Mamosteyekî zimanê Kurdî li bajarê Sine ya Rojhliatê Kurdistanê 11 sal cezayê girtîgehê jê re hat birîn

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û endamê desteya rêveberiya encumena çandî û civakî ya “Nojîn” li bajarê Sine, ji aliyê beşa yekê ya Dadgeha Şoreşê ya bajarê sine, bi 11 sal cezayê girtîgehê hate mehkûmkirin.

Seywan Îbrahîmî ji layê Dadgeha Şoreşê ya bajarê sine, bi serokatiya Dadgêr Keremî, bi tometa çêkirina  "komên têkbirina ewlehiya gel” bi 10 sal û bi tometa "propagendaya li dijî dewletê" bi salek cezayê girtîgehê hate sizadan.

Mamoste û çalakê sîvîl, di tîrmeha îsal de bi tometa “Têkdana ewlehiya giştî” ji aliyê Dadgeha Cezayê bajarê sine bi salek cezayê girtîgehê û dersînor kirin ji warê xwe û 40 qamçiyan hat sizadan. Piştre Dadgeha pêdaçûnê cezayê girtîgehê û qamçiyan li ser wî erê kir û cezayê dersînor kirina wî hilweşandin.

Seywan Îbrahîmî li ser rûpela xwe ya di tora civakiya înstagramê ragihandiye ku tometên ku bûne sedema hikmê 12 sal girtîgehê, ji wan pêktên: "Berpirsiyaretî di encumena Nojîn û çalakiyên wê encumenê", "Piştgirî kirin li berxwedana hevjîna xwe, Zara Mihemedî" û "Parvekirina wêneyên şehîdan di torên civakî de” û herwisa “Hebûna têkiliya wî bi kenala Kurd TV re”. Lê ev di demekê deye ku haya wî ji hebûna kanaleke wisa nîne.

Hevjîna Seywan Îbrahîmî, mamoste Zara Mihemedî sala par ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê sine, 5 sal cezayê girtîgehê li ser hat birîn. Piştre bi şêweyek bi guman û bêy ku xwe û parêzerê wê bihên agehdarkirin, ji girtîgehê hat azad kirin.

KURDŞOP
561 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!