Nakokiya di navbera Şah Ebasê Sefewî û Helo Xanê Erdelan de

Pêşewa Kurdistanî

 

Halo Xan kurê “Sultan Elî Erdelan” bû, ku li sala 1014 a Koçî, hikûmeta Erdelan di dest de bû û heyamekê ji kela Merîwanê ve fermanrewayiya vê mîrnişînê kiriye. Wî li wir girîngiyek zêde da bi keleha Merîwanê û mizgeft, dibistan, embar û serşok ava kir û kelehên Zelm, Palengan û Hesenava jî, ji nû ve ava kir û qahîmtir kir. Bi fermana Helo Xan keleha Hesenava bi radeyekî hatibû qahîm û bilindkirin ku bêhempa bû. “Mestûre Erdelan” di vê derheqê de dibêje: “Min bi çavê xwe dît ku di dema fermanrewaya “Emanulah Xanê Erdalan” de balyozên Rûs û Îngîlîz bi taybetî hatibûne Kurdistanê ji bo ku mêzeyê şûnwarên wê kelehê bikin. Herçiqas kavil bû, lê li cem wan tiştek gelek ecêb bû.” (Erdelan, 2005).

 

Helo Xan mirovekî jîr, netirs û jêhatî bû. Wî welatê xwe pir avedan kir, xezîneya wî her dem tijî zêr û zîv bû, gelek bexşende bû. Gelek mizgeft û tekiye û xaneqa û fêrgehên olî çê kir. Xweşî û xweşderbasî bi ser fermanrewaya wî de serdest bû. Ne serê xwe bo şahê Îranê ditewand û ne xwe dida aliyê Tirkên Osmanî. Dewletên Tirk û Ecem bi cot jê ditirsiyan (Hejar, 1381ê Rojî).

Keleha Merîwanê

Desthilat û serxwebûna Helo Xan tirs xistibû dilê Şah Ebasê Sefewî û xwast axa Kurdistanê dagîr bike. Wî leşkerek deh hezar kesî şande ser keleha Hesenavayê ku wê demê Helo Xan li wir bû. Çar caran êrîşî keleha Hesenavayê kirin, lê nekarîn bigirin. Helo Xan bi hêzeke biçûk ve ertêşa mezin têk bir. Xebera vê şikestê gihîşte Şah Ebas û bo cara duyem leşkerekî mezintir şande ser Kurdistanê û ev leşker jî hate têkşikadin. Şah Ebas bo cara sêyem leşkerekî mezin dişîne aliyê Kurdistanê û bi xwe fermandehiyê dike û biryarê dide ku Kurdistanê dagîr bike û Helo Xan bigire. Li tenişta Hemedanê gazî kurdekî ji leşkerê xwe yê bi navê “Elî Begê Zengene”, yan jî “Alî Balî Zengene”, ku mirovekî jîr bûye û li ser rê û kelehên Kurdistanê pirsê jê dike. Ew jî wî têdigihîne ku ew bi şer nikarin tiştekî bikin û eger vê carê hêzên Îranî yên Sefewî têk bişkên, ev lekeya şûreyî û şermê ti carî nayê reşkirin; Çêtir e ku bi wan re aştîxwazane hereketê bikin. Ev şêwirmendiye li cem Şah Ebas pesend bû û bi hêza xwe ve vegeriya Îsfehanê.

Keleha Hesenava

Şah Ebas “Alî Balî Zengene” dike berpirsê cîbicîkirina wî karî û bi gelek diyariyan ve dişêne cem Helo Xan. Ew jî ji bo cîbicîkirina pîlanên xwe li keleha Merîwanê pê re çavpêketinekê dike û baweriya Helo Xan bi dest dixe û dike hevalê Şah Ebas. Şah bingeha dostaniyê pê re danî û bi ziman bû dostê Helo Xan û caranan jê re name dinivîsand û di encamê de baweriya wî pê hat. Şah jê xwest ku here baregeha padîşahiya wî û li wir bibe mêvanê wî. Helo Xan jê alxahîn nebû û bi hênceta kalbûnê neçû. Şah Ebas jê re nivîsî: Niha ku tu nikarî werî, kurê xwe Xan Ehmedxan bişînî ku bila li dîwana padîşah bi awayekî şahane were perwerdekirin. Helo Xan ji mezinên derdora xwe dipirse; Ji wî re dibêjin: Têkiliya we pir xweş e û ji şah alxahîn be û wî bişîne. Helo Xan, kurê xwe Xan Ehmedxan şand, ew çû cem şah û li wir ewqas pile û xelatên wî hatine zêdekirin heta ku ew bû stûxwarê padîşah (Senendecî, 1366ê Rojî).

Keleha Hesenava

Şah Ebas ji bo ku bigihîje xewna xwe ya girtina Helo Xanê, planek ji Xan Ehmedxan re kêşa û biryar da ku wî bike zavayê xwe û “Kilawzêr Xanim” a xwîşka xwe jê mare bike. Bûke bi zava re zewicandin û li koşka şah û her li wir malek dane wan. Piştî demekê Şah Ebas ku dizanibû Xan Ehmedxan yê wî ye û dema wê hatiye ku bi wî Kurdistan û Helo Xan bigire; Gazî wî kir û jê re got, bavê xwe teslîmê xwe bike û bibe hakimê Kurdistanê. Xan Ehmedxan soza cîbicîkirina hêviyên wî da. Şah ferman da ku bi spaheke mezin re, gelek xelat û xizmetkaran bibin û bûkê jî bo Xan Ehmedxan bibine Kurdistanê. Xan Ehmedxan jî gelek xelat û pere bi xwe re anî û kete rê, ji dûr ve bi jîrane fermandarên li dora bavê xwe bi diyarî û diravan kirîn.

Xan Ehmedxan hemû kesên dora Helo Xan xapandin û alxahîn bû ku dikare bavê xwe dîl bigire. Li gor adetên Kurdewarî, bi gûz û mêwuj ve mêvandariya korr û kombûnekê kirin ku kesên mezin ên Kurdistanê û mêvanên Îsfehanê jî li wir bûn. Ji bo tehnê li bavê xwe bide û wî sivik bek, ji zilamekî xwe re got, here ji me re şerbet û şîrîniyên Îsfehanê yên ku şahzade xanimê bi diyarî anîne, bîne da ku em hinekê devê xwe şîrîn bikin. “Kilawzêr Xanim”ê jî gelek cure şîranî û şerbetên bêhempa şandine civatê, ku rûmeta bavê wî şikand û mêvanên şahzadeya Îsfehanê jî ketine şazanî bi xwe ve.

Keleha Hesenava

Helo Xan wateya vê karê xirab fam kir, tûre bû û berê xwe da Xan Ehmedxan û got: “Kurê min, tu bi şîrîniyan hatî xapandin. Bi qasî ku ez têdigihim ev çewriya zer ku te bi diyarî aniye, bê derd û bela nîne. Kurê min tu ciwanmerg bî ku te pêyê hêzên Qizilbaşan li axa Kurdistanê vekir. Ev gûz û mêwujane ku li bal me ji ava jiyanê xweştir bûn, te ji me bi van nuql û şîrîniyan kire jehra mar. Me heta niha bi hêsanî bi “şelem û duwêne (cureyek ji xwarinên Kurdî ne ku li navçeyên başûrê Rojhilatê Kurdistanê têne çêkirin)” jiyana xwe kiriye û bi şanazî ve bi hêza herî mezin serbixwe bûn û neçûbûne bin barê mineta ti paşa û wezîrekê, lê êdî wisa diyar e dev ji me bernadin û bi fêl û xapandinê taca me ya serbilindî û serbixweyiya me li serê me vêde dibin û welatê me dagîr dikin. Helo Xan civat bi cih hêla û çû nav keleha Hesenava û deriyên wê daxistin. Xan Ehmedxan şepirze dibû û çû derê û siwarên çekdar ên xwe li derveyê kelehê damezrand û xwast bi şer bavê xwe binçav bike.

Xan Ehmedxan demeke dirêj li dora kelehê ma, lê tiştek jê re nehate kirin. Penaha xwe bo diya xwe bir ku di kelehê de bû, jê re peyamek şand ku tiştekî jê re bike. Diya wî ji pasevanên kelehê re got ku alîkariya kurê wê bikin. Jina Xan di vê navberê de deriyê kelehê vedike, dikevine nava kelehê û diçine cihê razana Helo Xan û wî binçav dikin û dişînine Îsfehanê. Şah Ebas jî wî efû dike; Lê nahêle êdî vegere Kurdistanê û heta ku koça dawiyê dike her li wir ma. Bi vî awayî neyarên Kurdan di wê serdemê de jî, çavê wan bi rûmet û serxwebûna Kurdan nedihate hildan û bi fêl û xeyanetê zilm û zordarî li vî mîrê Kurd kirin û Kurdistan ji serxwebûna xwe bêpar kirin.

Keleha Merîwanê

KURDŞOP
275 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!