Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Welatî û Kurdistaniyên hêja

Sê sal berî niha di Newroza 2021an de, saziya Kurdşopê wek saziyek serbixwe ji bo parastina ziman, dîrok, çand û kevneşopiya Kurdî, bi hewla hejmarek ji çalakvanên sivîl, zimanzan û nivîskarên Kurd hate damezrandin.
Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.
Di wan sê salan de me bi damezrandina malper û du appliacation û heft platforman di torên civakî de karî bi sedan gotarên nû û kêrhatî parve bikin û zêdetir ji sêsed bernameyên vîdyoyî berhem bînin ku bi awayê rêze bername li ser Youtube a Kurdşopê hatin weşandin. 
Her wiha bi ragihandina Xelata Salane ya Zara ya ji bo xizmeta zimanê Kurdî di sala 2022an de, ev xelat pêşkêşî Saziya Vejîn ya Rojhilatê Kurdistanê hat kirin û me di sala 2023an de jî xelat pêşkêşî nivîskara jin ya Rojavayê Kurdistanê Emîne Emer kir.
Kurdşopê kariye torek ji nivîskarên Kurd bo nivîsîn û lekolîn li ser hemû warên jiyana xelkê Kurdistanê pêk bîne û encama wê hewldanê jî weşandina bi sedan gotarên kêrhatû di malpera Kurdşopê de ku zêdetirî wan gotaran li ser wan mijaran hatine nivîsîn ku berî niha kêmtir hatine dîtin û nîqaş kirin. 
Di Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê, em pîrozbahiyê li hemû xelkê Kurdistanê û endam û hevkarên dilsoz yên Kurdşopê dikin û dixwazin bi alîkariya we erkên xwe yên xizmetkirina Kurd û Kurdistanê berdewam bikin.

Saziya KURDŞOPê 
Newroza 2024

KURDŞOP
118 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Li bajarê Merîwanê kombûnek (korrek) zanistî derbarê ustûrenasî hate lidarxistin

Encumena Çandî ya Wêjeyî ya “Rociyar” li bajarê Merîwanê derbarê “ustûrenasî” kombûnek bo “Dr. Necmedîn Cebarî”, mamosteyê zanîngeha Sinê pêk anî ku zêdetirî du demjimêran pê çû; Eva ku di berdewamiyê de dixwînin beşeke girêng ji vê kombûnê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!