Cureyên Çîrokên Zarokan- beşa 1em

Evîn Teyfûr

 

Çîrokên lawiran

Ev cure çîrok ji bo zarokan, bi taybetî ji bo zarokên qonaxa destpêkê (3-6 salî) yek ji wan çîrokên herî balkêş e. Di vî temenî de bi taybet rengê çîrokên lawiran ji yên din bêhtir bala zarokan dikşîne. Sedema vê yekê jî ji ber ku zarokê/a biçûk gava li nêzî lawiran be bi şadiyê hîs dike. Lewma gava hevaltiyê bi wan re dike, wan ji xwe ve nêz dibîne û dibe ku baweriya di wî lawirî de bêhtirî mezinan dibîne. Yanî di nava hevaltiyê de pê ve tê girêdan û pê xwe heyîna xwe nas dike û dibe ku têkiliya zarok bi wan heywanan re ji têkiliya bi kesên derdora wî û yên mezin re nêzîktir be.

Di vê cure çîrokan de lawirên kedîkirî û yên din rolên sereke dilîzin, ji ber ku di wan de karakterên sereke pêk tînin. Zarokên biçûk (pêşdibistanê) bi çîrokên sade yên bi naverokeke realîst û girêdayî jîngeha ku zarok tê de dijî, bala wan dikişîne.

Çîrokên lawiran armanc dikin ku wateyeke exlaqî, perwerdehî, raghandina pendekê an wateyeke wêjeyî raghînin. Bi riya çîrokê zarok bi awayekî teşwîqkirî fêrî van tiştan dibe. Lewma ev rengê çîrokî bihtir ji bo zarokên pêşdibistan re balkêş in. Lê divê ku têgihiştina laşî ya van ajalan ji bo zarokan ne zehmet be. Taybetmendiyên bedenî yên wek mirîşka sor û pisîka reş û ji bo van ajalan axaftin an jî deng û livîna wan rewa ye, ji ber ku zarok di vî temenî de ber bi wê baweriyê ve diçe ku tiştên bêcan, lawir û şînkahî diaxivin.

Ebdilfettah Ebo Meal li ser vê cure çîrokê wiha dibêje: "Ew çavkaniya herî girîng e ku çîrokên balkêş pêşkêşî wêjeya zarokan dike û ew yek ji çêtirîn cure çîrok û ya herî populer û herî zêde di nav zarokan de tê hezkirin. Ew çîrokên ku tê de heywan an çûk karakterê sereke ye, yek ji kevintirîn şêweyên çîrokê ye ku mirov nas kiriye, bikar aniye û jê sûd werdigire û bi vî awayî nêzîkî wî bûye, lewma normale ku têkeve nava ziman û efsaneyên wan."( EBO MEAL Ebdilfettah (2005), 11 r)

Ev çeşnê çîrokî ji kev de li derê cîhanê hatiye dîtin. Tim xwestiye ku şikil û rêbazên cuda yên ajalan bi awayekî hêsan nîşanî zarokan bide. Ji kevn de ajalan rola xwe ya girîng di nava efsaneya de lîstiye, ew jî bi riya çîrok û gotinên ku mirovan dikirin. Niha jî gellek çîrokên zarokan ên ajalan hene ku ramaneke perwerdehî û exlaqî nîşanî zarokan dide.

Çîrokên efsanewî

Di cîhana çîrokên zarokan ên tijî serpêhatiyên xeyalî, efsaneyan roleke xwe ye girîng heye. Nemaze ku ji zû de mirovan çîrok -li gorî baweriyên Yewnanî- li ser lehengên ku di diyardeyên xwezayî yên mîna bahoz, birûsk û rojê kontrol dikin, çêkirine. Dibe jî ku ev çîrok behsa qehremaniya gelekî ji gelan bike ku bûyerên wan ji dîrokê hatibe

Çîrokên efsanewî, çi jî yên rojavayî û çi jî yên rojhilatî, bêguman ji aliyekî ve xîtabî zarok dikin. Wek çîroka Aladîn û çiraya sihibaziyê, kurê qenc, çîroka Sinbad, Sîndirê  û hwd.  Li gorî Ehemed Fadil Şiblûl; "Efsane bi demê re ji aliyê hişê mirovî ve hatine parastin û ji bo gellek gelan bûne mîraseke mirovî ya gelêrî. Hin ji wan jî bûne çîrokên ku ji zarokan re berî razanê têne gotin û pirraniya wan ji bo zarokan bûne fîlmên karton."( FADIL ŞIBLÛL Ehmed (2021), «Zarok Û Efsaneyên Gelêrî», https://middle-east-online.com/)

Efsane dikare di hişmendiya hemû civakan de cih bigire. Lewma di van rewşan de bandora xwe çi erênî û çi jî neyinî be, li ser zarok û rêbaza wî/wê de xuya bike. Lewma jî dê û bav yan jî kesên ku ji zarokan re çîrokan dixwînin dikarin bi riya van çîrokên efsenewî, fikrên perwerdehî û xeyalî nîşanî zarokan bidin.

 

Berdewam dike…

KURDŞOP
146 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!