Kurteyek li ser romana Xatê Xanim ya Eliyê Ebdilrehman

Aras Hiso

 

Eliyê Ebdulrehman ji romanûsên pêşîn yê romana dîrokî ya Kurdî ye. Di sala 1920an de li navçeyeke wanê hatiye dunyayê. Malbata wî di sala 1926an de ji ber zilm û zora dewletê bi 450 malbatên eşîrên birûkan re koçî Qefqasiyayê, hêla Şewlikê ya di bin rêveberiya Yekîtîya Sovyetan de bû, kiriye.

Pirtûka wî ya pêşîn  novela bi navê Morof e, ya ku di 1957an de, di nava berhevoka Nivîskarên Kurdên Sovyetê de hate weşandin. Novela wî ya duyemîn a bi navê Xatê Xanim, di sala 1959an de, li Yêrêwanê çap bû. Romana wî ya pêşîn, Gundê Mêrxasan, di 1968an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Di pey re  ji çarçoveya novelê ango çîroka dirêj zêdetir di asta romanê de berheman diafirîne. Romana wî ya duyemîn, Şer Di Çiyayan De, di sala 1989an de, li Yêrêwanê hate weşandin. Berhemên helbestî yên Eliyê Evdilrehman, ên ku bi mijarên xwe ve bêtir behsa Kurdayetiyê û Kurdistanê dikin, di sê pirtûkên bi navên Dê, Hesreta Min û Gulistanê de berhev bûne. Eliyê Evdilrehman, di 21’ê Rêbendana 1994an de, li Bakûya paytextê Ezerbêcanê koça dawî kir. Gora wî li wir e.(Eliyê Ebdulrehman, Lîs, Xatê Xanim)

Xatê xanim bi şexsiyeta sereke ku bi taybetmendiyên xwe yên kevneşopî û adatî serlehenga wê jin e û navê romanê navê serlehenga wê ye, di nava romanê de xwedî ciyekî girîng û sereke rol dilîze. Ew hevjîna Têmûrê Eliyê Îsa ye. Romana çîroka Xatê Xanim a eşîra Kurdên Dêrsimê gundê sincanê ye. Ev malbat her çiqas malbateke nefeqîr ewqas malbateke ne dewlemend e jî û wekî maleke mirovhez, bi qedr û qîmet girêdayî irf û edetên Kurdewarî tên nasîn. Piştî mirina Têmûr hem rêveberiya eşîr dikeve destê wê û ew êdî bi kar û barê eşîrê radibe.  Dewleta Romê xerc û xeracê li ser eşîrên Kurdan zêde dike, ji bo ku çareseriyê bibînin, giregirên eşîrê li mala Xatê Xanim dicivin. Dawiya civînê de ku bi şêwazekî aqilane û bi tedbîr biryar didin ku Sultan û çend xortan biçin Erzîrganê cem Milazimê nehîyeyê. Sultan diçe ji mulazim re dibêje ku bac û xeracê li ser miletê wan kêm bikin, Milazim li ser vê yekê hêrs û daxwaza wî red dike, gotinên nexweş jê re dibêje û qirma wî jê distîne, destên wî kelepçe dike û davêje zîndanê. Di zîndanê îşkenceyeke pîs bi serê wî dide meşandin.

Xatê xanim radibe diçe cem milazim û pê re diaxive, çend zêran dide wî û kurê xwe ber dide. Piştî demek bi şûn ve ji Dewleta Romê biryar derdikeve ku sultan were sirgûnkirin. Lewma Milazim çend eskeran dişîne da ku Sultan ji gundê sincanê bînin bi niyeta ku wî bikuje. Piştî rojekê sultan tînin ku çend hevalên Sultan jî vê re tên li wê derê sultan beriya Milazim qirma xwe vedike û wî dikuje. Li ser vê yekê ji dewleta Romê biryar tê standin ku sultan di demeke kin de bi dar ve bikin. Xatê Xanim bi hewldana xwe ya aqilane naxwaze şer derkeve kurê xwe bi rihetî ji destê Dewleta Romê rizgar bike. Jixwe dawiya romanê bi azadbûna Sultan bi dawî dibe.

Lewma jî em ji romanê nas dikin ku xatê xanim wekî jina ser xwe bi taqet, hêz û aqilê xwe kariye yekîtiyekê di nava eşîrê de çêbike û hem milet û eşîrê derdorê dêrsimê li dora wê kom dibin û bi şêwra wê dikarin bi şeklekî yekgirtî li hemberî dijim bisekin.

Kawa Nemir di pêşgotina xwe ya li ser Xatê Xanim, Novela Pesna Jina Kurd de wiha tîne Ziman:

''Xatê Xanimê ya Eliyê Ebdilrehman re, ya ku ji nava qulçên tarî yên kelepora me ya nivîskî de derdikeve û bi pêş de tê, bi raya min, xwendevan ê ji du tiştên serekî beşer bike. Yek, di kesayeta Xatê Xanim de rola jina Kurd, di warê birêvebirina civakê de; dudu, girîngî û îmkana çêbûna yekîtiya Kurdan û di vî barî de, rola serekî ya çiyayên me''. (25' Avrêla 2012an / Amed)

Jêder:

-Eliyê Ebdulrehman (2004). Xatê Xanim, Amed: Belkî.

-Kawa Nemir, 25'ê Avrêla 2012an, Novela Pesna Jina Kurd, Amed: Lîs.

KURDŞOP
144 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!