Ji sedî 70 gilopên kêm mesref ên Îranê li bajarê Banê yê ser bi Rojhilatê Kurdistanê têne berhemanîn

Kanî Merîwan

 

Bajarê sînorî yê Banê bi heşîmeta 158 hezar kesî, bi dûriya 270 kîlometre li bakurê rojavayê bajarê Sinê ango navenda parêzgeha Sinê hilkeftî ye. Li Rojhilatê Kurdistanê bajarê Banê wekî bajarekî sînorî tê naskirin ku piraniya xelkê vî bajarî bi karê sersînorî û kolberiyê ve mijûl in, herwiha xwediyê bazara kelûpel e ku ji hemûyê Îranê ve ji bo kirîna tiştên malê têne vî bajarî, eva di demekê de ye ku di van salên dawîn de Bane bûye cemsera berhemanîna gilopên kêm mesref li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Li gorî amarên parêzgeha Sinê, parêzgeh ber bi pîşesazî ve diçe, eva di demekê de ye ku bi helsengandin digel parêzgehên dinê yên Îranê, parêzgeha Sine di warê pîşesazî de hîn li destpêka rê ye û zêdetir wek civakeke çandiniyê tê naskirin. Berpirs pirsgirêka sereke ya pîşesaziya li parêzgehê bi nebûna zeviyên pîşesazî wek astengî li ber veberhêneran didine zanîn. Ji bilî pirsgirêka zevî, dabînkirina sermayê jî, ji bo veberhêneran bûye pirsgirêk. Li parêzgeha Sinê hezar û 270 yekîneyên pîşesazî hene, ku ji sedî 15 ango 131 yekîneyên pîşesaziya vê parêzgehê neçalak in. Salane 50 milyon gilopên kêmenerjî li parêzgeha Sinê têne berhemanîn, ku 40 milyon ji wan li bajarê Banê têne berhemanîn, ku ji sedî 70 gilopên kêmenerjî yên Îranê pêk tîne.

Ji gelempera heft yekîneyên berhemanîna gilopên kêm mesref li parêzgeha Sinê, 4 yekîne li Banê, 2 li Seqizê û yekîmeyek jî li bajarê Sinê çalakiyan dikin. Bane wekî yek ji navendên girîng ên berhemanîna gilopên kêmenerjî li Îranê tê naskirin. Yekîneyên berhemanîna gilopên kêm mesref li bajêr ji bo sedan kesan derfeta kar peyda kiriye. Di derbarê veberhênana gilopên kêm mesref de, 6 yekîne çalakî hene ku ji gelempera wan 6 yekîneyan 3 ji wan bi rêjeya %60 pêşkeftin û yek jî bi rêjeya %20 bi pêşkeftin dixebitin.

Gilopên kêm mesref ên “Tek Tab” ji sala 2017an ve ji bo 30 kesan kar dabîn kiriye û dest bi çalakiyan kiriye û piştre bi berfirehkirina vê yekîneyê, karkirina ji bo 105 kesan hatiye dabînkirin. Qonaxa yekê ya projeyê bi sermayeya 110 milyar Tumenan dest pê kiriye û rojane 25 hezar gilop têne berhemanîn. Biryar e di salên bê de qonaxa duyemîn a projeyê bikeve warê cîbicîkirinê ku tê pêşbînîkirin rasterast ji bo 200 kesan derfeta kar bê peydakirin.

Qonaxa yekem a projeyê bi rûbera hezar û 200 metreya ducî dest bi kar kiriye, biryar e qonaxa duyemîn a vê yekîneyê jî li ser sê qatan bi rûbera 7 hezar metreya ducî bê avakirin. Kargeha berhemanîna gilopên kêm mesref a “Îran Zemîn” ji sala 2012an ve bi afirandina derfetên kar ji bo 30 kesan dest bi kar kir û bi geşebûna vê damezraweyê 300 kesan karîn di wê kargehê de kar bikin. Ev yekîneye salane 16 milyon gilopên LED berhem tîne û herwisa ev yekîneye yek ji pênc kargehên sereke yên gilopên kêm mesref ên Îranê ye ku di qonaxa geşekirina vê kargehê de, berhemanîna fiyûz û pilakên mîniyatorî çûye di warê cîbicîkirinê de.

Berpirsê Beşa Pîşesazî, Kan û Bazirganiyê ya Banê ragihand: Ew gilopên ku li Banêyê têne berhemanîn pêk hatine ji LED, pirojektorên LED, gilopên sondayî û gilopên halojin. Herwiha bi wê yekê jî îşare kiriye ku di rewşa niha de ev yekînane tenê pêdiviyên navxwe dabîn dikin û ji ber pêwîstiyên navxweyî ev berhemane ji bo derveyê welat nayê hinardekirin. Li gorî şiyana veberhêneran di berhemanîna gilopên kêm mesref de ji bo paşketkirina wizeyê, veberhênerên dinê ketine vî warî. Bi pêşxistina yekîneyên dinê, bajarê Banê dikare bibe hinardekerê gilopên kêm mesref bo welatên cîran.

KURDŞOP
315 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!