Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 10em

Zeynelabidin Zinar

 

Beşa nehem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Li girtîgeha Edenê

Dema ew deh kes ji aliyê leşkerên dewletê ve hatine girtin, gundiyan hespekî aniye ku Bekir Begê kurê Qulîxan Axa lê siwar bibe.

Leşkeran destên wan neh kesên dî, bi hev ve girêdane, ew dane pêşiya xwe û birine. Cendirmeyên Xamûrê ew girtî sipartin cendirmeyên Dutaxê. Yên Dutaxê ew birine teslîmê cendirmeyên Melazgê kirine. Ha wisa cendirmeyên her herêmekê ew teslîmê cendirmeyên herîmeke dî kirine, di kelekela germa wê havînê de bi qederê mehekê ew peyatî birine gehandin Edenê û xistine girtîgehê.

Gotina leşkerên dewletê

Leşkerekî dewletê ku beşdarî di Komkujia Geliyê Zîlanê de kiriye, weha gotiye:

- Ji 200 gundên herêma Geliyê Zîlanê, gundekî tenê jî ku nehatibe şewitandin nemaye. Gundên herêma Patnosê, tev hatine şewitandin.

- Leşkerekî din ê dewletê ku di Komkujia Geliyê Zîlanê de beşdar bûye, li deftera xwe ya rojane nivîsiye û gotiye ku “jin, zarok, kal, her kes, xelkê hemû gundan, bi dehhezaran kes civandine û li Geliyên Zilanê kom kirine, li hawîdorê wan tivingên makineyî vegirtine û em leşker jî li ser wan bûne, namlû li xelkê hatibûne rastikitn û tiliya me li ser tetikan bûye, li pişt me jî leşkerên bi navê “erbaş” rêz bûne û di destên wan de tiving hebûne, namluyên tivingên wan jî li ser pişta me bûne, li pişt erbaşan jî subay hebûn û di dest wan de demaçe hebûne. Eger emên ku li ser tivingên makineyî bûn me Kurd nekuştibûna, wê yên li pişt me em kuşatibûna. Eger yên li pişt me em nekuştibûna, wê serleşkeran ew kuştibûna…

Bi fermana serleşkerî, ha wisa me ew Kurd hemî gulebaran kirin, jin, zarok û kal hemû hatin kuştin. Dema gulebaranê qîr û hewara wan diçû digeha asîmanê bala. Bi wî hawayî, gulebarana me li ser Kurdan domand… Lê demek şûnde êdî deng ji wan biriya. Termê wan Kurdan li ber tavê mane werimîne, genî bûne û riziyane.

- Dadgeheke taybet ji bo xelkê Geliyê Zîlanê li Edenê hatiye avakirin. Zilamên ku di Komkujiyê de nehatine kuştin, hinartine wê girtîgehê. Jin û zarokên wan jî hinartine herêmên cuda yên Anadoliyayê.

- Serleşkerê bala yê Komkujiya Geliyê Zîlanê, Albay Derwêş bûye. Berî hatinê Derwêşî, payeya wî yûzbaşî bû, lê di Komkujiyê de payeyeke bala danê û ew kirin Albay.

Albay Derwêşê Selanîkî  (1881,  1932)

 

Nasnameya Albay Derwêşê Kurdkuj:

Navê kujerê Kurdên herêma Geliyê Zîlanê yê rastîn, Ahmet Dervîş e. Lê belê jê re tenê Derviş Albay hatiye gotin.

Di bilêvkirina Kurdan de, jê re Derwêş Albay hatiye gotin. Ehmed Derwêş Albay, di 1886an de li Vardara Selanîkê hatiye dinyayê. Diya wî Sadîqe û bavê wî Hecî Tewfîq bûye. Birayên wî Elî, Nusret û Mihemed Şukrî bûne.

Sala 1913, Derwêş di şerê Yanyayê de li nêzê bajarê Mekeyê bi malbatî dîl ketiye û 1920 rizgar bûye.

Mistefa Kemal Ataturk, Derwêş û birayên wî dane xwendin. Piştre Derwêşî Aqedemiya Herbiyeyê xwendiye û di 1909an de jî kuta kiriye. Derwêş demekurtekê zewiciye û piştre jina xwe berdaye, lê zarok jê zêde nebûne.

Kemal Derwêşê qesabê Dêrsimê, hevlingê vî Ahmed Derwêşê qesabê Geliyê Zîlanê bûye. Nûredîn Paşa yê qesabê Qoçgîrê jî, xezûrê wan herdu Derwêşan bûye.

Ehmed Derwêş Albay

Di nava demê de, Ahmed Derwêşî kirine serokê Tûmena 7, 9 û 11an. Wî Derwêşî Serhilhildana bajarê Konya û ya Uşaqê jî perçiqandiye. Herweha bi Edhemê Çerkez re jî bûye yek û hemû serhildanên li pêşberê Misteta Kemalî perçiqandine.

Piştî ku Ahmed Derwêş helbestek li ser Mistefa Kemal nivîsiye, hem payeya wî bilind kirine, hem jî wî kirine şêwirmendê Wezîrê Bergîriyê. Mistafa Kemal di axaftina xwe ya bi navê NUTUKê de jî, behsa lehengtiya qatilê Kurdan Ahmed Derwêş kiriye.

Piştî ku bi komkujiya Geliyê Zîlanê re payeya Albaytiyê pê ve kirine, wî kirine endamê Eskerî Yargitayê jî. Lê belê roja 17/ 01/ 1932 dema ku li ser karê xwe bûye hema wisa ji nişka ve ketiye erdê û sekitiye, termê wî li Goristana Zincirliquyuyê ya Stenbolê hatiye çalkirin.

Lê roja 29/ 11/ 1988 hestiyên derxistine û birine Enqereyê û li Goristana Dewletê binax kirine.

Jin  û zarokên  navçeyn Zîlanê, Temûza 1930

 

Destnivîsên Rojane Yên Hin Leşkeran

Bêguman destnivîsên rojane wek tore ji aliyê pir kesan ve têne bikaranîn. Lê belê dema leşkerên dewleta ku komkujî li Kurdan kiriye hatibin nivîsandin, gelek balkêş in.

Leşkerekî Tirkiyê jî ku ew bi xwe di nava komkujiya Kurdan de bû, rojane rûdanên ku bûne nivîsîne û li pêşî ew behs hatiye kirin.

Herweha hin Kurdên din jî hem bi gotin û hem jî bi nivîs ku rewşa komkujiyê diyar kirine li pêşî hatine nivîsandin.

Dîdevanên Komkujiya Geliyê Zîlanê gelek hebûne û heta çend sal berê jî hin kes li jiyanê bûne. Di nava hemiyan de yê herî balkêş Hecî Mihê ji gundê Hesenevdalê bûye ku agahdariyên zêde ji devê zavayê wî Ehmedê ji gundê Hesenevdalê hatine wergirtin û li pêşiya pirtûkê cih girtine.

Lê ev çend kesên navê wan li jêrê ku serpêhatiya komkujiyê gotine û li Medyayê jî hatine weşandin, navê wan ji medyayê hatine wergirtin, weke

Kakil Erdem, Mîrze Efendî, Ahmed Yildiz, Ebdulqadir Çelebî, Mîrze Akmaz, Reşîd Akmaz û Mele Ehmed Yildiz, Tahîr Nas, Hacî Mîrze Akmaz, Cemîl Tonguç, Mehmet Taş û Şoret Şam.

Kujerê Yekemîn Nûredîn Paşa (1873-1932)

 

Yek ji kujerên Kurdan jî, Sakallı Nurettin Paşa Ye. Ev kujerê Kurdan ku ji tovê devşirmeyan e, di 1873an de li bajarê Bursayê hatiye dinyayê, mekteba leşkeriyê xwendiye û wek kujerekî bi navûdeng hatiye naskirin. Roja18ê sibata 1932an jî li Stenbulê miriye.

Berpirsê yekemîn ê komkujiyê, Nûredin Paşa yê ku wek ”Sakallı Nurettin Paşa” dihate naskirin bû û pê re jî Topal Osman Axa, van herduyan bi hev re serhildana Qoçgîrê rûxandine. Piştî wî, herdu amirhêzên bi navê Derwêş jî qatilê komkujiya Geliyê Zîlanê ne.

- Wî Derwêşî, 14 kurên Kor Huseyn Paşayê Heyderî kuştine, tenê Nadir Beg û Memê Beg filitîne.

- Pêşî 49 gundên di Geliyê Zîlanê şewitandine.

- Li herêma Komkujiyê ji 200 gundî, gundekî tenê jî ku nehatibe şewitandin nehiştine.

- 47 hezar Kurd di Komkujiya li Geliyên Zîlanê de hatine kuştin.

- Rojnameya Cumhuriyetê sala 1930, nivîsiye ku ew Kurdên li Geliyê Zîlanê dijîn, eynî wek Yamyamên li Efrîqayê ne, pir hişk û hov in û goştê xav dixwun.

- 13 Temuz 1930, rûpel 4, paqijî hate kirin. Kurdên li Gelîyê Zîlanê bi temamî hatine imhakirin.

- Kujerê Kurdan Derwêşî gotiye: Bihayê fîşekan giran e, jin û zarokan bi fîşekan nekujin, lê bi qûndaxê tivingan bikujin.

(WÊNE: Sakallı Nurettin Paşa li çepê Ataturk 1873-1932)

 

Ev gotar dom heye...

KURDŞOP
96 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!