Lêkolîna du helbest ji helbestvanên Kurd ji Qefqaziyaya Rûsiyayê

Beriya şoreşa Oktobirê ya sala 1917an, Kurdên Ermenistanê nexwendewar bûn. Lê gencîneya wan di nav Kurdnas û Rojhilatnasên Rûs û Ewropî de bûye sedema ecêbmayînê û piştî hînkirina xwendin û nivîsandinê di nav wan de, karîn deriyekî nû di edebiyata Kurdî de vebikin.

Çiya Ezîzî

 

Di sedsala 20an de, li nav xelkê Kurdên Sovyeta berê, tenê di nav Kurdên Ermenistana Qefqazê de, edebiyata Kurdî bi awayê nivîskî peyda bû. Xelkê Kurd wê demê bi giştî hejar, nexwendewar û avareyê welatên Osmanî û Îranê bûn. Di nav Kurdên wan deveran de vegotineke naskirî heye ku dibêje: Heta beriya şoreşa Oktoberê ya 1917an tenê kesekî xwendin û nivîsandin dizanî û ew jî Erebê Şemo bû.

Wêne: Erebê Şemo

 

Ev vegotine dibe ku rast nebe, lê ji rastiyê nêzîk e.

Beriya şoreşa Oktobirê ya sala 1917an, Kurdên Ermenistanê nexwendewar bûn. Lê gencîneya wan di nav Kurdnas û Rojhilatnasên Rûs û Ewropî de bûye sedema ecêbmayînê û piştî hînkirina xwendin û nivîsandinê di nav wan de, karîn deriyekî nû di edebiyata Kurdî de vebikin. Ev wêjeye yek ji bihêztirîn beşên wêjeya Kurdî tê hesibandin. Di wê demê de, netenê Kurd belkî xelkê wî welatî jî di bin bandora wêjeya kevnar a bihêza Rûsyayê de bûn. Derbarê Kurdan, ev bandore herwisa ji aliyê wêjeya Ermenî ve jî seh pê tê kirin.

Bi awayekî giştî wêjeya Kurdî li Qefqaziyaya Soviyeta berê bi şêweyekî teorî li binkeya îdolojiya dewletê dihate nivîsîn û naveroka wê sosyalîstî û paşê komonîstî bû, hem wêjeya Kurdî û hem wêjeya xelkên dinê yên Soviyetê bi vî rengî bû. Her çend di wêjeya Kurdî de em rastî berhem û şûnwarên girîng tên, digel wê yekê jî em bînerê hin şûnwaran bûne ku sembolên pêgeha jiyana civakî û çandî ya Kurdan nîşan didin.

Wêne: Kurdistana Sor li Soviyeta berê

Bo cara yekem komek gotar û helbest û çîrokên Kurdî di pirtûkekê de li sala 1932an li Êrevanê hate çapkirin ku navê wê “Afirandina Ewlin” bû ku ji aliyê weşana “Hukmeta Şewra Filistanê” ve hate çapkirin û pêşekiya wê “Emîn Ebdulah” nivîsiye.

Ev pirtûke bo cara yekem mînaka helbesta nû ya berhemhatiya Kurdî ya wê navçeyê belav kiriye. Çend mînakên helbestê jî di gotar û kurteçîrokên pirtûkê de têne dîtin. Di pirtûkê de berhemên wêjeyî yên van helbestvan û nivîskaran li xwe digire: Heciyê Cindî, Azat Nuştunî, Emîn Ebdulah, Etarê Şero, Fita, Salih û Baylor Çayiça.

Wêne: Heciyê Cindî

Tişta ku di van berhemane de gelek girîng û berçav e, hin têgehên wan helbest û nivîsînane ye ku zêdetir piştî afirandina civakek sosyalîstî bi bingeha teoriya marksîzmî ve û ji ol û evîn û hestê dûr e. Ev berhemane bi van wateyane re, hin diyardeyên nû di wêjeya Kurdî de ne ku em dikarin digel tevgera wêjeyî ya “helbesta nû” ku li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê li ser destê Ebdulah Goran û Şêx Nûrî û Şêx Salih hate destpêkirin, helsengandin bikin. Van her du tevgerên edebî bi cudahiyên xwe yên di navbera her du ronêsanse de, edebiyata Kurdî girîngtir kirine.

Wêne: Ebdulah Goran

Di vir de em ê bi hev re yek ji helbestên yekemîn helbestvanê Kurdê Qefqaziyayê bibînin:

Etarê Şero di helbesteke bi navê “Ev Jî Dixwînin” de dinivîse:

Xwendina me ronayî ye, fireyî ye

Ilmê wê zef zêde ye

Çêkirina sosyalîzmî li ber me ye

Dewrana me, dewraneka zêde ye

Xwendina me xweş e û eşq e

Em hevra dixwînin tifaqe

Xwendina me bi zimanê dê ye

Em zû biqedînin gotina şêwrêye

Zimnê meyis lal vebû

Xevatiçî tef şa bû

Milê meyî girîdayî aza bû

Dewrana kevtin winda bû

 

Di vê helbestê de helbestvan ji hevzimanên xwe yên heta wê demê nexwendewar re behsa sûdên xwendinê dike. Di vê helbestê de hin peyvên biyanî û têgehên nû yên wekî sosyalîzm û Sovyetê bi kar tîne. Helbestvan jiyana kevin û nû ya Kurdan dide ber hev. Çawa berê zimanê wan lal bû û nedikarîn bixwînin û binivîsin û niha ji ber xwendin û nivîsandinê dîsa dikarin biaxivin. Demekê êsîr û bi zincîr bûn, lê niha bi azadî dijîn.

Salih ku helbestvanekî din ê qonaxa yekem a wêjeya Kurdî li Qefqazê ye li helbestekê ya bi navê “Yekê Gulanê” dinivîse:

 

Eyda yekê Gulanê

Ser milê pirolêtara beyreqê sorin

Dikişin ji koçê Berlînî, Londonê

Beyreqî sor her aliya difirin

Ji wan namînin pirolêtarê din

Gişkî sazî dezge ne

Sîlih û çek destê wan dane

Cirge bi cirge dikişin

Gavê dirêj davêjin

Bihevra kilamê îngilabê divêjin

Def zurne ber wan dihejin

Pêşda cimi`eta xevatçiya

Qet talaşê nekîşinin ji faşîstan

Biserkariya tifaqa komonîsta

Bibirin koka kapîtalîstan

Dîwana zulumda rahlişînin

Qeyd cîdara biqetînin

Hevala ji kela zindana derxînin

Beyraqa sor her dera dacikînin

Helbestvanê Kurd, Salih, bi vê helbestê ve pêşwaziya yekê Gulanê, cejna karkerên cîhanê dike. Ev cejne li Sovyetê cejneke girîng û pîroz e. Di helbesta helbestvanê me de em hin peyv û têgenên siyasî û aborî dibînin ku li ser raman û îdeolojiya Marksîzmê hatine darêtin.

Ala sor remza Sovyetê û hemû karkerên cîhanê bû. Helbestvan ji vê yekê qinaetê nayêne û hin têgehên din ên wekî prolîtariya, faşîst, komonîst, kapîtalîst û serhildan bi kar biriye. Ev peyvane cara yekem e ku hatine di nav berhemên edebî yên Kurdî de (Helbest û Pexşan), ew jî dirust piştî serhildana Cotmeha 1917an.

KURDŞOP
135 Dîtin

Xwendinek ji bo komele çîroka “Derî”

Ziman hebûn e

Xwendinek kurt ji bo pirtûka ''Çirûskek Ji Berxwedaniya Kobaniyê''

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa dawî

Piraniya nivîskar û helbestvanên Kurd di helbest û deqên xwe de behsa Newrozê kirine ku ji ber nebûna derfetê em ê tenê îşareyê bi çend mînak ji helbestên wan bikin. Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim ku helbestvanên wek “Muxlîs, Ewnî, Hejar, Zarî, Elî Heseniyanî, Jîla Huseynî, Mihemed Salih Dîlan, Esîrî, Nasir Axabira, Celal Melekşa, Şêrko Bêkes û Ebdulah Paşêw” û hwd, di çend helbestên xwe de behsa Newrozê kirine û bal kişandine ser Kurdistanîbûna Newrozê.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 2yem

Di vê beşê de em ê dengvedana zêdetir a Newrozê di helbest û deqên Kurdî de rabixine ber çavan. Herwisa pêwîst e em îşare bi wê yekê jî bikin ku tevî wê ku em di vê gotarê de dengvedana “Newroz”ê di edebiyata Kurdî de dibînin, em ê hin nivîskar û helbestvanên xwe binêrin ku mixabin navê hin ji wan hatiye jibîrkirin.

Dengvedana “Newroz”ê di wêjeya Kurdî de – beşa 1em

Newroz wek cejna nûbûn û azadiyê di wêjeya Kurdî de û li cem helbestvan û nivîskarên Kurd, hertim girîngiya xwe hebûye. Helbestvan û nivîskarên Kurd di helbest û nivîsên xwe de Newroz wek bedewiyek, dergeheke azadiyê û sembola rizgariya netewî bi kar anîne. Ev mijare jî vedigere bo girêdana înkarkirî ya Kurd û Kurdistanê bi Newrozê re.

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 3yem

Hin Rexneyên Pedagojîk li Ser Çîrokên Zarokan – beşa 2yem

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!