Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û hevjînê mamoste Zara Mihemedî bo girtîgehê hate veguhastin

Seywan Îbrahîmî, mamosteyê zimanê Kurdî û endamê Desteya Birêveberiya Encumena Çandî-Civakî ya “Nojîn”ê ku ji aliyê Taya 106 a Dadgeha Tawanan a Sinê ve bi tometa “têkdana ewlehiya giştî” bi salek cezayê girtîgehê û dûrxistin ji warê xwe û 40 derbeyê qamçiyan hatibû sizadan, bi mebesta derbaskirina cezayê salek girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya bajarê Sinê hate veguhastin. Di Tîrmeha îsal de Dadgeha Pêdaçûna Îranê, cezayê yek sal girtîgehê û çil qamçiyan bi ser Seywan Îbrahîmî de sepandibû û cezayê dûrxistinê jî hatibû hilweşandin.

Seywan Îbrahîmî di dosyeyeke dinê de jî, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Sinê ve, bi tometa “pêkanîna deste û girûp bi mebesta têkdana ewlehiyê” bi 10 sal û bi tometa "çalakî û propagende li dijî hikûmetê" bi salek cezayê girtîgehê hatibû sizadan. Ev dosyeye jî, li Dadgeha Pêdaçûnê ye û eger were erêkirin, dê ew mamosteye aliyê kêm cezayê deh salên din ê girtîgehê bi rê ve bibe.

Seywan Îbrahîmî ku hevjînê mamoste Zara Mihemedî ye, berî niha li ser rûpela xwe ya Instagramê ragihandibû ku; “Ji ber berpirsyaretî di Encumena Nojîn û çalakiyên vê encumenê, piştevaniya ji berxwedana hevjîna xwe, Zara Mihemedî, weşandina wêneyên şehîdan li ser torên civakî û herwisa pêwendiya bi kanaleke bi navê Kurd TV re” hatiye sizadan. Herwiha wî tekezî li ser wê yekê kiribû ku haya wî ji hebûna kanaleke bi navê Kurd TV nîne.

KURDŞOP
418 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!