Duyemîn Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî, bi nivîskareke Kurd a xelka Rojavayê Kurdistanê re hate pêşkêşkirin

Roja Yekşemî rêkefta 7ê Çileya 2024an, rêûresma “Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê Saziya “KURDŞOP”ê ve bi beşdariya nivîskar, rewşenbîr û kesayetiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû û xelat bi xatûn “Emîne Emer” a nivîskar û wergêra Rojavayê Kurdistanê re hate pêşkêşkirin.

Rêûresm bi sirûda “Ey Reqîb” û sekînandina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqêj ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Piştre “Welat Qadirî”, Serokê Saziya KURDŞOPê, gotara xwe derbarê gotara Kurdayetî, girîngiya ziman, wêje û kultûra Kurdî û armanca saziyê pêşkêş kir, herwisa tekezî li ser armanc û mebesta bexşîna Xelata Zarayê Bo Zimanê Kurdî kir.

Di berdewamiyê de înfogirafîkek li ser çalakiyên KURDŞOPê di du salên borî de, bi zimanê Kurdî-Soranî hate belavkirin, piştre çend parçe muzîk û stran ji aliyê du hunermendên xelkê Rojavayê Kurdistanê yên bi navên “Nûrşîn û Perwîn” ve hate pêşkêşkirin.

Paşê mamoste “Sûdad Resûl”, wek nûnerê lîjneya Xelata Zarayê, rapora lîjneya dadwerên xelatê xwend û navê xatûn “Emîne Emer” wekî xelatgira îsal a Xelata Zarayê ragihand.

Piştre mamoste “Ebdulah Hesenzade”, kesayetiyê siyasî û wêjeyî yê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê, Xelata Zarayê pêşkêşê Mamoste “Xalid Mihemed” wek nûnerê “Emîne Emer” di rêûresmê de kir. Paşê vîdyoyek amadekirî li ser jiyan û berhemên “Emîne Emer” hate belavkirin.

Di beşa dawiya rêûresmê de, peyama vîdyoyî ya mamoste “Zara Mihemedî” ku ji bo rêûresmê şandibû, hate pêşkêşkirin.

 

KURDŞOP
424 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!