Gudîn Tepe şûnwarek girîng a dîrokî li Kirmaşanê

Şino Resûlî

 

Şûnwareke girîng a dîrokî ya bi navê “Gudîn Tepe” li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye. Ew şûne tenê yek ji çend şûnên dîrokî yên wê parêzgehê ye. Parêzgeha Kirmaşanê di dîrokê de xwedî cih û pêgeheke girîng bûye. Ji ber wê ku ew parêzgehe li cihek stratejîk hilkeftî ye, hertimî di bûyerên dîrokî de rol û bandorek taybet a xwe hebûye.

Ew parêzgehe ji bilî wê ku xwedanê şûnwarên dîrokî ye; Di heman demê de çendîn şûnwarên girîng ên sirûştî û destçêkirî jî heye. Şûnwarên sirûştî yên wekî şikefta Hesinkaran, Piraw û Du Şikeft tenê beşek ji van şûnwarên sirûştî ne. Herwiha şûnwarên destkird yên wekî pira Meyeşt, pira Kuçe, pira Bêsitûn û hwd heye ku hemû ji aliyê dîrokî ve girîng in.

a

Şûnwara dîrokî ya Gudîn Tepe li parêzgeha Kirmaşanê di yek kîlometreya rojavayê bajarokê Gudîn yê ser bi bajarê Kengawerê hilkeftî ye. Ew şûnwara dîrokî sala 1961ê hatiye peydakirin û di navbera salên 1965 heta 1971an de ji aliyê girûpek Kanadayî ve bi serokatiya “Kaylêr Yang” hatiye lêkolînkirin. Pêka lêkolînan her li ser Gudîn Tepeyê, kelehek jî hatiye çêkirin ku gelek girîng bûye.

Girîngiya vê lêkolîne di wê yekê de bûye ku Gudîn Tepe şûna bazirganî ya kevirên Lacwerdî bûye. (Kevirên Lacwerdî curek ji keviran e ku rengê wê şîn e ku zêdetir di karê zêringeyî de ji bo ciwankariyê tê bikaranîn). Bazirganiya kevirên wiha di wîlayeta Bedexşan a welatê Efxanistanê û şaristaniyeta Mezopotamiyayê de bûye.

Gudîn Tepe bi xwe di pênc qatan de hatiye dabeşkirin, ya yekem bo salên 500 heta 2300 sal beriya Zayînê vedigere. Lê bi giştî şûnwarnasên dîrokî dibêjin ku dîroka Gudîn Tepe bo zêdetirî 5 hezar sal beriya Zayînê vedigere.

Di wê cihê de hin şûnwar hatine peydakirin ku bo serdema Medan vedigerin. Di encama lêkolînan de hin embar hatine peydakirin ku tê de cureyên kaşî hatine dîtin. Hin li ser hin ji wan kaşiyane xişt û nîgar hebûne û hin ji wan jî bi rengek bedew hatibûne xemilandin.

Şûnwarnasan di lêkolînanan de gihane wê encamê ku Gudîn Tepe di dîrokê de, di nava desthilatdarên wê demê de cihê bazirganiyê bûye. Her di kolandinê de keleheke mezin a serdema Medan jî hatiye dîtin. Di çar dorên wê kelehê de birc û dîwar hatiye danîn û di nava dîwaran de cihên taybet ên kevanavêjiyê hatine çêkirin. Beşa herî girîng a kelehê salonek bi pênc rêzên stûnan hebûye. Şêweya mîmarî ya wê salonê ew qas endazyarî û bedew bûye ku mîmarên dinê ji bo çêkirina avahiyên dinê ji mîmariya wê sûd wergirtine.

Hin lêkolînên kîmyayî yên ku li ser şûnwarên wê derê hatine kirin, nîşan didin ku salên 3100 û 3500an a beriya Zayînê de bîre (abcû) li wir hatiye berhemanîn. Tevî wê ku Gudîn Tepe şûnwarek pir girîng e, lê heta niha ne tenê di warê lêkolînê de kar li ser nehatiye kirin, belkî di warê parastinê de jî ti karek bo nehatiye kirin. Heta derdorên wî cihî bi têlan nehatiye dorpêçkirin.

Li kêleka Gudîn Tepeyê ziyaretgehek bi navê Îmamzade Baqir û goristanek hilkeftî ye ku ji ber berfirehbûna goristanê zirarek zêde bi wê şûnwara dîrokî gihaye.

Ji bilî wî Îmamzade û goristanê;  Ew cihê dîrokî ji ber rûçûna axê û ava baran û avên dinê ber bi jinavçûnê ve diçe; Lê ti kes û aliyek li desthilatê xwe jê berpirsiyar nizanin. Ji aliyeke dinê ve çêrandina pez û dewaran bi taybetî di demsala Biharê de zerareke mezin daye wî cihî.

Ji bo danasîna wê şûnwara dîrokî ku li Rojhilatê Kurdistanê hilkeftî ye, tiştek nehatiye kirin û heta tabloyeke danasînê jî li ser rêya Kengawer bo Tuwîsêrkanê nehatiye danîn.

KURDŞOP
260 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!