Ew helbestvanê Kurd ku form û naveroka helbesta Farsî guherî

Pêşewa Kurdistanî

 

Ebûl Qasmê Îlhamî (Lahûtî) kesayetiyek helbestvan, siyasetmedar û rojnamevanê serdema Meşrûte bû, û ew li sala 1887ê li Kirmaşanê ji dayik bûye û guherinkarî bi ser helbestên Farsî de aniye. Lahûtiyê Kirmaşanî helbestvanekî Kurd e ku karî bi guherandina kêşa helbesta Farsî ji “erûzî” ve bo kêşa paragrafî, bibe yek ji pêşengên tevgera nûxwazî di wêjeya Farsî de. Ew helbestvane tevî guherîna forma helbestî ji kilasîk ve bo nûjen, yek ji kesên pêşîn bû ku mijarên civakî û siyasî xiste nav helbesta hevdem a Farsî.

Nîma Yûşîc

 

Yek ji pîvanên helbesta nû jî, guhertina kêş û forma helbesta erûzî bû. Her çiqas “Nîma Yûşîc” wek bavê helbesta nû ya Farsî tê naskirin û navûbang bûye, lê li gorî belgeyan, deh sal beriya wî, Lahûtî Kirmaşanî dest avêtiye bi guherinkarî û nûjenkirina helbestên Farsî. Helbet eger Lahûtî ev rêşikêniye nekiriba, kesên wek Nîma jî nedikarîn rêya nûxwaziyê derbas bikin. Lewma pêngavên Lahûtî li cem lêkolîner û rexnegirên helbesta nû ya Farsî girîng bûye û behsa bandorên wî hatiye kirin. Gelek lêkolînerên helbesta hevdem ya Farsî di pirtûkên xwe de îşare bi rol û pêgeha Lahûtî di tevgera helbesta nû ya Farsî de kirine, ku beşek pêk hatine ji: “Exewanê Salis di pirtûka (Bedetha û Bidayi`ê Nîma) (Exewan, 1357: 123, 124 û 166), Spanlo li pirtûka (Çihar Şairên Azadî) (Sipanlo, 1360: 446), Hemîdiyan li pirtûka (Dastanê Digerdîsî, Rewendê Digergûnîhayê Şêirê Nîma Yûşîc) (Hemîdiyam, 1383: 590) Mihemed Hiqûqî li pirtûka (Mirûrî Ber Tarîx û Edebiyatê Îmrozê Îran) (Hiqûqî, 1383: 385), Şemis Lengrûdî (Tarîxê Tehlîliyê Şiêrê Nû) (Şems Lengrûdî, 1387: 40), Şefî`î Kedkenî (Edwarê Şêirê Farsî) (Şefî`î Kedkenî, 1380: 53), Xulamhusên Yûsifî li pirtûka (Çêşmêhayê Roşen) (Yûsifî, 1380: 400 71).

Kêşa helbestên Lahûtî

Kêşa helbestê rolek girîng heye di bandorxistina ser berdeng de. Nîma di vê derbarê de dibêje: “Kêş ku şikla helbestê pêk tîne û kêmasiyan tê de nahêle û temam dike. Helbesta bê kêş mîna mirovê rût û bê cil e û cil û berg bêtir bedewiyê dide mirov. Ku wisa ye ez kêşê ji bo her cure helbestê pêwîst dizanim” (Nîma Bi Neqil Ez Exewanê Salis, 1357: 97). Destêwerdana kêşê ku ciwanîbexşa wê hunerê ye, hêsan nebûye û beriya helbestvanekî nûxwaz a wek Lahûtî, kêm kesî vêraye dest biavêje wê. Lahûtî ew netirsiye kiriye û ji ber hevnasiya wî bi kêşa xwemalî û Kurdî re ku bi salan pê re jiyabû, destêwerdan di kêşên adetî yên hezar sale yên helbesta Farsî de kiriye û cilda nû li ber helbesta Farsî dexistiye û herwisa helbestvanên dinê jî pêşwaziya wî kirine û rêbaza wî şopandine.

Lahûtî di helbestên xwe de ji kêşa erûzî dûr ketiye û di dîwana xwe ya pêncî parçe helbestî de, bîst û heşt ji wan bi kêşa paragrafî nivîsiye. Wî, xwe ji arîşeyên “qafiye”yê rizgar kir û kêşa erûzî di helbesta Farsî de ji hev hilweşand û dengek nû bi dengên serdema Meşrûte zêde kir (Şefî`î Kedkenî, 1380: 34-45). Kêşa paragrafî heman kêş e ku ew helbestvane di helbestên xwe de bi kar aniye û sedema serkeftina wî di vî warî de jî hevnasbûnek kûr a helbestvanî ye bi wan cure kêşane re. Lahûtî li Kirmaşanê ji dayik bûye û heyamek zêde ji ber xebata xwe ya siyasî qaçax bûye û di nav zozanên xizmên xwe yên eşîre û tayfeyên Sencawî û Qelxanî de jiyan kiriye. “Kelamî Serincam” jî ku li ser kêşa paragrafî hatiye nivîsandin, pirtûka herî pîroz a wan eşîrane ye ku ola Yarsanî hene û Lahûtî di nav wan de bûye. Ew jidayîkbûyê wê eşîreya Kurd e û di zarokatiya xwe de guhên wî bi kêşa vehûnerên wan pirtûkan re vebûne. Kevntirîn beşên “Serincam” di sedsalên çarem û pêncan ên Koçî de hatine nivîsandin û rîşe û derbasbûyiyek dûr û dirêj di nav Kurdan de heye.

Ji xeynî pirtûka “Serincam”, şahnameya Kurdî, helbestên hore, siyaçemane û beytên herêma Mukriyan û herwisa helbestên heyran ên deşta Hewlêrê û lavikên herêmên Kurmancan kêşa xwemalî ya Kurdî hene ku di wan de zêdetir ji kêşên deh, heşt, heft û şeş paragrafî hatine sûdwergirtin. Bê guman Lahûtî bi wan kêşane re hevnas bûye, lewma di piraniya helbestên xwe de kêşa deh, heşt û hef paragrafî bi kar aniye, ku ew jî heman kêşên adetî ne ku di helbestên Kurdî ên paragrafî de zêdetirîn sûd ji wan hatiye wergirtin. Lahûtî ji bilî zimanê Farsî, helbestên paragrafî yên Kurdî jî gotiye, ku rêzdar “Mihemed Elî Sultanî” yek ji wan helbestan di rûpela 68 ya pirtûka “Hedîqeyê Sultanî” de aniye û ew jî mamoste “Enwer Sultanî” di rûpela 260 a pirtûka “Lahûtî yê Şoreşgêrê Kurd” de çap kiriye.

Bandora di naveroka helbestên nû yên Farsî de

Li vir pêwîst e em behsa naveroka helbestên wî jî bikin. Lahûtî di temenê şanzdeh salî de ji bo berdewamiya xwendina xwe ji Kirmaşanê ve diçe Tehranê û li wir bi hevnasiya ramana çepgir û modern a welatên rojavayî tevlî tevgera siyasî û rewşenbîrî ya wê dema Tehranê dibe. Ew wek ronakbîrekî “Marksîst” tevlî Meşrûtexwazan dibe û naveroka helbestên wî dikevine di bin bandora ramanên çepgir û wekhevîxwaz de û dakokîkirin ji mafên kedkar û cotyaran di helbestên wî de xuya dibin. (Sipanlo, 1376: 6). Lahûtî yekem helbestvanê kedkar û zehmetkêşên Îranê ye û di helbestên wî de zêdetir ji hemû helbestvanên dinê behsa mafên kedkar û zehmetkêşan hatiye kirin (Nusretî, 1379: 59). Sedredîn Eynî ku helbestvan û rojnamevanekî Tacîkistanî ye, di derbarê wî de dinivîse: “Lahûtî hêjayê wê yekê ye ku dîrok nasnavê “Edîbê Sor” pê re bibexşe, çimkî ew yekem kes e ku helbesta şoreşgerî ya rasteqîne bi zimanê Farsî nivîsandiye û helbestên wî ciwantirîn destpêk in bo wêjeya pîşeyî û qatî û zehmetkêş di zimanê Farsî de. (Eynî 1926 : 586).

Lahûtî piştî wê ku ji ber dijberiya desthilatdarên Tehranê, cezayê îdamê lê tê birîn, direve Tacîkistanê, ku wê serdemê yek ji Komarên Yekîtiya Sovyetê bûye, û li wir berdewamiya nivîsandina helbest û rojnamegeriyê dike. Helbesta nû ya li Tacîkistanê ku welatekî Fars e, di sala 1907an de bi berhemên Sedredîn Eynî dest pê kir, lê Lahûtî pêka ezmûn û şarezayî li prensîb û pêkhateyên helbesta nû ya Îran û Rûsiyê, wê yekê berfireh dike û ev cure helbeste di nav helbestvanên eniya yekem a Tacîkistanê de kir bi adetî û berfirehtir kir.

Her wekî hate gotin, Lahûtî helbestvanek e ku bi sedema afirînerên xwe di kêşa helbestê de, yek ji alahilgirên guherînkariya form û naverokê di helbesta Farsî de ye. Herwisa yekem helbestvanê qata çewsayî û zehmetkêşan bûye û yekemîn helbestvan e ku helbestên şoreşgêrî yên radîkalî nivîsiye. Li nivîsîna helbesta realîzma sosyalîstî di zimanê Farsî de wek yekem kes navê wî hatiye anîn, û ew wek kesayetiyek edîb û rojnamevan û şoreşgêrekî Kurd di van waran de bandor li ser helbesta Farsî hebûye.

KURDŞOP
126 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!