Kurmanciya berhema "Dîroka wêjeya Kurdî" ya Dr Marif Xeznedar hate belav kirin

"Dîroka wêjeya Kurdî" Berhema nivîskar û lêkolerê navdarê Kurd Dr Marif Xeznedar, ji aliyê weşanên “Saziya Zimanê Kurdî” û weşana “Neqş” li bajarê Qamişlo ya ser bi Rojavayê Kurdistanê bi wergera Kurmancî hate çap û belav kirin.

Çapa orijînal a vê berhemê bi zaraveya soranî û bi tîpên aramî ye, ku li sala 2001an ji aliyê weşanên Dezgeha Aras, ya çap û belavkirinê li Başûrê Kurdistanê hatiye parvekirin.

Ev berhem yek ji girîngtrîn û baştrîn berhemên pirtûkxaneya Kurdî ye ku dîroka wêjeya Kurdî ji xwe digire û ji nêzî sê hezar rûpelan pêk tê. Ev pirtûk berhem û keda bi salan a Dr Marif Xeznedar e.


Saziya Zimanê Kurdî bi hevbeşî li gel Weşana Neqş, ev berhem aniye ser kurmanciya bi tîpên latînî. Ev koberhem ji 7 bergan pêk tê ku di her bergekî de, behsa qonaxeke taybet ji wêjeya kurdî kiriye:

Berga yekem ji destpêkê heta sedsala çardehem.
Berga dûyem ji sedsala çardehem heta sedsala hejdehem.
Berga sêyem nîvê yekem ê sedsala nozdehem.
Berga çarem nîvê dûyem ê sedsala nozdehem û destpêka sedsala bîstem.
Berga pêncem di navbera her dû şerên yekem û dûyem ên sedsala bîstem da.
Berga şeşem ji sala 1914an heta sala 1945an.
Berga heftem ji sala 1945 heta sala 1975an da.

 

Berhema "Dîroka wêjeya Kurdî" ya Dr Marif Xeznedar ji hêla van kesan hatiye wergerandin:

“Ibrahîm Şadman, Sergul Areş, Besam Mistefa, Murad Mîlan û Ronya Çalî”.

 

Dr Marif Xeznedar kê ye?

Navê wî Marif Ebdulqadir Marif Ehmed Axa Resûl Axayê Xeznedar e, li roja 01-11-1930 li bajarê Hewlêra Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Xwendina xweaye destpêk û navendî li bajarê Hewlêrê û xwendina xwe ya amadeyî li bajarê Kerkûkê temam kiriye. Malbata Dr Marif bi esilê xwe xelkê bajarê Silêmaniyê ne, lê piştî şerê cîhanî ya yekem hatine bajarê Hewlêr ê.

Marif Xeznedar wek nivîskar û sernivîser li çendîn kovar û rojnameyan de kar kiriye û herwisa li dirêjeya temen û xebatên xwe de endamê gelek ji sendîka, rojname û saziyên taybet bûye. Dr Marif xwediyê 32 pirtûkên çapkiriye, ji giringtrîn berhemên wî yên çapkirî em dikarin amaje bi berhma "Dîroka wêjeya Kurdî" bikin, ku ji 7 bergan pêk tê.

Dr Marif Xeznedar li roja 25.10.2010 li temenê 80ê saliyê de li bajarê Hewlêrê koça dawî kiriye.

KURDŞOP
603 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!