Nivîskareka Kurd, xelata navneteweyî ya mafê mirovan wergirt

D. Çoman Herdî nivîskar, mamosteya zanîngehê û akademîsiyena femînîst, roja Yekşemî, 10ê Berfanbarê di Roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de, xelata Fransî-Almanî ya taybet bi mafê mirovan wergirt.


 Di roja cîhanî ya mafê mirovan  (Yekşemî 10ê Berfanbarê) de wezîrên derve yên Alman û Fransayê, Annalena Baerbock û Catherine Colonna wergirên xelata Fransî-Almanî ya taybet bi mafê mirovan û serweriya yasayê ragihandin.

Wergirên wê xelatê pêk tên ji pêşengên rêxistinên sivîl, parêzer, rojnameger û çalakên mafê mirovan. Di nava dozdeh kesên ku îsal ev xelat wergirtin, Çoman Herdî jî yek ji wan kesayetiyan bû ku karî bi çalakiyên xwe yên mirovdostane û xebatên xwe yên derheq mafê jinan, xwe hêjayê wergirtina wê xelatê bike.

Derbarê mercên wergirtin û bijartina wergirên xelatê, Wezareta Derve ya Almanya û Fransayê da zanîn ku: Ev xelate pêşkeşî wan kesan tê kirin ku karîbin bibin dengê jin, penaber, LGBTIQ+ û girtîyan. Herwisa di bin şert û mercên herî dijwar û estem de, gelek caran azadiya xwe û gelek caran jî jiyana xwe xistibine bin metirsiyê.

Çoman Herdî li ser rûpela xwe ya di tora civakî ya Facebookê de, derbarê wergitina xelatê da zanîn ku “ji sala 2016an ve herdu dewletên Almanya û Fransayê di roja Cîhanî ya Mafê Mirovan de wê xelatê pêşkeşî destebijêrek ji kesayetî û saziyan li ser astê cîhanê dikin ku di welatên xwe de li bin mercên dijwar ji bo parastina kerameta mirov û mafê mirovan û serweriya yasayê xebat kirîne”
 
Herwisa di berdewamiya gotinên xwe de zêde kir ku: “Ev xelat bi du qonaxan re derbas dibe, di destpêkê de çalakvan yan saziyek li ser astê welatan tê destnîşankirin, piştre ev kes diçe pêşbirkê li gel berbijêrên seranserên welatên cîhanê, û di dawiyê de destebijêrek ji wan kesan têne xelatkirin.
Di salên borî de ew xelate bi Jîna Emînî û Nergiz Mihemmedî re hatiye bexşîn. Îsal jî ez yek ji wan dozdeh kesayetiyan im ku xelatê werdigre”
.


 
Çoman Herdî kê ye?

Çoman Herdî nivîskar,  helbestvan, nîgarkêş, wergêre, femînîst û mamosteya zankoyê ye, jidayîkbûya 29ê Kanûna duyem ya sala 1974an li bajarê Silêmanî ya ser bi Başûrê Kurdsiatnê ye. Çoman Hardî keça helbestvan û siyasetmedara kurd  Ehmed Herdî  ye. Berhemên xwe bi zimanên Kurdî û Îngilîzî dinvîse û beşek zêde ji berhem, lêkolîn û nivîsên wê girêdayî bi pirsên jin û femînîst û mijarên cênderî ne.

KURDŞOP
486 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!