Komkujiyên li Geliyên Zîlanê – Beşa 8em

Zeynelabidin Zinar

 

Beşa heftem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Gelek komkujiyên cuda li herêma Zîlanê

Heta niha dihate gotin ku ”Qetlîama Geliyê Zîlan”ê, lê piştî lêkolînan derket holê ku rastiya bilêckirinê ne wisan e. Leşkerên Komara Tirkiyê li gelek deverên herêma Geliyên Zîlanê Kurd kuştine. Çewa li pêş jî hatiye diyarkirin, li 10 ciyên ku bi komelkî kuştin kirine, yên balkêş û bi jimareke pir zêde, şeş ji wan deveran ev in li jêrê:

1) Ada Xeybê.

2) Devera Milkê.

3) Newala Fedê.

4) Newala Bebo.

5) Newala Xwinê (Newala Kuştiyan).

6) Geliyê Eşîran.

 

Ji ber xezeba Komkujiyê ku hewqas xwîna Kurdên bêguneh rijiyaye ser axa wan deveran, ev e 90 sal bihurîne, hêjî çêre li şûna kuştina Kurdan şîn nabe.

1- Komkujiya li Ada Xeybê

Piştî ku gundiyên 50 gundan ji aliyê leşkerên dewletê ve di eynî demê de hatine komkirin, piştre her komekê birine deverekê û li wirê ew bi gulebaranê kuştine. Yek ji wan deveran jî, bi navê Ada Xeybê bûye.

Ada Xeybê/ Girava Xeybê, di navbera du şaxên çemê Zîlanê de ye. Ada Xeybê, bi navê Newala Kuştiyan jî hatiye binavkirin. Jixwe li Kurdistanê bi dehan newal hene ku bi navê Newala Kuştiyan navdar in.

Herêma bi navê Devera Milkê, li ber Çemê Geliyê Xaniyan e. Newala Fedê jî, li ba gundê Komirê ye. Geliyê Xaniyan û Geliyê Hecîdêriyan, li bêr gundê Kundûkê ne. Geliyê Eşîran jî, li ba gundê Hesenevdalê ye.

Bi hezaran gundiyên herêmê, çi jin û zarok, kal û pîr, ciwan û zilam leşkerên Tirkiyê ew li wê deverê komkirine. Li hawîdorê wan koman leşkerên normal bi çekên bi navê Axirmakîneyan dorpêç bûne.

Zabitê leşkerên dewletê hinek dûr ji devera Ada Xeybê, derketiye ser himekî bilid û hema li hawîdorê xwe nihêriye. Wê demê Nûriyê keyayê gundê Hesenevdalê çûye ba Zabitî û gotiye:

- Te got ku hûn ê gundiyan bibin Erdîşê, lê we ew hanîne virê û ev e saetek e deng ji we dernakeve. Gundî jî mereq dikin, ka hûn ê çi bêjin wan?

Zabit gotiye Nûriyê Muxtêr: ”Zû ji ba min here. Êdî xêra we tune.”

Nurî vegeriyaye ba gundiyan û gotiye wan: “Wele wê me tevan bikujin.”

Ew Nûriyê keyayê gund, apê Mihê bûye. Mihê jî vê babetê weha digotiye zavayê xwe Ehmedî: “Piştî ku Nûrî wisa gote gundiyan, êdî me zanibû ku em tev ên kuştinê ne. Cihê ku me lê kom kirine jî, hinek kort bû. Esker jî dora me hawîdor girtiye û çekên xwe bi cih kirine. Cihê esker lê bicih bûne bilind e û kê ji me bireve jî xilas nabe. Bîstikek şûnde zabit li fîqê xist û eskeran berê sîlehên xwe dane ser me û dest bi teqîn û reqînê kirin. Dema gulebaranê min bi çavên xwe dît ku mejiyê pir kesan bi metroyan ber bi hewa ve bilind dibû. Bû qîrewira xelkê, zarezar û zêwî dihilatin. Çara me li erdê nemabû, tenê mabû li ba Xwedayê li asîman… Çar-pênc deqe şûnde dengê çekan rawestiya. Me bawer kir ku êdî hew me gulebaran dikin. Gelek ji me hatibûne kuştin, lê di nava me de hêj kesên sax mabûn û gelek jî birîndar hebûn. Hin kesên sax mabûn dest bi revê kirin. Eskeran ew jî gulebaran kirin, min dît ku gelek ji wan dihatin hingavtin û ji me dûr diketin erdê. Gule li min neketibûn, lê destê min ji kesên min nediqetiya ku birevim. Ha ku min dît, jineke birîndar dehfek li min xist û gote min: Kuro tu jî bireve. Tu ji maleke mêrxas î, bireve... Ez bi gotina wê jinikê, reviyam. Eskeran gule danîn min jî. Guleyek li milê min ket û yek li piyê min ket, lê ez neketim erdê ji ber ku berik li hestî neketibûn, ez reviyam çûm ketim nava ormanekê (daristan). Lê nêzê Ada Xeybê, daristaneke mezin û gur hebûye, darên wê tev mêşe (Mazî) bûne. Min bala xwe dayê ku va ye Evdîyê kurê Nûriyê apê me yê muxtar jî li wirê ye. Gote min: Tu jî xilas bûyî? Min gotê: Erê, va ye ez jî hatim, lê bi du guleyan birindar bûme.

Me dît ku Zabit dîsa li fîqê xist û dîsa eskeran xelk gulebaran kirin. Me jî di nava daran de li xelkê û li eskeran dinihêrî. Eskeran gule berdidan û berdidan... Qireqîra xelkê jî mîna dengê sîlehan bilid dibû. Ez jî hem digiriyan û hem jî me li xelkê û li eskeran diniherî. Me ew wehşet dît, lê Xwedê neyne serê kesî…

Piştre me dît ku dengê sîlehan sekinî, êdî deng ji xelkê jî nedihat. Ev car bi fermana Zabit, eskeran singo li devê tivingan xistin û xwe ji wan bilinciyan berdane jêrê, çûn ketin nava terman û yeko yeko ew qelabtin. Birîndarên ku sax mabûn jî, bi singoyan lê dixistin û ew dikuştin. Piştî ku esker wî karê babetê şerefa dewleta xwe jî qedandin, êdî kes li wê deverê sax nemabû. Zabit dîsa li fîqa xwe xist, leşker ji nava kuştiyan derketin û ji wirê çûn cihê xwe.

Lê belê di nava kuştiyan de dîsa jî kesên ku hêj nemiribûn, hebûn. Hin ji wan ên ku karibûn rabin ser lingan direviyan û hinek jî xwe bi erdê ve kaş dikirin û xwe digehandin keviya Çemê Geliyê Zîlanê û diketin nava avê, av û av pê ve diçûn.

Reşîdê Mihemedê Ecem ê pismamê me jî, bi du gule û sê derbê singuyan birîndar bûye, lê dîsa jî nemiriye û rabûye hatiye nava wan darên ku em di navê de bûn. Dem, dema Esrê dereng bû, roj êdî ber bi avabûnê ve diçû. Me bala xwe da hawîdorê, esker li wan deveran nedihatin xuyakirin. Em jî, ji nava daran derketin û me kir ku em herin nava terman binerin ka kesekî sax maye yan na, bi niyeta ger kesên birîndar hebin, em ê wan bînin nava daran, belkî derfeta ku em karibin wan ji mirinê xilas bikin çêbibe. Ha ku me dît, wa ye sê eskerên siwarî ji wê ve tên, em dîsa şunde zivirîn û em ketin nava daran, me li wan niherî ka ew dê çê bikin…”

 

Çavkanî:
Beşek ji pirtûka ”Deh Komkujiyên li Sê Geliyên Zîlanê”, Zeynelabidin Zinar, kurdiya kurmancî, Pencînar Weşanxaneya Çanda Kurdî, Sverige/Stockholm, 2023, rûpel 158, ISBN 978 91 87787 06 5

 

Ev gotar didome...

KURDŞOP
234 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!