“Elî Arif Axa” û helbesta kilasîk û gotara nû ya wêjeyî

Elî Arif Axa wisa nebe ku agehdarê edebiyata serdema xwe nebûbe. Çimkî her wekî ew di pêşekiya wê kurtiya ku ji bo komên helbestên xwe nivîsiye, behs dike, ew agehdarê helbestên helbestvanên ciwan ên wekî Herdî, Hêmin û Kamran Mukrî bûye, û xuya ye Goran nifşa pey wî bûye, û heta behsa helbestên dîtingehî jî dike û dibêje ez agehdarê wê yekê me ku ew jî hene, lê tevahiya wan bi helbestvanên law zaniye.

Dr. Azad Mukrî

 

“Elî Erif Axa” naskirî bi “Şarî” yek ji helbesvanên kilasîkî yê Başûrê Kurdistanê ye. Sala 1910an li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Elî Arif Axa ji wan helbestvanan e ku di serdema nûbûna bîra siyasî û civakî û wêjeyî de dest daye bi pênûsê û helbest nivîsîne. Lê di nav edebiyata Kurdî de gelek bi kêmî hatiye naskirin. Tenê helbesta naskirî ya Elî Arif Axayî, helbestek e bi navê “Gul û Xunçe” ku hunermendê dengxweş ê Kurd “Mezherê Xaliqî” awaz xistiye ser û wek stran gotiye. Beyta yekem a vê helbestê wiha dest pê dike.

Gul û xunçey beharanîş le tu neşmîletir nabê

Nemamî er erî korpeş le tu cinçîletir nabê

Ji xeynî vê helbestê, em dizanin ku kêmtir berhemên Elî Arif Axa di nav edebiyata Kurd de behsa wan hatibe kirin û naskirî bin. Eger wî nêzî heştê sal berî niha helbest nivîsîne, lê gelek direng jî berhemên helbestên xwe bi destê xwe li sala 1985an çap kiriye.

Ji aliyek dinê ve naskirina mirov, Xwedê, evîn û hwd, ji wan çavkaniyane ne ku em dikarin ji rêya wan ve bîra helbest û nivîskar nas bikin û gengeşe bikin. Di berhevdanîna deqên wî helbestvanê de em digihîjine encamek baş. Naskirina mirov di deqên nivîskarekê de di her warekê de be, çi evîndarî, çi wek hebûnekê di nav civakê de û çi wek çalakvanekî hizrî û hwd bi felsefeyekê re girêdayî ye ku kesê afirîner û helbestvan tê de jêhatî bûye. Dildarî û evîna helbestvan di gelempera wê helbestê de her ew evîn û dildariya giştî ye ku hemû helbestvanên kilasîk helbest bo nivîsîne. Heta gelek caran rîtm û kêş û qafiyeya helbestvanên berê jî dubare kirine. Bo mînak di helbesta “Bê Tu” de:

Jiyanî min le dûrî jane bê tu

Beşim her hesret û giryane bê tu

Girane barî xembarî leser dil

Nemanim zor le la herzane bê tu

Kêş û qafiyeya vê deqê ji helbesta “Nalî” û “Kurdî” hatiye hildan û hişmendiya wê jî her ew hişmendî ye ku helbestên wan helbestvanane bo evîndarî bûne. Xeyalek din ku helbestvan heye, balkişandin e bi derbasbûn ji dijwariya jiyanê û dîtina rêyekê ji bo rizgarî ji tevlîheviya wan tiştane ku di dinyayê de hene. Penahbirin bo mey û xwe şimitandin di bin siya bê hişyarî de li dinyayê, yek ji rêyên berê yên helbestên berê ye. Dîsa Elî Arif Axa di gelek ji helbestên xwe de îşareyek bi mey kiriye û her bi vî rengî ku helbestvanên beriya wî sûd ji wan destewajeyane wergirtine çi di warê xwastekî de û çi di warê canî de, her bi vî rengî sûd jê wergirtiye.

Xalid Dilêr - Kakey Felah - Elî Arif Aaxa

 

Helbet ewa wek dîtingeh û nerîna helbestvanî tê behskirin û bi dîtingehek girîngîdanê ve ji deqê nanêre. Hekî na di vegotinê de helbestên gelek ciwan û serketî jî di wî warî de afirandiye. Bo mînak li helbesteke bi navê “Le Mizgewta” ger di wê keşûhewaya kilasîkî de bîr dike, lê helbesta xwe bi ciwanî vehûnandiye.

Le mizgewta ke derçûm bê weçan rûm kirde meyxaneş

Ke peymanim şikanû noşî xom kird yek dû peymaneş

Lelay meyxaneçî dam na le rehina mêzer û bermal

Legel xerqe û esada ta eba û tesbêhî sed daneş

Le rêy bed nawiya fewta be carê mal û samanim

Firoştim herçî hem bû taku came û cam û camaneş

Be duway yara geram şaranî alem belû bîbînim

Le Ako ta Bakû, çûme Taran û Sine û Baneş

Belam bextî bedim hawdem bû yarim nadiyarî bû

Be carê bûme nîşaney fisane û mesxere û taneş

Wekû Mecnûnî sergerdan serim yek bare lê şêwaw

Le destm çû kemal û halim û malim û hûrmet û laneş

Wate ger vegotin di vê helbestê de vegotinek bedew e, lê şêwaza sûdwergirtin ji destewajeyên dîrokî yên edebî wek mey û meyxane û xeriq û tesbîh û gelempera wan destewajeyên kilasîkî, guherinek wisa di warê wateyî de bi ser de nehatiye.

Elî Arif Axa wisa nebe ku agehdarê edebiyata serdema xwe nebûbe. Çimkî her wekî ew di pêşekiya wê kurtiya ku ji bo komên helbestên xwe nivîsiye, behs dike, ew agehdarê helbestên helbestvanên ciwan ên wekî Herdî, Hêmin û Kamran Mukrî bûye, û xuya ye Goran nifşa pey wî bûye, û heta behsa helbestên dîtingehî jî dike û dibêje ez agehdarê wê yekê me ku ew jî hene, lê tevahiya wan bi helbestvanên law zaniye. Hewl nedaye di warê form û wateyê de ji helbestên wan nêzîk bibe. Heta di helbestek xwe de ya bi navê “Hêzî Dildarî” xwastiye di warê hizrî de bersiva wê helbesta naskirî ya “Goran” bide ku bi navê “Baxçey Paşa” naskirî ye.

Goran di vê helbestê de wiha dipeyve:

Baxçey paşa lew berave

Xêlî dujmin dewrî dawe

Derom rêgam lê gîrawe

Narom çavkal lêm tûrawe

Di vê helbestê de Elî Arif Axa di hember helbesta Goran de bi şêweyekî helwêstê digire û helbesa “Hêzî Dildarî” dinivîse.

Ger baxî paşa lewber avîş bê

Behurdûy dujmin rê gîrawîş bê

Be şûrer pola bestrawîş bê

Ebime şabaz û helmet ehênim

Le baxçey paşa gul bo yar dênim

Hêz nîye leber hêzî dildar

Ke xoy ragirê le deşt û şara

Lenaw agir û derya û kosara

Be îmanî eşiq qela eşkênim

Binçîney sitem le bin derdênim

Yar bo çepikê gul teşrîfî bênê

Firmêskî etrî le çav birijênê

Zor are aşiq ke dabimênê

Giyan fîday ekim huner eniwênêm

Bo awatî ew çon da`emênim

Eger di helbesta Baxçey Paşa ya Ebdulah Begê Goran de, helbestvan dixwaze bi şêweyekî romantîk helbesta xwe dawî pê bîne, dildarî û bêhêviya xwe jî bi hev re girêdide. Wate evîndar nikare gula sor bo yar bîne û birîna ser singê xwe li cihê gula sor pêşkêşê yar dike. Di vir de Elî Arif Axa hereketek hemaseyî dide helbestê û li ser wê bawerê ye ku hêza dildarî di helbesta Goran de hatiye reşkirin û Goran evîna xwe radest kiriye û evîndarek xav û teslîmî afirandiye. Li ser wê bawerê ye ku Goran di wê helbestê de evîndar û hêza evîn şikest daye. Lê wî dildarek afirandiye ku dikare koka keleha paşa ji nav bibe. Dikare derfetê bo evîn û bo hezkirî mezintir biafirîne. Bi vî rengî netenê Elî Arif Axa nexwastiye li pey wê gotarê bikeve, belkî bi helbestê jî xwastiye bersiva wan bide û bi awayekî afirînerane deq di hember deqên wan de biafirîne.

KURDŞOP
163 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!