Erdnîgariya dîrokî û kultûrî ya Kurd di helbestên “Hemdî” de

Dr. Azad Mukrî

 

“Ehmed Begê”ê kurê “Fetah Beg”ê Erazî, naskirî bi “Hemdî” yek ji helbestvanên mezin ê wêjeya kilasîk a Kurdî ye ku di sala 1876an de ji dayîk bûye û sala 1936an koça dawî kiriye. Hemdî ji malbata naskirî ya Sahîb Qeran e. Ew biraziyê helbestavê mezin ê Kurd “Mistefa Begê Kurdî” û pizmamê “Salim”ê helbestvan e. Li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye û her li vî bajarî jî koça dawî kiriye. Xwendina xwe ya destpêkî wekî hemû xwendevanên serdema kevn bi xwendina pirtûkên olî û wêjeyî dest pê kiriye. Destpêkê li cem bavê xwe wate “Fetah Beg” ders xwendiye. Paşê li mizgeftên bajarê Silêmaniyê xwendina xwe berdewam kiriye û piştre bo berdeamiya xwendinê navê xwe li dibistana Reşîdiye nivîsiye û ders xwandiye. Heyamekê jî li Xaneqaya Mehwî ku qadek bûye ji bo xwendin û fêrbûna zanist û terîqetê, ders xwendiye.

Piştî wê ku xwendina xwe ya seretayî diqedîne, dibe bi xwendekarek baş, bîra rêwingî û nasîna derdora xwe dikeve serê wî ku hindekê navçeyên derdorê Kurdistanê bibîne. Her bi vê meramê serdana welatê Îranê dike û çendîn bajarên mezin ên Îranê yên wekî Tewrêz û bajarên rojavayê Îranê dibîne. Paşê berê xwe dide Bexdayê û bi wê metropol û bajarê mezin re hevnas dibe.

Hemdî ji ber xwendevariya xwe û malbata xwe gelek hogirê ziman û wêje, dîrok û civaka Kurdewarî dibe. Her lewma êş û azarên netewa Kurd seh dike û piştî serhildana Şêx Mehmûd li dijî desthilatdarên ser axa Kurdistanê, tevlî şoreşgerên alîgir ên Şêx Mehmûd dibe. Li şer û pevçûnên Şêx Mehmûd bi spaha neyarên Kurdistanê wate Tirk û Îngilîzan re beşdarî dike. Heta dema ku Şêx Mehmûd ji aliyê Îngilîzan ve tê girtin û bo Hindûstanê tê dûrxistin. Lê ew di nebûna Şêx Mehmûd de jî dirêje bi hizr û bîrekê dide ku mezinkirin û standina mafê Kurd ji aliyê Şêx Mehmûd ve kar bo hatibû kirin û xwîn bo hatibû riştin. Lewma piştî vegerîna Şêx Mehmûd di sala 1922an de û piştî damezrandina hikûmeta demkî ya Kurdistanê ji aliyê Şêx Mehmûd ve, dibe berpirsê gumrikê. Pêwendiya Hemdiyê helbestvan bi Şêx Mehmûdê siyasetvan û rêber re, gelek berdewamê nayêne û ji ber hin pisrgirêkan ji salên 1923an vir ve pêwendiya Hemdî bi Şêx Mehmûd re namîne.

Piştî vê ku hikûmeta Iraqê li sala 1924an dest bi ser welatê Kurdistanê de digire û hikûmeta Şêx têk diçe, Hemdiyê helbestvan, rewşenbîr û xwendevar, ji ber xwendevarî û pileya ku di nav civakê de hebû, wek Serokê Belediya Silêmanî û Çavdêrêr Eşayirên navçeya Sordaşê tê hilbijartin. Lê mana wî li ser wê postê û karê wî gelek berdewam nabe û di sala 1926an de bo hertimî dev ji karê hikûmetî berdide û di encamê de li sala 1936an li temenê 60 saliyê li bajarê Silêmanî koça dawî dike û li gira Seywan tê axspartin.

Hemdî ji xeynî hebûna pile û payeke civakî û siyasî ku li bajarê Silêmanî û Kurdistanê hebûye, wek edîb jî pêleyeke bilind di nav edebiyata kilasîk a Kurdî de bo xwe bi dest xistiye û yek ji dirêjederê bi şiyan ê rêzaba wêjeyî ya Kurdî ye û mîratgirê dibistana Mistefa Begê Kurdî û Salim û ji rêya wan ve Nalî û Mehwî ye. Lewma di dawiya sedsala nozdehem û destpêka sedsala bîstem de, ew nûnerekî baş ê dibistana edebî ya Baban e. Her çende di warê hizrî de helbestên wî heta qasekî deyndarê helbesta helbestvanê navbirî ye, lê bi giştî Hemdî helbestvanek e ku xwastiye ji wan çavkaniyan bîra xwe berfireh bike, lê belê ew aliyekî tarî yê civakî û siyasî jî ku ji pêşiyên xwe yên wekî Nalî, Mehwî, Kurdî û Salim wergirtiye, xêz dike.

Eger helbestvanên wekî Kurdî û heta Mehwî di helbestên wan de hin îşareyên Kurdane û netewperestî têne dîtin, ev pêwendiya helbesta Hemdî ji ber tevlîheviya wî ya bi tevgerên siyasî û şoreşgerî yên Kurdî re gelek tundtir e û di wêjeya kilasîk de gotareke nû çê kiriye. Gotarek ku di helbestên gelek helbestvanên beriya wî de, wek mînak di helbestên Mehwî û Hacî Qadir de tê dîtin. Lê di helbestên Hemdî de gotara netewperestî roleke sereke dilîze û helbest dibe çarçoveyek ji bo derbirîna hestên netewî. Ew helbestvane bîrmendekî rewşenbîr ê Kurd di dawiya sedsala 19em de li bajarê Silêmaniyê ye.

Nasiyarbûna Hemdî bi herêmên cur bi cur ên Kurdistanê re û bi giştî erdnîgariya çandî, siyasî, sirûştî û aborî ya Kurdistanê, karek kiriye ku hizra wî ji hizreke navçeyî re derkeve û bibe ramanek berfireh, seranserî û neteweyî. Yanî daxwaz û xwestekên ku Hemdî di helbestên xwe de tîne ziman, tenê daxwaz û xwestekên herêmeke Kurdistanê nîne, belkî daxwazek e ku tevahiya Kurdistanê di nav xwe de dibîne û her bi vî rengî em dikarin pêka ew nîşaneyên erdnîgarî yên di helbestên wî de hatine vehûnandin, Kurdistanek mezin bikêşin.

Eger em tenê helbestek wî bikine pîver û li ser wê helbestê bipeyvin, ewa em dikarin helbetsa “Ey Weten” a Hemdî destnîşan bikin. Ew helbeste helbestek e ku tevahiya wan nîşaneyan tê de ne ku nîşanderê wê yekê ne ku helbestvan çiqas agehdarê erdnîgariya dîrokî û siyasî ya welatê xwe ye ku ji aliyê xwedanhêzên cîhanê ve hatiye parvekirin. Hemdî di helbesta “Ey Weten” de behsa wê yekê dike ku çawa welatî wî ji aliyê rojavayiyan û rojhilatiyan ve wate împratorên rojava yan Rom û rojhilatî yan Osmanî û Qacarî ve hatiye dagîrkirin.

Lê ew bi berdewamî di deqên xwe de berevanî ji welatekî dike ku hatiye dagîrkirin. Behsa erdnîgariyeke mirovî ya bi hêz, erdnîgariyeke aborî ya bi bereket û erdnîgariyeke bedew û dewlemend ya sirûştî dike. Em her yek ji van dikarin di lib bi libê helbestên wî de, bi taybetî jî di wê helbesta Hemdî de dibînin. Heta radeya ku herêmên cur bi cur ên beşên cuda yên Kurdistanê bi hev re girêdide. Di helbestekê de behsa Kajaw, Şemzînan, Badînan, Barzan, Hewraman, Wan, Qesrî Şîrîn, Peykûle, Qendîl, Pîremegrûn û hwd û girêdana parçeyên erdnîgarî yên ku dagîrkerên Kurdistanê ji hev hilweşandine, dike.

Bi vî rengî ji van navçeyên ku wî navê wan aniye, dengek tê bihîstin ku dengê azadîxwazî û dengê bindestbûna neteweyekê ye. Ku wisa ye Hemdî helbestvanek e di helbestên wî de erdnîgariya kultûrî û siyasî û dîrokî ya netewa xwe xemilandiye.

 

Ey weten rom û ecem muştaqî Kurdistanite

Îftîxarî mîletî Kurd şewketî înwanite

Besit serberzî êvaran û sibeynan mang û roj

Wek nîşanî îftixarî sing û necmey şanite

Berq ede û erijê wekû emwacî gewher çeşmekan

Ave ya ruhî rewanî çeşmeyî heywanite

Ave ya nûre le eksî xor ku debirîskêtewe

Ehlî hîkmet wa dezanê durrekanî kanite

Gulgulî sor û sipî xalxalî xakî reş elêy

Podreyî roxsar û surmey riştinî çavanite

Aşiqî rengî xezanî tuye boye dê behar

Feslî havîn germî meylî befrekey zistanite

Bo çî enbarî zexîrey kaînate şarezûr

Şehirbazarî xwanî mîwane leber mîwanite

Basî mîwey to dekem boye qelem hatûte ber

Bestekanim besteyî ehlî dil û îrfanite

Bo emey carê beserta pê nenêm efkarî min

Ya beser rûyiştine ya serbeser hîcranite

Pilpiley piçtênî zêrînî hebîbî qewmî Kurd

Zirzire û piştineyî berdînî qed şaxanite

Poye sîrwan û zerb bo şalî çoxe û rankit

Wek herîr dîcley cezîre ba ededey bo tanite

Kurd kurekajawî lûtî wa bilind kirdûtewe

Her wekû şemzînî badîn arezûy berzanite

Asiman û şaxî beriz û sethî erzit derdexa

Malî Kurdît û ewe dîwar û hewşe û banite

Peykolî ta Qesrî Şîrîn rakişawe pêy kulî

Destî Qendîlit dirêje bo çiraçî wanite

Pîremegirdûn tacî şahaney beser berzî firanid

Tem demawend dagirê mehcûbî Hewramanite

Xettî dîwanî şikestey gird û lûtî berzî şax

Wazîhe bo serbexoyî tûreyî fermanite

Car be car Hemdî gilet ger lê bike naheq nîye

Cerde ramegire nelên xelqî ke canî canite

KURDŞOP
206 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!