Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Hevnîştimanî û xelkê têniyên rizgariya Kurdistanê

Newroz ji dîroka kevnar ve heya îro ji bo netewea Kurd hilkeftek nîştimanî û hilgirê wateya rizgariyê ye. Lewma niha jî, di rewşa dagîrkirî ya Kurdistanê de, nabe ev hilkefte tenê wek hilkefteke asayî bê dîtin; Belkî divê bibe qadek ku Kurdistanî tê de hêz, îrade, hebûn û nasnameya xwe û dagîrkeriya welatê xwe nîşan bidin.

Hevgirtin, yekîtî û xwedîderketina civaka Kurdistanê di helkefteke wek Newrozê de, dikare qadekê ji têkoşîna girseyî ya li dijî dagîrkeran nîşan bide. Bi wê wateyê ku civak di arastekirin û derketinek bi kom de dibe sedema wê ku bi hêz û bandoreke rasterast li hemberî dagîrkerên Kurdistanê raweste û nîşan bide ew rewşa ku tê de ye, rewşeke sepandî û dagîrkarî ye û divê ji vê rewşê bê rizagarkirin.

Divê civaka Kurdistanê di Newrozê de ji xeynî hindê ku li şahî û govendê bifikire, li ser çawaniya afirandina qada têkoşînê jî bixebite. Qadek ku yeketiya civakê, rizgarî û serweriya netewe û nîştiman tê de armanca sereke be, ji bo ku wê peyamê bigînine dagîrkeran ku Kurdistanî dê ji çepera nîştimanê ve rûbirûyê wan bibin. Çeperek ku bi jiyan û çarenivîsa wan ve tevlihev e.

Her çiqasî ku di vê qonaxê de rewşa Kurdistanê zêde guncaw nîne û curek ji hevdestiyek li dijî tevgera rizgarîxwazî ya Kurdistanê di holê de ye û dagîrker hewl didin Kurdan bêhêvî û parçe bikin, lê hilkeftek wek Newrozê dikare li hember vê rewşê derkeve û nîşanî dagîrkerên Kurdistanê bide ku tevgera rizgarîxwazî ya Kurdistanê hîn li ser piyan e û xewna xwe ya mezin ya rizgarî û yekîtiya nîştimanê wunda nekiriye.

Lewma jî em daxwazê ji hevnîştimaniyan dikin ku bo Newroza îsal bi hêmayek wek meşxel û bi avêtina “Gulwenî” bo ser milê xwe, yekîtî û hêza xwe nîşanî dagîrker û cîhanê bidin.

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

 

Saziya KURDŞOPê

2024/03/06

KURDŞOP
413 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Li bajarê Merîwanê kombûnek (korrek) zanistî derbarê ustûrenasî hate lidarxistin

Encumena Çandî ya Wêjeyî ya “Rociyar” li bajarê Merîwanê derbarê “ustûrenasî” kombûnek bo “Dr. Necmedîn Cebarî”, mamosteyê zanîngeha Sinê pêk anî ku zêdetirî du demjimêran pê çû; Eva ku di berdewamiyê de dixwînin beşeke girêng ji vê kombûnê ye.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!