Şûnwara “Xins”, mîrata hikûmetên Mîtanî û Aşûrî bo Kurdistanê

Hanî Murteza

 

“Xins” yek ji şûnwarên kevnar ên Başûrê Kurdistanê ye ku li parêzgeha Duhokê hilkeftî ye. Ev şûnware dikeve nêzî qezaya Şêxan û 13 kîlometreyan ji qezayê dûr e. Xins netenê li ser asta Herêma Kurdistanê, belkî li ser asta Iraqê jî wekî yek ji girîngtirîn şûnwaran tê hesibandin.

Dîroka vê şûnwarê bo serdema desthilata Aşûriyan û Paşa Senharîk vedigere (681-705 b z). Di nav belgeyên dîrokî de wisa tê behskirin ku Xins, şûnwar û zozana Paşa Senharîb bûye ku bo heyama 24 salan desthilatdariya navçeyê kiriye.

Beşek ji vê şûnwarê tabloyeke kevirî ya mezin e ku di dilê çiyayekî de hatiye kolandin û wêneya çar kesan li ser hatiye xemilandin. Li vê derê çar şikeft hatine çêkirin ku dikeve nav tabloya şûnwarî de û li aliyê serê şikeftan peykerê şêrekê hatibû çêkirin, lê mixabin hinek ji wê hatiye hilweşandin. Wêne bi awayê endazyarî û hunerî hatine xêzkirin û hinekî bilind in.

Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê li gorî herêmên din ên Iraqê ji aliyê çavkaniyên avê ve dewlemend bûne, Senhariyê Aşûrî ev der wekî çavkaniyek ji bo kişandina avê ber bi Neynewa ya paytexta Asûriyan ve bi kar anî.

Ev şûnwara dîrokî yekem car ji aliyê girûpek Îtalî ve hatiye peydakirin û tomar kiriye û dîroka vê bo 2700 salan hatiye eşkerekirin.

Li ser dîwarên Xinsê du şêwazê xet û nivîsînê hatine bikaranîn. Xeta Hîrogilîfî û Bizmarî. Di nivîsa Hîrogilîfî de behsa têkiliya dewleta Mîtanî ya bi Misrê re dike, ku di wê demê de têkiliyeke girîng hebûne. Mixabin ev nivîsa Hîrogilîfî ji ber rewşa av û hewa û sedemên sirûştî ji nav çûye û nemaye.

Nivîsa Bizmarî jî, ji 64 hevokan pêk hatiye û bi ser sê belgeyan de hatiye parvekirin. Ev kevirê nivîskî bi fermana Paşa Senharîb hatiye nivîsîn.

Di ya yekem de behsa xwedayên girîng ên Aşûriyan û girîngiya wan di parastina dewleta Aşûrî de dike.

Di beşa duyem de behs ji girîngiya ava Xinsê dike ku Paşa Senhariyê Aşûrî çawa ji wir ve av kêşaye bo paytexta Aşûriyan.

Beşa sêyem behsa êrîşa dewleta Aşûrî bi serkirdayetiya Eserhedûn ê kurê Senharîb bo ser Babiliyan dike.

Her yek ji wan nivîs û nexşane îşareyê bi bûyereke dîrokî dikin ku di wê serdemê de hatine qewimîn.

Navê Xins ji çi ve hatiye

Ev nave di nivîsên Bizmarî de yekemîn car vedigere bo paşayên Aşûriyan. Nerînek heye ku navê “Xins” ji navê xwedayê Mîsr (Xins) ve hatiye hildan ku xwedayê bajarê “Tîbe” bûye û di wê serdemê de navê Xins bi Xerasu yan Xenasu hatiye û ev nave di Quranê de jî hatiye.

Ev şûnware wisa hatiye naskirin ku bo serdema desthilata Aşûriyan vedigere, lê ew kevirnivîsa ku bi xetê Hêrogilîfî hatiye nivîsîn îsbatkerê wê yekê ye ku di rastî de ev şûnware, hemû yan jî beşek di serdema desthilatdariya Mîtanî de hatiye çêkirin ku hikûmeteke Kurdî bûye. Şûnwarnasan îşare bi wê yekê kirine ku digel derbasbûna dem û guherîna olan di navçeyê de wek Zerdeştî û Xirîstiyan û çend olek dinê, ev navçeye wek şûneke olî ya pîroz hatiye mêzekirin.Beşeke zêde ji vê şûnwara dîrokî ya girîng hilweşiyaye.

Beşek ji wê ji ber sedemên sirûştî û beşek dinê jî, ji ber sedemên mirovî û têkdana şûnwarên li herêmê hatiye jinavçûn. Ji xeynî wê jî Xins hertimî herêmeke girîng a geştyarî û şaristanî bûye ku di qonaxên cuda yên desthilatdarên vê herêmê de xwedî girîngiyeke taybet bûye. Wate tenê wek şûnwareke dîrokî nehatiye dîtin, belkî bûye navendeke girîng a geştyariyê li parêzgeha Duhokê û salane bi sedan geştyarên navxweyî, naverast û başûrê Iraqê, heta geştyarên biyanî jî, ji bo dîtina vê şûnwrê berê xwe didine parêzgeha Duhokê.

KURDŞOP
286 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!