Nifir û dua di nav jinên Kobaniyê de - Beşa dawî

Fatma Eto

 

Beşa yekem ya vê gotarê  li vir bixwnin

 

Nifirên li ser risq û nisîban:

Çavên te tim li deriyan be, nanê te li ser pişta te be.

Tu tar û war bibî.

Xwedê te bê rizq bike.

Heyî nisîb bi dest te nekeve.

Belkî li pey nane ( nan) zikê bireve.

Xwedê riziq ji te re neşîne.


Nifirên li ser êş û azar û şîn û mirinê:

Goştê te bihele tu bibî komek hestî.

Belkî ew bikşîne heta mirinê.

Taya mirinê bi canê wê bigire.

Cinaze (term) rabû.

Şerpe li te keto.

Xwedê te kor bike.

Şîrê min li te heram be.

Xorto! Tu veliqitî.

Xêrê ji canê xwe nebînî.

Werî kuştin neyî kuştin.

Tîra xwedê li nav çavên te bikeve.

Xwedê te def û dihol bike.

Xêrê ji canê xwe nebinî.

Devê xwe di kezeba xwe bikî.

Dema ku em bala xwe didin nifiran li jor, em dibinîn ku ji kesê ku li vê nifirê rast hatiye re tu rê û rêbazên jiyanê namînin. Ji aliyê aborî, civakî, derûnî û xwezayî ve hemû rê li pêşiya wî hatine girtin. Ji rê û rismên olî jî bê par tê hiştin.

Wekî ku di nifiran de jî diyare, nifirên wisa hatine kirin ku hiş û aqilê mirov disekine. Heke nîvê wan nifiran jî pêk bê, xilasiya kesê ku li nifiran rast hatiye nîne. Dayikên Kurdan nifirên negotî ji kesên nêzikî xwe, piranî jî li zaroyên xwe dikin. Lê ne ji dil, hema wisa dibêjin. Dema mirov dinêre ev nifir alî naveroka xwe ve bi mane gelek dewlemend bi peyvên Kurdî ve têr û tijê ne. Dewlemendiya ziman û çanda Kurdî dide der. Bindestkirina jinê dihêle ku bi piranî ew van nifiran bi kar bîne.

Gelek celeb û cihê bikaranîna wan hene:

Nifirên ku dê li kurê xwe dike, xwîşk li birayê xwe dike, nifirên ku qîz li yarê xwe dike, nifirên ku dê li qîza xwe dike, nifirên ku mirov li dijminê xwe dike, nifirên ku bav li kurê xwe dike, nifirên ku bav li keçên xwe dike û nifirên ku Jin li jinê dike.

Duayên ku ji aliyê jinê ve tê gotin:

Mala te ava be.

Bi xêr û silamet tu zarokî xwe deynî.

Xwedê te riya rast de bimeşîne.

Xwedê her car bi te re be.

Xwedê te xicil (şerm) neke.

Tu ku de biçî riya te vekirîbe.

Xwedê yekî helal bi dest te bixe.

Tu axê rakî bi dest te de zêr be.

Xwedê rizqekî mezin ji te re bişîne.

Qedereke pak li te vebe.

Tu bi mirazê xwe şa bibî.

Xwedê neyîta dilê te bike.

Tu nekî Xwedê bide te.

Wek em dibînin ku dua bihtirî xwe bi navê Xwedê dest pê dikin, daxwaza qebûlkirina wan ji Xwedê tên xwestin ku pêk werin, bê ku xirabiyê li kesên beramber bike tên bikaranîn. Dua ji bo wergirtina bereket û hêza ji Xwedê lazim e. Mirov li malan, li odeyan, li serê çiyayan, li çolan, derengê şevê, serê sibê, berî xwarinê û piştî şer duayan dikin.

Bandora duayan li ser wan:

Wek em dibînin ku gelek dua hatine kirin bi armanca ku erêniyê bi xwe re bîne, bandoreke erênî di jiyana wan de ava dike, aramiyekê dixe dilê wan, kêfxweşiyeke bê hempa di dilê wan de ava dike. Ev dua dihêlin ku derûniya wan kesan ku dua ji wan re tên kirin hinekî rihet bibin û dilê wan aram bibe, ji ber ku dua xwedî taybetmendiyên baş in, bi xwe re başiyê û qenciyê tînin.

Her kes dikare duayan bike, dayîk û bav ji kur û keçên xwe re, xwîşk ji birayê xwe re bike, heval ji hevalê/hevala xwe re, dapîr bapîr ji neviyên xwe re, heta zarok jî dikarin duayan bikin, da ku ji gotinên nexweş û xerebiyan dûr bikevin.

Encam:

Di dawî de mirov dibîne ku nifir û dua du beşên têkildarî folklora Kurdî ne, ku bêhtirî xwe ji aliyê jinan ve tên gotin, dema ku jin nifiran li zarokên xwe dikin bê dil dikin, lê bandoreke neyînî di terza wan ya jiyanî ava dike, lê gava em bala xwe duayan ku bihtirî xwe rihetiyekê ava dike û bandoreke erênî bi xwe re tîne ji derûniya zarokan re pir baş in.

 

Çavkanî:

Hevdîtin bi çend jinên Kobanê re

Kovara folklorna me, Eşref Keydanî, hej:2

 

KURDŞOP
145 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!