Birîndar hevşêweyê formek ji hebûnê

Şaho Husênî

 

(Sedemnasiya rapêçkirinê ya birîndaran bo girtîgehê)

Di heyama dehsalên borî de, mewdaya serhildan û derketina dijayetiyan li Îranê bi giştî û li Kurdistanê bi taybetî li dijî desthilata binpêker, serkutkar û dîktator a Komara Îslamî, roj li pey rojê kurtir bûye, bi curekê ku di niha de roj nîne ku dijayetî û nerazîbûnek li dijî Komara Îslamî di kunceke jeopolletîka Îranê de neyê serhildankirin.

Bertekên Komara Îslamî li dijî wan nerazîbûnane bêguman gelek tund, bêşermane, nemirovane û dûr ji her cure pirensîpek mirovî û demokratîkî ye. Her tenê şehîdên şoreşa sala 1401an a Rojî li gorî amarên nefermî û tevî wê yekê zextên leşkerî û ewlehî baskên xwe bi ser her cure belavbûna nûçeyekê de kêşaye, lê behsa şehîdbûna sedan kes û birîndarbûna zêdetirî hezar kes tê kirin, eva di demekê de ye ku malbatên şehîdan û birîndaran di bin gef û givaşên berdewam ên navendên ewlehî û leşkerî de ne û her cure nûçeyek yan kiryarek, bertekek tund a ewlehî li pey xwe tîne.

Birîn pênaseya cinayetê

Birîn dikare xwediyê gelek pênase û wateyên cuda be, di pizîşk, wêje, civaknasî û felsefeyê de pênase û wateyên birîn û birîndar bêguman cuda ne. Birîn di cîhana şoreş û berxwedanê de pênase û hêmayeke girîng e. Birîn hêmaya berxwedan û pênaseya cinayetê ye li dijî mirov û mirovayetiyê û birîndar jî birînê wek alayekê hil digire, wate birîndar dibe lixabdev, yê din jî hêmaya wê, subjeya serbixwe û altirnatîva serkutkar, zordar û tevahîxwaz, di rastî de birîndar dibe yê dinê yê dîktator, serdest û tevahîxwaz. Di rastî de her birîndarek çar hêmayan li xwe digire: Yekem, birîn wek alaya cinayetê; duyem, xebatkar û şoreşgêrek ku li dijî tevahiyetxwaz û dagîrker rabûye; Sêyem, yê dinê jî zalimek e ku teslîmê zilm û dagîrkeriyê nabe; Çarem, Alahilgirê cinayeta zalim û zordarekê. Ji vir ve ku şoreşgêrek birîndar e pêwîst e bê reşkirin û wek hêmayekê di nav civakê de nemîne, desthilatên tevahxwaz û dîktator ku nekarîne mirov wek şoreşgêr reş bikin, û bi fîzîkî ji nav bibin, ji rêya rapêçkirin bo girtîgeh, binçavkirin, hewla reşkirina birîn û birîndar didin, wate hewla pêşîgirtina berdewbûn û parehêlana domker a şoreş û berxwedanê didin.

Birîndar yê beranberê desthilata serkutkar a Komara Îslamî ye, birîndar formek e ji hebûn, curek egzîstêns e ku koda nasnameya sepandî ji aliyê Komara Îslamî ve şikandiye. Birîndar bûye formek ji nasname, bûye nasname û gotarek, bi giştî bûye rêçkeyek bo lihemberderketin li dijî tevahiyetxwaz, serdest û zordariyê.

Birîndar “dazayîn” e, hebûnek ku di nav kezeba têgihîştin, fam, xwepênasekirin û xwederxistinê de ye, birîndar pirsgirêk û kirîzek di hebûnê de nîne, belkî formeke hebûnê ye, birîn beşek ji hebûna şoreşgêr e, taybetmendiyek riwaletî ku li rex taybetmendiyên dinê “hebûn”ê tevaw dike. Birîndar azad bû ji ew ê din, xwedarêjî û xweçarenivîsiya mijara mirovan tê wateya egzîstêns. Mirovê birîndar, lê serbixwe ye li hilbijartin, helwêstgirtin û biryardanê, ew bi awayekî serbixweyî hebûna xwe bi ser nasnameyê de disepîne, ew bo nasnameyê serê xwe natewîne, wate hebûna egzîstênsê hebûnek e ku nasnameyê dixe bin rikêfa xwe û serbixweyiya xwe bi ser nasnameyê de disepîne, ew afirînerê nasnameyê ye ne afirandiyê nasnameyê, lewma jî li dijî her nasnameyekê ku li derveyî hebûna wê hatiye çêkirin derdikeve, ku wisa ye birîndar formek rabûyî li dijî nasnameyê ye, ew hebûna wê ya serbixwe, nasnameya darêtî ji aliyê xwe ve, bi ti hebûn û nasnameyeke dinê re naguherîne.

KURDŞOP
276 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!