Doktor “Îbrahîm Yûnisî” û behsa Kurd û perawêza rewşenbîriya Farsî

Dr. Azad Mukrî

 

Nûciwanê 17 salî sala 1322ê Rojî, dema ku ji Baneya Kurdistanê ve çû xwendingeha leşkerî ya Tehranê hêşta nedizanî rojekê dê mebesta wî bibe nasandina xelkê Kurd û çanda wan.

Îbrahîm Yûnisî li xwendingeha leşkerî ya Tehranê dîploma xwe wergirt. Heyamek piştê wê yekê dibe piledarekî siwar ê leşkerî û ji bo Urmiyê tê şandin û her li wir jinê dixwaze. Li wir gulleyek bi lingê wî dikeve û dibirin. Ji aliyê Ertêşê ve dişînine welatê Almanê bo wê ku lingê wî çê bikin û di encamê de piştî dermankirinê vedigerînin. Di sala 1332ê Rojî de tevlî saziyek siyasî ya bi navê Partiya “Tûde” dibe û wek piledarekî di beşa leşkerî ya Partiya Tûde de dixebite.

Hêdî hêdî endamên vê saziyê ji aliyê rejîma Şah ve têne binçavkirin û Îbrahîm Yûnis jî wek çalakvanek vê saziyê tê girtin û dixine girtîgehê. Piştî dadgehîkirinê bi darvekirinê tê sizadan, lê çimkî di Ertêşê de lingek xwe ji dest dabû û ji ber Ertêşê seqet bibû, pileyekê ji sizayê wî kêm dikin û bi girtîgeha heta hetayî siza didin.

Ew kesên ku bi Îbrahîm Yûnisî ve hatibûne girtin, tev xwendekar bûn û her lewama li cem wan hêdî hêdî fêrê zimanê Feransî dibe û paşê jî xwe fêrê zimanê Îngilîzî dike.

Ji girtîgehê ve bi çend binke û navendên Soviyet û Ewropayê ve pêwedniyê digire û her li wir di dibistana navdewletî ya Brîtanyayê de navnivîsî dike. Ew dibistan bi berdewamî pirtûkan bo dişîne û Îbrahîm Yûnisî jî hem dixwîne û hem jî bi xwe dest bi wergêran û nivîsînê dike.

Di girtîgehê de pirtûka “Hunera Çîroknivîsiyê” dinivîse. Ew pirtûke yekem pirtûk û girîngtirîn pirtûk e di warê çîroknivîsiyê de ku li Îranê hatiye belavkirin û dehan sal e nivîskarên Îranî wekî çavkanî sûdê jê werdigirin. Heta piştî koça dawiya Yûnisî jî, Mehmûd Dewlet Abadî, mezintirîn romannivîsê Îranî, di nivîsên xwe de îşare bi wê yekê kiriye û gotiye, em hemû ji Îbrahîm Yûnisî ve hînê çîroknivîsî bûne. Paşê her li wir bi hevkariya Siyaweş Kesrayî yê helbestvanê mezin ê Fars, dest davêje bi wergêrana pirtûka “Hêviyên Mezin” a “Çaliz Dîkênz”. Paşê pirtûka “Xeyatî Hate Sehrkirin”ê ji nivîsa “Sulumin” wergêran dike. Piştî wê jî pirtûka “Mala Qanûn Lêdayî” û “Spartakûs” û “Şêrlî” û hwd her li girtîgehê wergêran dike.

Paşê girtîgehê bi “Mihemed Qazî” re dibe hevkar û di kompaniyeke Danmarkî de dest davêje bi karkirinê. Paşê bi şêweyekî fermî di du waran de dest davêje bi karê wergêrandinê. Îbrahîm Yûsifî baştirîn pirtûkên çîrokî yên cîhanê bo ser zimanê Farsî wergêran kir. Lê çimkî Kurd bû hertimî dilî wî bo xelkê Kurd lêdaye û di bîra Kurdistan û gelê Kurd de bûye. Her lewma zêdetir ji 10 pirtûkên gelek girîng bo Kurdan wergêran kir. Ew pirtûkên wî wergêran kirine û behsa Kurd bûne, xwînereke zêde ji Fars û Kurd hebûne. Tevahiya wan pirtûkane behsa dîrok û çanda Kurdan dikin. Her lewma nivîskarên Fars li ser wê bawerê ne ku Îbrahîm Yûnisî heta mir şanazî bi Kurd û Kurdayetiyê ve dikir.

Pirtûkên “Îdgar Obalas û Canatan Rêndêl” û gelek pirtûkên dinê yên dîrokî û rohnkariyên siyasî yên Kurdistanê, roleke baş di têgihandina Farszimanan de derbarê pirsgirêka Kurd hebûne. Îbrahîm Yûnisî ji xeynî wergêranê, zehmeteke zêde jî bo xwendinê kêşa û di encamê de hevdem digel wergêrana pirtûkên baş ên cîhanê, xwendina xwe berdewam kir û karî di zanistgeha Sorbona Parîsê de doktoraya aborî werbigire.

Dr. Îbrahîm Yûnisî di heyama 85 saleya temenê xwe yê bi nirx de 85 pirtûkên giranbuha ji zimanên Îngilîzî û Feransî ve wergêran kiriye.

Ew ji wan çalakiyên Yûnisî bûn ku hatine behskirin û bandora wan hatine gengeşekirin. Lê aliyek ji berhemên wî nivîskarê ti carî ji aliyê nivîskarên Îranî ve nehatiye lênihêrîn û heta hatine perdepoşkirin. Ew jî romanên Yûnisî ne. Yûnisî di heyama temenê xwe de 12 roman nivîsine ku her hemûyê wan behsa pirsgirêka Kurd û xebata Kurd bo bidestxistina mafê xwe dike. Her lewam rexnegirên Farsziman di warê wêjeya çîrokî de guh nedane berhemên çîrokî yên Îbrahîm Yûnisî. Hekî na hem naverok hem teknîka romanên wî di asta baştirîn nivîskarên Îranê de ne. Ew romanane heta nûgeriyeke ewqas zêde tê de heye ku bikin bi mînaka serkeftî ya romanên Îranî. Lê mixabin heta niha jî, ji ber wê ku ew romanane pirsgirêka Kurd bi hunertirîn şêwe raxistiye ber çavan, nehatine lênihêrîn û ji aliyê civaka Fars ve hatine perawêzxistin.

Beşek ji berhemên Dr. Îbrahîm Yûnisî pêk hatine ji van pirtûkane:

Nivîsên Yûnisî

1- Hunera Çîroknivîsî

2- Evîndaran (roman)

3- Xeyal Bi Xeyal (roman)

4- Dayîka Min Dîsan Giriya (roman)

5- Kumxwar û Qereç (roman)

6- Goristana Xerîban (roman 1358ê Rojî)

7- Gulîlkdana Bax  (roman)

8- Dada Şîrîn  (roman)

9- Xemên Şeva Bêdawî  (roman)

Dua Ji Bo Armen  (roman)

11- Xêrhatî  (roman)

12- Zivistana Bê Bihar (bîranîn)

Wergêranên Yûnisî derbarê Kurdistanê:

1- Civaknasiya Xelkê Kurd (Destpêk, Şêx û Dewlet) - Martin Van Bruinsen

2- Tevgera Netewî ya Kurd - Chris Kuchera

3- Bi vê riswayî çi lêbûrînek - Randall Jonathan

4- Meseleya Kurd û Pêwendiya Îran û Tirkiye – Elsen Robert

5- Gera li Kurdistana Tirkiyê - Sherin Laser

6- Kurd, Tirk û Ereb - Cecil J. Edmonds

7- Tevgera Netewî ya Kurd - Kurdologê Fransî Chris Kuchera

8- Dîroka Kurdî ya Hevdem - David McDowell

9- Serhildana Şêx Seîdê Pîran - Robert Olsen

10- Kurd û Kurdistan - Derek Keenan

Beşek ji pirtûkên Yûnisî ji wêjeya cîhanî ve:

11- Hêviyên Mezin - Charles Dickens (1336)

12- Wêjeya Afrîqayê

13- Dîroka wêjeya Yûnanê - Rose Herbert Jennings

14- Piştgir - Drais Tudor

15 Hunera Pêşanname Nivîsî

16- Bahoz - William Shakespeare

 17- Taybetmendiyên Romanê

18- Eger Bill Street Ziman Hebûya

19- Cotek Çavên Şîn - Thomas Hardy

20- 20. Dûr ji Xelkê Aloz- Thomas Hardy

21- Lêborîna Bê Navûnîşan- Thomas Hardy

22- Muzîk û Bêdengî - Roz Tara Min

23- Vegera Xwecihî - Thomas Hardy

24- Mirovê Ku Roj Di Dest De Hebû - Jack Raymond Jones

25- Hêmaçî- Charles Dickens

26- Çîroka Du Bajar - Charles Dickens

27- Charles Dickens - Barbara Hardy

28- Lênûsa Bîranînê ya Rojaneya Nivîskarekê - Fyodor Mikhailovich Dostoyevsky

29- Kurd- Mistefa Nazdar

30- Spartacus - Fast Howard

31- Jiyan û Ramanên Birêz Tristram Shandy - Sterne Lawrence

32- Destê Tewandî - Thomas Hardy

33- Dîroka Civakî ya Hunerê - Howes Arnold

34- Têrî di Wêjeya Rojava de - Priestley, John Boynton

35- Dîroka Edebiyata Rûsî - Mirsky CD

36- Mîrata Nehs - George Gissing

37- Linmara, Eşq û Hêvî - Catherine Gaskin

38- Jina Şîşeyî

39- Hêlîna Teyrê - Hun Constance

40- Thomas Hardy - Lewis CD

KURDŞOP
286 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!