Hevkariya helbest û felsefê - Beşa 4em

Kamran Simo Hedilî

 

beşa  sêyem a vê gotarê li vir bixwînin

 

Di Afirandinê De Tiştên Feylezof Dihizirin Helbestvan Dijîn

Tiştên afirînerên mezin li jiyanê dihêlin ji dengê wan pirtir, raman, nêrîn û xwe ragirtina wan a li pêşberî afirandinê ye. Hin ji wan helbestvan û feylezofan berî me, bi hezaran salan mirine û me qet dengê wan nebihîstiye. Lê em bi dilxweşî afirandinên wan dixwînin û wana di berhemên xwe de bi bîr tînin.

Helbestvan bi bawerî nêzîkî nivîsandina helbestê dibin. Helbestên xwe wer li ser bingehên saxlem û bi peyvên hilbijartî dihûnin da helbestên wan bi hezarên salan werin xwendin. Em baş dizanin, helbest ne tenê di nebûnê de kombûna dengên xweş in. Di hebûna afirandinê de rêkûpêkkirina raman, hest û nêrînên pêşerojê ne.

Ji ber vê teybetmendiya helbestê ye, Helbestvanê Fransî Charles Baudelaie (Bodler) dibêje; ‘‘helbest felsefeye.’’

Ev gotina Bodler tê wateya helbest felsefeya jiyanê ye, ne dengên bêwate û vala yên bi tenê li guhan xweş têne. Berî her tiştî, armanca gotina helbestê hişyarkirina hest û ramanên xwendevanan e. Ev bi serê xwe felsefeya perwerdê ye û ji felsefê ne dûr e.

Heke mirov bi çavên felsefî helbest bixwîne û binirxîne, mirovê gelek motîvên felsefê di helbestê de bibîne. Mînak helbestvan pirsgirêkên di hebûna mirov de heyîn, rewşên derûnî yên cuda, têkiliyên mirovan û xweza yê, aloziyên di navbera mirovan de derdikevine pêş, dikine mijarên helbestên xwe. Lê tê zanîn feylezof jî van motîvan dikine mijarên felsefeya xwe.

Têkiliyên helbest û felsefê ji destpêka dîroka hizirkirina mirovan ve, destpêkiriye û heta roja me hatine.

Bi vê têkiliya nêzîk û dîrokî re jî, hin feylezofan xwe dûrî helbest girtin. Helbestvanên felsefê ji helbestên xwe dûr digirin jî ne kêm in. Lê bi piranî yên dîwarên qalin nexistine navbera felsefê û helbestê derdikevine pêşberî me. Bê çawa feylezof cihê helbestê di felsefê de dibînin û wê bi cih dikin. Her wisa helbestvan jî di helbestê de cihê ji felsefê re dibinin û helbestên xwe bi motîvên felsefî dihûnin.

Di warê afirandinê de tiştên feylezof dihizirin, helbestvan dijîn. Tiştên helbestvan dijîn feylezof di kûrahiya bîra ramanê de dihizirin. Feylezof, helbestvanên bihizir digihine (pergalê) rêkûpêkiyê ne. Helbestvan jî, feylezofên bi kiryarê ji rêkûpêkiya jiyanê dibuhûrin ne. Feylezof bi pîvan dihizirin û hizirên xwe di nav rêkûpêkiyekê de di mijarê de bi cih dikin. Lê helbestvan xweşik dihizirin, xweş dipeyivin û afirînerên xweşik dibêjin in.

Bi gotineke din, feylezof yekser dikevin nav mijarê û mijarên xwe şîrove dikin. Bi derbirîneke rasterast bi hêza xeyalê û ramanê felsefa xwe çêdikin. Feylezof ji bona gotina xwe bide pejirandin bi dehan mînakan didin. Li derdora mijarê digerin, dixwazin wê bidin peyitandin. Li beşê berê min got, xwendevan li gotinên feylezofan dinêrin û dixwazin bizanibin feylezofan çi gotine. Lê li ya helbestvanan bê çawa gotine dinêrin. Ji ber wê xwendevan li gorî derûniya xwe ya wê kêliya helbestê dixwînin şirove dikin û weke dihizirin têdigihin. Ji ber helbestvan, hin caran xwe berdide nav coşa herika hestan. Hin caran li nav kûrahiya ramanê xwe winda dikin û ji qolincên ser û dil helbestên wan dizên mîna teqîna volqanê ji dûr ve rengê wan têne dîtin.

Cihên helbest dertê pêş, bi piranî bizava rojane ya kesên civat ji wan pêk tê ye. Pesinê Ezdanan, yê pêşengên olî, reveberên siyasî û civakî, hesreta aşiq û maşûqan, teswîra deşt, çiyan, xemgînî, şadî, seyrangeh, derya, keriyên ajelan, refên firindan, birûsk, dengên ewran, baran, berf û xunava li ser lêvên kulîlkan e. Ev ji felsefê pirtir bi helbestê têne ziman. Ji van nav û sembolan re lêkolîneke dûr û dirêj divê ji bona bikaranîna wan di gotinê de wate bibînin. Helbestvan xwe berdidin nav herika coşa bûyeran û bi wê coş û kelecanê bûyeran tînin ziman.

Li hin cihan helbestvan bi ramanê xwe berdidin bîra feylezofan û di bîrê de li çirûska mirovahiyê rizgar bikin digerin. Ji bona vê yekê mirov nikare bêje, helbest ji felsefê gelekî cuda ye, an jî felsefe bi xwe ye. Lê mirov dikare bêje, du hevkarên hev yên jiyanê yên baş in û hevûdu temam dikin.

Girîngiya teybetmendiya helbesta xwedî felsefe ya herî girîng ew e, mirov di navenda wê de cih digire. Hewes, daxwaz û armancên mirov tîne ziman. Li dijî astengkirinên li pêş, pêşveçûna mirovahiyê rexnegir û serhildêr e.

Di dîtina min de, helbestên bê felsefe weke mankênên (bûkên lastîkî) di vîtrînên reklaman de bê giyan in. Mankênên lastîkî çi qasî xweşik bin jî, nabin weke mankênên zindî. Helbest jî çi qasî bi gotinên lihevhatî werin avakirin û wêneyên xweşik di wan de hebin jî, heke felsefeya jiyanê di wan de nebe wisa bê giyan in.

Kesên mijûlî nivîsandina helbestê ne û xwe helbestvan dibînin, bizanîn raman û nêrînên xwe yên jiyanê tînin ziman. Bi qolincên mêjî û bi jenîna dilê xwe helbestê li nav herika dîrokê diherikînin. Helbestên xwe bi kelecana hestan û bi têgihîştina serdema xwe dinivîsin. Helbestvanên bi wê têgihîştin û baweriyê helbestê dinivîsin, sedên salan di ser nivîsandina helbestên wan re derbas bibin jî, dê xwendevanên xwe bibînin. Ew helbestvan bi xwe helbestên xwe li ser baskên ewran siwar dikin û li welatên nenas digerînin. Ew helbestên xwe dikin qasidê belavkirina rêkûpêkiya jiyanê û dilxweşiyê. Helbestvanên welê dinivîsin, dikin xwendevanên helbestê ji kaniyên nû ava zelal vexwin û kulîlkên nû dipişkivin bêhn bikin. Yên welê dinivîsin, dikin xwendevanên wan bi her xwendina helbestê re, tiştekî nû bihizirin. Bi pêşkêşkirina helbestê re felsefeya xwe ya jiyanê jî pêşkêşî xwendevanan dikin.

Hest û ramanên xwe bi hostatî di nav tevna helbestê de dihûnin û digihine felsefeya helbestvaniya xwe.

Pêşî xwe ji zincîrên koletî û dîlîtiya zihîn rizgar dikin, piştre helbestên xwe dinivîsin. Hemû dîwarên li ber pêş ve çûna mirovahiyê dibin asten, çi olî bin, çi îdolojîkî bin, çi yên sîstemên heyî bin, rakirina wan ji xwe re dikin armanc. Bi xirakirina dîwaran, ramanê ji têgîneke bêgiyan û mirî derdixin û dikin amûra pêşxistina jiyanê. Hest û ramanên xwe bi vê felsefê dihûnin û pêşkêşî xwendevanên xwe dikin.

 

KURDŞOP
192 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!