Piştî 103 salan Kovara Kurdistanê derket!

Kovara Kurdistanê piştî 103 salan di çarçoveya pirtûkekê de ji aliyê weşanxaneya Dara hate amade û belavkirin.

Kovara Kurdistan di navbera salên 1919-1920an de hatiye weşandin, kovareke fikrî ya siyasî, komelî, wêjeyî û zanistî ye. Hejmara wê ya yekemîn di 30ê Kanuna Sanî ya 1335 (30ê Kanûna Paşî ya 1919)an de hatiye belavkirin û li ser hev 19 hejmar hatine çapkirin. Li ser çapkirina hejmara yekemîn vir ve nêzîkê 103 sal derbas bûne û cara pêşî ye ku hemî hejmar li ser hev û bi tevî werger, transkrîb û orjînalê xwe ve di nav rûpelên vê pirtûkê ber destê we de têne weşandin.

Xwediyê îmtîyaz û berpirsê kovara Kurdistanê Mehmed Mîhrî û sernivîskarê wê jî Arwasîzade Mehmed Şefîq bû, ji hejmara 13an û jê şûn ve jî Seyid Husên bûye berpisê kovarê. Mehmed Mîhrî, ronakbîr û entellektuelekî girîng ê neteweya Kurd bû di sedsala 20an de. Ew, yek ji endamên çalak û qelemeke herikbar a rêxistin û weşanên wê demê bû û di nav rûpelên weşanên wekî Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Jîn, Kurdistan, Hetaw û wd. de li ser babetên zimanzanî, edebî, siyasî, felsefî, sosyal û kulturî gelek gotar û nivîsên wî hatine çapkirin. Ji ber vê yekê, ew di nav hevdemên xwe de bi nav û nasnavên cûre bi cûre; wekî zimanzan, şai’r, wêjevan, siyasetmedar, rojnamevan, rexnegir, mamoste û huquqzan tête nasîn.

Wêne: Mehmed Mîhrî

Dema em dêna xwe bidin nav rûpel û hejmarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku ji aliyê komek hosteyên qelemê ve gelek nivîsên balkêş ên li ser ziman, wêje, dîrok, rewşa civakî û siyasî ya Kurd û Kurdistanê hatine belavkirin. Mehmed Mîhrî yê xwediyê kovarê, bi gelek nivîs û gotarên xwe yên ciyawaz, naveroka her hejmarekê Kurdistanê dewlemendtir kiriye; bi taybetî nivîsên wî yên li ser ziman û wêjeya Kurdî, her yek di babeta xwe de nivîsên pirr girîng in. Wî di binê sernivîsa “Nimûneyên ji edebiyata Kurdî” de weha nivîsiye: “Dibe ku ev cumle, ji terefê gelek kesan ve wek heyretek bête dîtin û di mejîyê hinekan de jî ecêbiyeteke zêde peyda bike.” Lewra gelek kes dibêjin “Gelo zimanê Kurdî ji edebiyatê re musaîd e, edebiyata Kurdî heye?” Ji bo bersîva van pirsan, “Ez dê bi şêweyên kurmancî û goranî, ji edebiyata Kurdî hinek xezel, beyt, stran, goranî, lawje, heyranok, lawik û bêrîteyan pêşkêşî we bikim.” Herweha ji xeynî pirtûka “Mûqaddîmetûl Îrafan”ê li ser zimanê Kurdî jî rêzenivîsên di bin sernameyên “Îrfan” û “Esas” de belavkirine ku di naveroka wan de li ser fonetîka zimanê Kurdî rawestiyaye û berwirda dengguherîna navbera diyalektên Kurdî kiriye.

Bi kurtayî, dema em bala xwe bidin naveroka nivîs û nasnameya nîvîskarên kovara Kurdistanê, em dibînin ku du aliyên girîng ên naverok û armanca giştî ya weşan û xebatên rewşenbîrî yên wê demê derdikevin pêş: A yekemîn, pêkanîna lêkolînên li ser ziman, wêje, dîrok, çand û rewşa civakî û siyasî ya netewa Kurd e; ya duyemîn jî, bi lêkolîn û ronîkirina van babetên cûre bi cûre, hişyarkirin û pêşxistina fikra neteweyî ya Kurdistanê ye.

Wêne: Seîd Veroj, Amadekar û berhevkarê pirtûka "Kovara Kurdistan"

KURDŞOP
535 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!