Hevkariya helbest û felsefê - Beşa dawî

Kamran Simo Hedilî

 

 Beşa çarem a vê gotarê li vir bixwnin

 

Helbestvan û Feylezof Nefsa Xwe Dikujin û Rizgar Dibin

Helbestvan û feylezof kesên li nav keftelefta bi nefsa xwe re li riya felsefe û helbesta xwe digerin in. Armanca wan a yekemîn ew e, bi têgînên xwe, bi hûnandina raman û hestên xwe, felsefeya jiyana bizanîn ji xwendevanan re bêjin. Hewl didin û dixwazin mirovan ji jiyana nezanînê û ji nêrînên teng rizgar bikin. Hemû hewildanên wan ew e, mirovahiyê bigihînin jiyaneke zana û hê xweştir. Dixwazin bi riya xwe zanekirinê, mirov xwe bigihîne asta jiyana Ezdanên efsanewî. Têkoşîna wan ew e, mirov bi azadî karibin biryarê li ser hatin û awayê jiyana xwe bidin. Mirov bi xwe bibin hikumdarên jiyana xwe û ji bona vê têkoşînê bidin.

Bi saya rênîşandana feylezof û helbestvanan, mirov fêrî hizirkirina kûr ya li tiştên nexuyaber dibin. Mirov bi riya xwendina helbestên xwedî felsefe, çêtir dikarin hişê xwe, bi rêkûpek bikar bînin û ramanên xwe baştir bihûnin. Fêr dibin êdî bi awayekî derwêşî çavgirtî, raman û hizirên heyîn napejirînin. Li hemberî hikumdarî û baweriyên hayîn bikevin nav gumanan. Lêkolînên xwe bikin, piştî aliyên rast û çewt tesbît bikin, nû biryara xwe li ser pejrandin an nepejrandina wan bidin.

Feylezof û helbestvan ji xwendevanan re nirxên mirov, civak û xwezayê dibêjin. Lê vê jî ji wan re dibêjin, ‘‘bi çavên pîroziyê li ti bûyar, tişt û kesan meyîze nekin.”  Bi helwestên xwe yên rexnegir û gumanber, rê li ber bawerkirina pîrozîyên neguhar digrin û guhartina her tiştî bi felsefe û helbestên xwe nîşanî dikin.

Li gel zaneyên helbest û felsefê, helbest ne tenê hest e, bi hestê re têgîna ramanê ye. Amûra rênîşandana pêşxistina mirovahiyê ye, bi saya wê hest û ramanên azadiyê di nav civatan de xorttir dibin.

Fridrich Schîller dibêje; “Mirovên azad dirûvên Ezdanan didin û mirovên nefsa xwe dikujin azad dibin.”

Mirovên azad ew mirov in, yên xwe gihandine têgihiştina felsefeya jiyanê. Xwe ji dîlîtiya tirs û nefsa xwe rizgar kirine. Di riya gihiştina rastiyê de bêwestan tekoşinê didin. Berî her kesî, ji her kesî zûtir jî helbestvan û feylezof li riya azadbûnê digerin û xwe azad dikin. Ne tenê li gorî hest û xeyalên xwe tevdigerin, hest û xeyalên xwe dikin bin fermana hişê xwe. Dixwazin ramana azadiyê ya xwe li hiş û giyanê wan pêçayî di dilê xwendevanan de biafirînin. Dixwazin, xwendevanan bi vê daxwaza jiyana bilind bînin coşê. Ji bona karibin vê armanca mezin û pîroz bi her kesî bidin bihîstin, nîşanî her çavên dibînin bikin, hemû hêza zanîna hişê xwe bi kar tînin.

Helbestvan û feylezofê Romayî Tîtus Lucretius Carus wisa dibêje; ‘‘kesên hişê xwe û rastiyan bikar bînin, digihijine asta mirovên bêhempa.’’

Helbestvan hest û ramanên xwe bi riya helbestê derdixine derve, wan xweşik di nav hev de dirêsin û digihînin xwendevanan. Bi vê mebestê dixwazin, raman û hestên xwe li nav civatê belav bikin, da hiş û wijdana civatê jî bilivînin. Ji bona karibin bala xwendevanan bikşînin ser peyama xwe, helbestê bi ramanên bi hestan hatin hûnandin dinivisînin.

Bi derbirînên hunerî hest û ramanên civatê şiyar dikin û ber bi armancê ve diçin. Pêşî hestên xwe nas dikin, bi hestên xwe re didin û distînin. Bi tevna hunerî wan hestan dihûnin û bi zimanê tevde wêneyên hunerî ne, li ber çavên xwendevanên xwe radixin.

Helbestvanê Meksîkî Octavio Paz dibêje; “Divê em çav vekirî razên, bi destên xwe xewnan bibînin. Em xewnan li çavxewiya mîna herika armanca rûbaran bibînin. Divê li xewn dîtina weswesiya rojê, li dinyayên avakirî bi dengên bilind bibînin xewnên xwe. Sitran bisitrên heta rayên sitranan derkevin derve. Di tavê de xwe bişon, bi çirûskan meywayê şevê bixwin. Stêran kîtkîtî (hece) bikin...”

Ez jî dibêm, divê hemû xirecira feylezof û helbestvanan ji bona sitranên pîroz li pêş şerxa zemên bi herikin bin. Xizmeta çavkilkirina sipehîtiya zimên, dîlana hatina paşerojê be.

Teşî bi ahenga peyvên ronî ji çaranivîsa mezin û wê de rîsê jiyanê bilind birêsin.

Ji nav xêzikên jiyana roja xwe derbikevin û henasa dema xwe hîs bikin. Bi rênîşandanên xwe ji xemgînî û janan rizgar bibin, xwe bigihînin şadiya afirandinên bêmirin.

Divê bi hev re ji vê kaniya çêjxweş avê vexwin û bê çawa helbestvan di helbestên xwe de felsefê dinivîsin, feylezof jî di felsefeyên xwe de sitrana jiyanê ji mirovan re bibêjin.

Ji ber vê pevşabûn û pevçûna felsefe û helbestên Friedrich Nietzsche (Nîçe). Li nav derdorên felsefe û wêjehezan, navê wî weke feylezofê helbestvan û helbestvanê feylezof tê bi nav kirin. Awayê derbirînên wî yên felsefî gelek wêjeyî ne û bi zimanê helbestvanî tîne ziman. Helbestê wî jî xwediyê kûriya wataya giyanê felsefî ne.

Ji bilî wî gelek feylezof û zaneyên pîşeyên cuda jî, helbest nivîsandine û dê binivîsin.

Yek ji wan zaneyên helbest nivîsandin jî, feylezof, civaknas, aborînasê polîtîk û dîroknas Karl Marksê dibêje; “me tiştek li xwezayê zêde nekir. Tenê me ew wekî dixuyê hilda dest û şirove kir’’ e.

KURDŞOP
147 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!