Peyvek bo roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkî

Bi mebesta parastin û piştevanîkirina cihêrengî ya ziman û handana perwerdehiya çend zimanî, herwisa ji bo hişyarkirina xelkê ji kevneşopiyên zimanî û kultûran li ser bingeha hevtêgihîştin û lêborînî û diyalogê, Saziya UNSCOyê di kombûna 30 a Konferansa Giştî ya xwe de li sala 1999an, 21ê Şibatê wek roja Cîhanî ya Zimanê Dayîkî diyarî kir. Ev nivîsa jêrîn bi hilkefta vê rojê hatiye nivîsîn.

Pêşewa Kurdistanî

 

Yek ji encamên şoreşên Ferane, Îngilîz û Amerîkayê li Rojava, guherîna hesta dilsozî û nasnameyê ji împratorî ve bo dewlet-netewe û ji olbûnê ve bo netewebûnê û anîna holê ya têgeha “maf”ê bû ku di encamê de bûye çêkirina dewlet-neteweya navendxwazî ya xwedan pîşesazî û lîbralê;

Eva bû bi forma standar û destpêka avakirina siyasiyên modern. Berevajî serdema desthilata paşayetî ku di axa împratorî de pêwîstî bi takezimanî nebû û fermanên mîran ji aliyê efserên kergêrê du zimanî (çend zimanî) ve bi xelkê dihate gihandin; Di hikûmetên nû de vegerîna bo aliyê deng û nerînên xelkê di birêvebirina karûbarê dewletî de pêwîst bû bo wê ku rewatî û desthilatê bispêre bi hikûmetê da ku bi navê wan ve welat bi rê ve bibe. Di rewşek wiha de hebûna kanaleke pêwendiya daalî di navbera hikûmet û netewe de û di encamê de, pêwîstiya şiyana axaftinkirinê bi zimanekî fermî yan nîştimanî ji aliyê hemû hevwelatiyan ve hate holê. (Rayt, 2004: 31)

Li Feransayê mafê axaftinê yê bi zimanê desthilatdariyê ku berê di destê elîtên civakê de bû, bi hinceta sepandina demokrasiyê ji her kesî re hate bexşîn û wek erkeke neteweyî bi ser hemû xelkê Feransayê de hate sepandin û di encamê de komara nû li ser bingeha “yek ziman, yek netewe û yek hikûmet”ê hate avakirin. Ev wekî prensîb zû ji hêla piraniya dewletên nû-damezrandî ve di sedsala 19an de hate lasayîkirin (Jage, 2000:73). Tevî vê yekê jî, kongreya Viyanê di sala 1825an de, ji bilî pênasekirina “kêmîneyan” wek “girûpek neteweyî”, mafên medenî û siyasî û azadiyên olî da wan (Preiss, 1998: 60).

Piştre heman bingeha “yek ziman, yek netewe û yek dewlet”, bêyî guhdan bi paşxane, bestên û sedemên derketina holê di Ewropaya sedsala nozdehan de û tenê bi merema asmîlekirina ziman û kultûr û hewldan bo berdewamkirina desthilatê, kete nav bernameya karê hikûmetên dîktatorî yên Riza Xan li Îranê û Ataturk li Tirkiyê, û mixabin heta îro jî tê cîbicîkirin.

Piştî şerê cîhanî yê yekem, pirsa kêmîneyên netewî wekî sedemek egera nakokiyên navbera hikûmetan li ser asta navneteweyî serî hilda (Hanum, 1996: 53). Piştî damezrandina Neteweyên Yekbûyî, bi mebesta çareserkirina wan nakokiyan ku ji ber xwenîşandanên kêmîneyên netewî bi mebesta gihîştin bi aşitî û asayişa cîhanê çê bû, ev mafên bingehîn ên jêrîn ku kakilê hevpar a hemû peymannameyên tevlîbûn bi parastina kêmîneyên neteweyî bû, ji aliyê hemû welatan ve hate qebûlkirin:

Mafê hevwelatîbûn û daxwazkirina regeznameyê; Mafê jiyan û azadiya raderbirîn; Mafê azadiya bawer û azadiya encamdana rêûresmên olî û di her du warên taybet û giştî de; Mafê wekhevî û ciyawazînekirin li ser bingeha regez, ziman û ol; Mafê avakirina damezraweyên taybet bo bikaranîna ziman û encamdana karûbarên olî; Û mafê hebûna sindoqa darayî ya giştî bi mebesta karê perwerdehî, olî yan xêrxwazî. (Warrens, 2001: 5).

Pêka madeyên rêkeftinnameya navdewletî ya rêgirîkirin û sizadana tawanên jenosaydê di carnameya mafên mirovî a sala 1984an, jenosayda çandî û zimanî pêk hatiye ji “veguhastina bi zorê ya zarokan ji girûpekê ve bo girûpek dinê” yan “pêşîgirtin ji bikaranîna zimanê endamên girûpê ji reftarên rojane yan dibistanan, yan di çapemeniyan de”. Herwisa beşa 107 a peymannameya Saziya Karî ya Navdewletî li sala 1857an, li pêwendî digel endamên eşîre û xelkê resen ên navçeyekê, perwerdeya bi zamanê dayîkiya wan bi mafê wan tê zanîn. Ji bilî wê jî, madeya 5 (1)(c) a peymannameya UNSCOyê li dijî cudatîdanîn di warê perwerdeyê de li sala 1960an, bi fermî dibêje:

“Endamên kêmîneyên netewî mafê encamdana çalakî û karûbarên perwerdeyî, ji wan jî birêvebirina dibistanan û bikaranîna zimanê dayîkî yê xwe hene.” Ji aliyek dinê ve, di madeya 30 a rêkeftinnameya Netewên Yekbûyî de bo mafê zarokan li sala 1990an hatiye ku “li wan welatên ku kêmîneyên regezî, olî û zimanî tê de dijîn, mafê wan zarokên ku endamê yek ji van girûpane ne, derheq sûdwergirtin ji kultûr û nîşandana baweriya xwe bi olekê û encamdana karûbarên olî û bikaranîna zimanê wan nabe bê piştguhavêtin. Ji xeynî ew yekane jî, carnameya netewên yekbûyî derheq mafê endamên kîmîneyên zimanî, olî û neteweyî li sala 1992an, welatan pêbend dike bi piştevanî û parastina wan û herwisa dibêje: Divê şert û mercên pêwîst bêne afirandin bo bihêzkirin û berfirehkirina nasnameya xwe û dabînkirina zemîne û derfeta pêwîst bo fêrkirin û fêrbûn bi zimanê dayîkî.

“Skotnab Kangas” pêka pênaseya jenosaydê li rêkeftinnameya navdewletî ya rêgirî û sizadana tawana jenosaydê li sala 1948an, her yek ji van kiryarên jêrîn bi jenosayd pênase dike:

A: Kuştina endamên girûp. B: Tûşkirina birînên laşî yan derûnî yên tund li dijî endamên girûpê. P: Pilandanîn bo wan mercên ku dibine sedema jinavçûna laşî ya hemûyan yan beşek ji girûpê û sepandin bi ser jiyana wan de.

T: Sepandina şêwazên pêşîgirtina zayînê bi ser endamên girûpê de. C: Cudakirina zarokan ji girûpekê û veguhastina wan bi awayê zorê bo girûpek dinê. Bi mebesta jinavbirina hemû yan beşeke ji girûpeke netewî û regezî û olî. Herwisa pêka encama lêkolîna keysan ji navçeyên cuda yên cîhanê, li ser wê bawerê ye ku perwerdehiya bi neçarî ya zarokên xeyre zikmakî di dibistanan de dikare bibe sedema cudabûna zarokan ji girûpekê û veguhastina wan bi awayê zorê bo girûpek din a zimanî. Eva jî bi pênaseya jenosaydê re tê yekgirtin û her lewma xwîndin bi zimanekî xeynî zimanê dayîkî sedemek e bo asmîlekirina ziman û çandê û eva mînakek ji jenosaydê ye.  (Skotnab Kangas, 2010).

Wright, S. (2004) Language Policy and Language Planning. London: Palgrave.

Hannum, H. (1996) Autonomy, Sovereignty, and Self-Determination. Philadelphia: University of Pennsylvania Press.

Judge, A. (2000) ‘France: One state, one nation, one language?’ in S. Barbour and C. Carmichael (eds) Language and Nationalism in Europe. Oxford: Oxford University Press.

Preece, J. J. (1998) National Minorities and the European Nation-States System. Oxford: Clarendon.

Varennes, F. (2001) ‘The Linguistic Rights of Minorities in Europe’, in S. Trifunovska (ed) Minority Rights in Europe European Minorities and Languages. The Hague: Kluwer Law International.

Skutnabb-Kangas, Tove & Robert Dunbar (2010) Indigenous Children’s Education as Linguistic Genocide and a Crime Against Humanity? A Global View.

 

Çavkanî:

Zahidî. Sidêq. “Ziyannasiya Perwerdehî Ya Bi Zorê Bi Zimanê Xeyre Zikmakî” Feslnameya Ferhengî ya Haya” . Payîz 2014. Hejmar 7 û 8. R 147

KURDŞOP
200 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!