Çalakiyên Saziya “KURDŞOP”ê di sala 2023an de

Saziya “KURDŞOP”ê saziyeke nehikûmî ye ku li Hewlêra peytexta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî hatiye tomarkirin. “KURDŞOP”ê bi hewl û hevkariya komek ji çalakên xwebexş li hemû parçeyên Kurdistanê bo xizmetkirin bi ziman, dîrok, keltûr û kelepûra Kurd û gehandina nûçe û zanyariyên bawerpêkirî di van biyavan de, di dawiya sala 2021an de dest bi karên xwe kir.

Kurdşop ji bo cîbicîkirina wan armancên ku di bernameya wê de hatine destnîşankirin, bi vekirina ofîsa sereke li bajarê Hewlêrê dest bi berhemanîna komek ji programên vîdyoyî kiriye. Ew program derheqê perwerdeya zarokan, dîrok, ziman, wêje, huner û kelepûra kurdî ne. “KURDŞOP”ê herwiha dest bi avakirina malperekê, komek ji nivîskarên çar parçeyên Kurdistanê ji bo lêkolîn û nivîsîna li ser wan mijarên ku di armancên saziyê de hatine destnîşankirin, avakir. Cuda ji vê malperê, bo belavkirina bername û mijarên xwe, çend kanalek di Youtube û torên civakî de vekirine ku di doma vê raporê de em ê qala wan bikin.  

 

Di beşa bernameyan de, di vê heyamê de 260 xelek programên cuda di heşt mijaran de bi vî rengî hatiye berhevkirin:

 

Mijar | Xelekên amadekirî | Rewşa berdewamî yan bidawîhatinê

1- Hînbûna zimanê Kurdî | 35 Xelek | Li pêşerojê dê berdewam be

2- Dîroka Kurdisatanê | 28 Xelek | Li pêşerojê dê berdewam be

3- Hunera Kurdî | 55Xelek | Li pêşerojê dê berdewam be

4- Çand û wêjeya Kurdî | 51 Xelek | Li pêşerojê dê berdewam be

5- Erdnîgariya Kurdistanê | 27 Xelek | Li pêşerojê dê berdewam be

6- Çîrok bo zarokan | 50 Xelek | Berdewam e

7- Înfografî| 10 Xelek | Berdewam e

8- Kartonên enîmeyşin bo zarokan | 4 Xelek | Berdewam e

Koma giştî a programan: 260 Xelek          

 

Hêjayî gotinê ye ku beşek ji van programan di nav stodyoyê û bi amadebûna mêhvanan hatine berhemanîn, û beşek ji wan jî wek programa “Gera Welat” bi awayê meydanî hatine berhemanîn. Stafa berhemhîner neçar bûn ji bo berhemanîna programan li nav bajarên curbicur ên Bakûr û Başûrê Kurdistanê bigerin.

Beşek ji van programan jî wek programên çîrokên zarokan, herwiha kartonên enîmeyşin bo zarokan, me bi stafa pisopr li Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê spartiye, û KURDŞOP bi dabînkirina lêçûna berheman dibe xwediyê van berheman. Ew berhem bi yek ji zaravayên zimanê kurdî têne berhemanîn û piştre ji aliyê “KURDŞOP”ê ve bo ser zaravayên din têne doblajkirin.

 

Malper û torên civak ên “KURDŞOP”ê

Saziya “KURDŞOP”ê bo belavkirina van programên vîdyoyî yên ku berhem anîne, û herwiha bo parastina wan sermayayên dîrokî, kelepûrî û civakî yên ku li Kurdistanê hene, hevkarên “KURDŞOP”ê lêkolînê li ser dikin, û mijar û gotaran li ser dinivîsin. Herwiha bi merema nasyarkirina her perçeyeke Kurdistanê û derveyî welêt digel sermayeya kelepûrî ya nîştimana mezin a wan, û nasiyarkirina xelkê biyanî digel hemû wan nirxên Kurdistanê, biryar da ku di pêngava yekem de malpera “KURDŞOP”ê di sê beşan de bike sekoya rengvedana nirxên civaka Kurdistanê.

 

Beşên malpera me wiha ne:

1- Beşa Kurdî bi tîpên aramî (zaravayên soranî, hewramî, kelhurî, lekî û kirmancî).

2- Beşa Kurdî bi tîpên latîn (zaravayên kirmancî û zazakî).

3- Beşa îngilîzî.

 

Pêkhateya malpera “KURDŞOP”ê:

1- Ziman û wêje

- Ziman û şêwezarên wê

- Helbest

- Çîrok

- Roman

- Şanoname

- Wêjeya zarokan

- Teoriya wêjeyê

 

2- Keltûr û kelepûr

- Cilûberg û xişl

- Saz û awaz û govend

- Kevneşopî û rêûresm

- Olên Kurdistanê

- Samana kelepûrî

- Stran û muzîka resen

- Alav

- Gotinên Pêşiyan

- Metel

- Pêkenok

 

3- Dîrok:

- Dîroka kevnar a Kurdistanê

- Mad heya mîrgehan

- Mîrgehên Kurdistanê

- Tevgrên Kurdistanê

- Dîroka Kurd bi pênûsa biyaniyan

- Dîroka hevçerx

- Wêne û belge

 

4- Huner:

- Hunermend

- Şano

- Sînema

- Şêwekarî

- Peykersazî

- Wênegirî

- Muzîk

 

5- Erdnîgarî:

- Bakûrê Kurdistanê

- Başûrê Kurdistanê

- Rojhilatê Kurdisatanê

- Rojavayê Kurdistanê

- Kurdisatna Sor

- Kurdên Xurasanê

- Jîngeha Kurdistanê

- Xerîteya Kurdiastanê

 

6- Navdarên Kurd:

- Hunermendên Kurd

- Helbestvan

- Nivîskar

- Siyasetvan

- Zana û fîlsof

- Kesayetî

 

7- Nûçe

8- Program

9- Spor

10- Tendirustî

11- Aborî

12- Civakî

13- Zanist û teknolojiya

14- Pirtûkxane

15- Gotar

16- Vîdeo

17- Albom

18- Navên Kurdî bo zarokan

 

Not: Cuda ji wan berheman “KURDŞOP”ê çendîn kilîp, vîdyo û programên taybet bi boneyan berhem anîne ku hemû bi armanca xizmetkirina bi ziman, keltûr, dîrok û hunera Kurdî ne.

 

Pilatformên “KURDŞOP”ê di torên civakî de

Hevdem ji bo zêdetir nasandin û belavkirina berhem û mijarên berhemhatî ji aliyê tîma “KURDŞOP”ê ve, hemû ew berhem û nivîsîn li ser wan pilatformên jêr, di torên civakî de têne belavkirin:

 

1- Malpera “KURDŞOP”ê bi navnîşanê www.kurdshop.net

2- “App”a “KURDŞOP”ê li ser herdu sîstemên IOS û Androidê bi navnîşanê KURDSHOP

3- Youtube “https://youtube.com/@kurdshopofficial?si=FNuJtn7N57mHxSoZ”.

4- Facebook “https://youtube.com/@kurdshopofficial?si=FNuJtn7N57mHxSoZ”

5- Instagram “https://instagram.com/kurdshop.official?igshid=OGQ5ZDc2ODk2ZA==”

6- Telegram  “https://t.me/kurdshop_official”

7- Twitter an X https://twitter.com/i/flow/login?redirect_after_login=%2Fkurdshop_tv.

8- Tiktok “www.tiktok.com/@kurdshop.official.”

9- Threads “https://www.threads.net/@kurdshop.official”.

Bi awayekî giştî berhemên “KURDŞOP”ê li ser van pilatforman di sala 2023an de zêdetir ji 1 milyon bîner hebûne.

 

Xelata Zara bo xizmeta bi zimanê kurdî

Saziya “KURDŞOP”ê sala 2022an hevdem digel destbiserkirina mamosta Zara Mihemedî mamostaya zimanê Kurdî li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ku bi sedema hînkirin û perwerdeya zimanê Kurdî cezaya pênc salan girtinê bi ser de hatibû sepandin, bo rêzgirtina ji hewlên vê mamostayê ji bo xizmeta zimanê Kurdî Xelata Zarayê ragehand.

Di yekem salvegera destbiserkirina mamosta Zarayê de, bi xweşî ve me kariye li bajarê Hewlêrê û di rêûresmeke bicoş de, yekem Xelata Zarayê pêşkêşî “Saziya Vejîn”ê ya bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdisatnê bikin, ku bi sala ye li Rojhilatê Kurdistanê di biyavê tomarkirin û bidîcîtalîkirina berhemên nivîskî yên dîrok û wêjeya Kurdî û ferhengokên Kurdî de çalakiyan dikin.  

Îsal jî em bo cara duyem rêûresma bexşîna Xelata Zarayê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve dibin û bi beşdariya xemxwer û hogirên keltûr û zimanê Kurdî, em rêz ji hewl û westiyana xemxwereke din a çand û zimanê Kurdî digrin.

Em vê rêzgirtin û xelatbexşînê wek erkê li ser milê xwe dizanin û em hêvî dikin ku em bi vê çalakiya xwe bikarin keç û xortên Kurd bo xizmeta zêdetir bi çand û ziman û nirxên neteweyî û nîştimanî han bidin.  

 

Di dawiyê de em dikarin bêjin:

- KURDŞOP çepera berevanîkirina ji keltûr, ziman, dîrok û hunera Kurdî ye.

- KURDŞOP tevî hurmetdanîna ji bo pêkhateyên cuda cuda yên civaka Kurdistanê, ser bi ti aliyekî siyasî, civakî, olî, zarave û herêmeke taybetî nîne, û xwe bi milkê hemû Kurd û Kurdistaniyanê dizane.

- KURDŞOP hêvinê tebayî û biratî û bihevrejiyana birûmet a tev pêkhateyên Kurdisatnê ye.

-KURDŞOP tîrêja vegeşandina hişyariya neteweyî û nasnamesaziya nîştimanî ye.

KURDŞOP
396 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!