 hezar ton şîş berhem bîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser havirdekirina şîşê bac daniye û her tonek 30 Dolar bac xistiye ser.  Şîşên havirde ji 580 Dolarî ve bûye bi 610 Dolaran. Lê belê, tonek şîşên navxweyî bi qasî 675 Dolar e. Ji bo parastina berhema navxweyî, Desteya Veberhênanê bi niyaz e ku bo hertimî hinartina şîşên Îranî û Tirkî ji bo Herêma Kurdistanê qedexe bike. Bi vî awayî dahata Kurdistanê ji bo hinardekirinê naçe derve û belkî di navxwe de ji bo zêdetir pêşxistina kerta pîşesazî tê bikaranîn.

Kargehên şîşê li Herêma Kurdistanê, bi hesinên navxweyî, şîşên 8 mîlimî heta 32 mîlimî berhem tînin û bi hezaran derfetên karên rasterast û nerasterast ji bo welatiyan çê dikin.

Çawa li Kurdistanê şîşê çê dikin

Helandina hesin li germahiyek guncaw di navbera 1650-1700°C de tê kirin. Piştre ew di firna "ladle furnace" de tê danîn ku çendîn made bi hesinê helandî re têne tevlîhevkirin, wek: Firiyo, geç, silîkon, alomîniyom, fîromengenîs û gelek madên dinê ku wisa dikin kalîteya şîşê bilind bibe bo astên standard, û paşê li beşa CCMê hesinê helandî bi qebare û dirêjiyên cuda dixine qaliban.

Berhemanîna şîş li Herêma Kurdistanê gihiştiye asteke bilind a xwebijîviyê û heta ji bo naverast û başûrê Iraqê jî tê hinardekirin. Ev pêşkeftine bûye sedem ku dahata navxweyî zêde bibe, berhemên biyanî neyêne bikaranîn û berhemên navxweyî bi nirxên guncaw bêne firotin. Li Herêma Kurdistanê ji ber daxwaza zêde ya şîşê û kalîteya wan a baş, avakirina kargehan roj bi rojê zêde dibe.

KURDŞOP
314 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!