“Xwe tohmetbarkirin” di helbestên mamoste Hêmin de

Yek ji helbestên mamoste Hêmin ku lûtkeya nerazîbûnê di hember netewa xwe de ye, helbesta “Yadîgara Şîrîn” e. Di serî de ew helbeste bi çend beytan tê destpêkirin ku xwenîre wisa seh dike evîndarê çav û birûyên keçeke Kurd e û mehta wê dike; Lê wisa nîne.

Şino Resûlî

 

Dema bahsa edebiyata Kurdî tê kirin, em nikarin navê mamoste Hêmin neynin; Ji ber ku nivîs û peyvîna wî ewqas xweş e ku kerr û lal jî jê fam dikin. Yek ji bedewiya nivîsana mamoste Hêmin ew e ku axaftin û peyvîn ji xelkê wergirtiye û di çarçoveyeke edebî ya xweş de daye bi xelkê.

Helbestên mamoste Hêmin di vê desteya edebiyatê de ne, her çendî pir sade û şêrîn behsa mijarekê dike, lê di dilê helbestên wî de kûrbûnek heye ku xwendevan û guhdaran dikişîne bo aliyê xwe. Piraniya xelk ji nivîs û helbestên mamoste Hêmin wisa fam dikin ku tenê li dora hezkirin û evîndariyê zaviriye, lê berevajiya vê yekê wî bi hostatî evîn tevlî nîştimanperweriyê kiriye.

Helbestên wî bi qasî ku li ser eşq û eşqê ne, ewqas jî li ser êş û azarên netewe Kurd in. Helbestek nîne ku mirov bikare bêje hemû li ser evîna rût hatine gotin. Heta di Hawarî Xalî de jî ku biserhatiya wî bixwe ye, li pişt vê berhemê, perde li ser bextreşiya netewa Kurd vêde dibe ku avarebûna Kurd nahêle evîn jî geşeyê bike.

Yek ji helbestên mamoste Hêmin ku lûtkeya nerazîbûnê di hember netewa xwe de ye, helbesta “Yadîgara Şîrîn” e. Di serî de ew helbeste bi çend beytan tê destpêkirin ku xwenîre wisa seh dike evîndarê çav û birûyên keçeke Kurd e û mehta wê dike; Lê wisa nîne.

Ji beyta yekem ve ew mijûl e bi hêdî hêdî şîretan li keç û jinên Kurd dike ku li hember jin û keçên netewên din ên cîhanê xwe biçûk nebînin. Di beytên destpêkê yên wê helbestê de herçiqas pesna bejn û balaya keçên Kurd dide jî, bi rastî jî jinên Kurd han dide ku dev ji bedewî û xweheziya xwe berdin û di bîra ax û welatê xwe de bin.

Mamoste Hêmin di lib bi libê beytên xwe de behsa şox û şenga keça Kurd dike, zû jî bersivê dide ku keça Kurd ew bedewiya te heye, divê tu wî karî jî bikî. Yanî qêrînek heye ku keça Kurd hişyar dike û dibêje erka te tiştek dinê ye, ne rûniştin û xwe xemilandin.

Mamoste Hêmin di navîna helbesta xwe de êdî digihîje astekê ku gelek bi rohnî û eşkere bo keç û jinên Kurd dipeyive û zimanek tund bi kar tîne. Di beytekê de dibêje:

“Rojî bextî her le jêr hewrêkî reşda lawî Kurd

Taku rûxsarî kiçî şarî le pêş çavan wune”

Mebesta mamoste Hêmin nayê wê wateyê ku ger keçeke bajarî rûyê xwe ji xortekî Kurd veşêre, dê bêbextiyê bo kur bîne. Bi rastî jî eva xeyala helbestî ye ku mamoste Hêmin bi kar aniye. Mebesta mamoste Hêmin ew e ku ger keçên Kurd nexwazin tevlî şoreş û têkoşînê bibin û li kêleka mêran dernekevin qada têkoşînê; Gihîştin bi rizgariyê jî dijwartir dibe.

Rûniştî ji rast ve: Hejar – Pêşewa Qazî Mihemed - Hêmin

Di betytên dinê de êrîşî dike ser civaka Kurdewarî ku reftar û bîrkirina wan li hember jinan çawan e. Ew di beytekê de bi pirsiyar ve dibêje, “çawa dibe neteweyek bi xwe din dest de be û jin ku çavkaniya jiyanê ne di mal de sînordar bêne hêştin.

Di wê helbestê de behsa hîcabê dike ku jinên Kurd ji ber “çarşêwekê” ku afirînera destê dagîrker e, astengî bo çê kiriye ku ewa jî bûye sedema wê ku jin xwe di hîcabê de wate bike.

Mamoste Hêmin di helbesta xwe de behsa zilm û zordariya mêrên Kurd dike ku bi awayekî nehişyarî ve jinan di mal de hêlane û îzn nadinin derkevine nava qada jiyanê û hêz û şiyana xwe nîşan bidin. Heta di beytekê de li dijî mêrên Kurd derdikeve ku bi hişyarî ve mafê jiyanê ji jinan distînin.

Di hemû beytên vê helbestê de mamoste Hêmin behsa êş û rojreşiyên Kurd dike ku ji ber hin kiryar û reftarên mêran ku bi nehişyarî ve encam didin, nahêlin jinên Kurd bikevine qada zanist û jiyanê. Di her helbestekê de ku helbestvan di ciwankariya wêjeyî ya xwe tohmetbarkirinê de sûd werdigire, tê wê wateyê ku helbestvan dixwaze civak xwe bibîne. Di xwe tometbarkirinê de herçiqas helbestvan êrîşî ser civaka xwe dike, di heman demê de jî behsa bedewiyên civakê jî dike.

Helbestvan demekê sûd ji xwe tohmetbarkirinê werdigire ku civak rastî tevlîheviyê hatiye û ti kes û aliyek jî xwe bi berpirsiyar nizane. Pirsgirêka aborî û civakî pêsîra civakê girtiye. Bêhêvîtî bi ser civakê de serdest bûye. Xwe tohmetbarkirin di helbestê de wê yekê nîşan dide ku helbestvan kesek xakî ye û dixwaze bi niqiçlêdan û gestina civakê, takan bide hişyarkirin.

Mamoste Hêmin di helbesta “Yadîgara Şîrîn” de gelek bi ciwanî û vekirî ve behsa civaka Kurdewarî dike ku çiqas rastî pirsgirêka civakî hatiye.

Deqa vê helbesta mamoste Hêmin li vir bixwînin.

KURDŞOP
298 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!