Destpêka destpêkirina dîroka Kurdistantewerê – Beşa 2yem

Aran Hewraman

 

Beşa yekem a vê gotara li vir bixwînin

 

Mebest ji dîroknivîsiya Kurdistantewerê ew e ku dîroknivîsan berevajî kevneşopiya berê ya dîroknivîsiyê, Kurd û Kurdistanê dikine navenda mijara xwe û êdî wek berê bi vegotina çîroka jiyana pêxember û paşayan ve nayê destpêkirin û pesnkirina desthilata serdestan mebest û mijara sereke nîne, belkî vejîna derbasbûyî û mezinkirin û bi mezin û kevnnîşandana Kurdistanê û netewa Kurd, navend û mebesta sereke ya mijarê ye, lewma bêdawîbûn û bi watek dinê ji destpêka Kurd û beriya Îslamê ve dest pê dike. Huznî ji ber hin sedeman nikarîbû bîra netewî û netewesaziyê bike gotara serdest û ji ber heman gotara navçegerayî, mixabin tevî ew hemû xizmet û mandûbûnê hate perawêzxistin.

Şeş sal piştî belavbûna “Xunçay Beharistan”, Emîn Zekî Beg, efserê berê yê ertêşa Osmanî û paşê jî nûner û endam parlemantarê Kurd li Bexdayê, yekemîn dîroka Kurdistantewerê ya temam di sala 1931an de weşand. Helbet di heman salê de di berdewamiya pirojeya Huznî de, “Dîroka Umera û Hukimdaranî Binavûbangî Kurdistanî Şarezûr” wek beşa çarem belav kir.

Mihemed Emîn Zekî Beg

Helbet em ji bîr nekin “Emîn Zekî Beg” bi xwe di pêşgotina vê pirtûkê de dinivîse ku wî di sala 1910an de heta bîrnameyên wê jî amade kiribû, lê ji ber agirketina taxa wan bîrnameyên wê ji nav çûne û paşê wî bi dîtina gotarek “Mînoriskî” di zanistnameya Îslamî de, car din dest avêtiye bi nivîsîna vê pirtûka ber destê me.

“Piştî vê bêhêvîtiyê ango 10 salan, di sala 1929an de ez rojekê li pirtûkxaneya Meclîsa Newab rastî ensîklopediya Îslamê hatim û di cilda duyem de behseke taybet a Kurdî tê de ji aliyê Musteşrîq ê zanayek bi navûabang ve, ku “Fon Mînoriskî" nivîsiye. Min du û sê caran bi coşeke zêde ve xwend, vê xwendinê meyla min a berê nû kir û min biryar da ku li ser vê bingehê kurtejiyana dîroka Kurd û Kurdistanê binivîsim.” (Emîn Zekî, 1397 a Rojî: 37)

Zekî Beg divê wek ronakbîrekî Kurd ê nifşa yekem ê Kurdî û xeleka Stenbolê bê mêzekirin ku di bin bandora keşûhewaya Stenbolê û guherinkarî de li du têgehên netewe û nîştimanê berê xwe daye dîrok û dîroknivîsiya neteweya xwe. “Piştî vê, dema ku li Tirkiyê li şûna gotina giştî ya Osmanî, peyvên Tirkî û Tûranî belav bûn, bi awayekî sirûştî min wek kesên miletên din di nav komê de bêtir xîreta xwe seh kir û serbilindiya etnîkî ez neçar kirim ku di hemû derfetekê de vê hestên xwe bilêv bikim. Lê min ti tiştek derheq esl û dîroka qewmê xwe nedizanî, ji ber ku heta wê demê ne di dibistanê de fikrek wiha ji me re nehatibû dayîn, ne jî me hewcedariya lêkolîna dîroka Kurdî dîtibû û peyva civaka Osmanî demara qewmiya me hemûyan heta astekê xav kiribû. Min gelek caran ev pirsane ji xwe dikirin: Gelo qewmê Kurd ji çi neteweyekê ye? Çi hatiye serê wê? Lê min bersiveke baş nedidît, min bi neçarî ve ji çend mezinên Kurdan pirsî, ku du ji wan mamosteyên dîrokê bûn; Yek ji wan ji bo rîwayetekê bi eslê Kurd bire ser Kurdê kurê “Emr El-Qehtanî”, û yê dinê em kirin bi neteweyek “dêwik” ku jê re “Çasdiyan” gotine. Bi rastî jî van her du bersivên gelek şaş dane min û min bi wijdana xwe re soz da ku ez bi xwe li ser vê pirsê lêkolînê bikim. Hebûna min li Stenbolê derfetek baş bû. Min dema xwe ya vala ji bo van lêkolînan danî û ji destpêka sala 1326ê Romî ve dest bi ziyareta pirtûkxaneyên Stenbolê kir.” (Zekî Beg, 1387: 36)

Mihemed Zekî Beg, wek siyaset û nerîna siyasî û heta berjewendiya takekesî ya ser bi desthilata Osamî bû û heta dema herifîna wê desthilatê jî, tevî famkirin ji cudahiya netewî digel Tirk û meyl bo perderakirin ji dîroka netewa xwe, pê re ma û piştî herifîna Osmanî jî berê xwe da Bexdayê û li cihê hewl bo serbixweyî, tevlîbûna bi Bexdayê re hilbijard û bi vî rengî dema ku behsa sedemên têkçûna tevgerên neteweyî û serxwebûna Kurdistanê dike, bi du awayan hêncetan tîne:

“Ti kes nikare înkar bike ku her miletek xwedî meyla kêm an zêde ya serbixwebûnê ye û ev mafekî bingehîn û sirûştî yê kes û qewman e, di vî warî de nabe şopandina ti kes û qewmekê bê kirin. Ewqasî heye ku milet, bi taybetî jî rewşenbîrên wî, berî her tiştî divê ji bo vê serxwebûnê tiştên pêwîst bikin armanca xwe û rêyeke maqûl û ewle bigrine berahîka xwe. Ti carî ji zanîn û mantiqê dûr nekevin û can û mal û milkên xwe bê dem û şaşî heder nedin, bi birayetî û dilsozî ve dest bidine destê hev û bi bê şer û pirsgirêk û herwisa hewl bidin geşeya civakî û siyasiya xwe bi exlaq, zanîn û dewlemendiya xwe re îspat bikin. Çimkî pêwîstiya serxwebûnê ev in û pêwîst e were zanîn ku di vê serdemê de serxwebûn bi nezanî û hejariyê re jiyan nake û li şûna bextewariyê ji bo qewmê, zordarî û karesatê tîne û wê ji aliyê biyaniyan ve rûreş û zelûl dike” (Emîn Zekî, 2018: 208).

Mihemed Emîn Zekî Beg ji xeynî nerînên xwe yên siyasî, ku tê xuya zêdetir meyla wî ber bi realîzma siyasî û heta berjewendiyên takekesî diçû, lê haya wî ji girîngî û bandora demdirêj a dîrok û dîroknivîsiyê hebû. Lewma heta piştî ku bîranînên wî ji nav diçin, dev jê berneda û dîsa dest pê kir.

Lê di vê çarçoveyê de du xalên bingehîn nayên jibîrkirin: Ya yekem, berteka wî ya li hember meyla Tirkan a ber bi nasnameya neteweyî ya Tirk ve, ku Mihemedemîn Zekî tevî hesta xwe ya li hember nasnameya Osmanî, neçar dimîne berê xwe bide netewa xwe. Ya duyem bîrokeya nivîsandina vê pirtûkê vedigere bo sala 1931ê, û ev sale hevdem e bi bê hêvîbûna Zekî Beg ji çaksazî di dewleta nûhatî vavakirin a Iraqê de ku dema ku tê de wezîr û nûnerê parlemana wî welatî ya berê bûye û di vê dawiyê de hinek ji desthilatdarên regezperest ên Ereb, desthilat û rola bi bandor a Mihemedemîn Zekî Beg bo wan cihê qebûlkirinê nebû, lewma bi eşkere ketine dijayetiya wî û wî jî wek bêhêvîtî belavoka xwe ya bi hewl û têkoşîna xwe ya berê li sala 1931an belav kir. Ku wisa ye divê û pêwîst e ku ev berhema wî bi dîtingehek berteka li hember nijadperestiya Tirk û Ereb û perawêzxistina Kurdan were dîtin, ku bi neçar ve penahê dibe ber bi nasnameya neteweyî û ji bo vê armancê dîroknivîsînê hildibijêre.

KURDŞOP
92 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!