Zêdetir ji çil hezar kesî di veşartina termê sê çiyagerên Kurd de beşdarî kirin

Bi beşdariya hezaran kes ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, termê sê çiyagerên Kurd ên bi navên “Mihemed Royan, Muhsîn Ezîzî û Riza Kayişî” ku roja Îna borî ketibûne bin reniyê, hatine veşartin.

- KURDŞOP

Sibêdeha roja Pêncşemî 18ê Çileya 2024an, termê sê çiyagerên Kurd ên xelkê Nexedê ku roja Îna borî li navçeya Şinoyê kevtibûne bin reniyê, bi axê hate spartin. Pêka helsengandina çalkavanên beşdar di rêûresmê de, zêdetir ji çil hezar welatiyên Kurd di biaxspartina van çiyageran de beşdarî kiribûn.

Sibêdeha roja Îna vê heftiyê, girûpa çiyagerî ya Kawiyana Nexedê ku ji pênc kesan pêk hatibû, li bintara çiyayê Rindole li pişt gundê Zimê yê ser bi bajarê Şinoyê kevtine bin reniyê. Yek ji çiyagerên ku karîbû xwe rizgar bike tîmên hawarçûnê agehdar kiribû û her wê rojê bi hewla çiyagerên navçeyê û tîmên Heyva Sor a Şinoyê, yek din ji çiyageran hate rizgarkirin. Lê sê kes ji çiyageran ên bi navên “Mihemed Royan, Muhsên Ezîzî û Riza Kayişî” ku ketibûne bin reniyê heta roja Çarşemî nehatine peydakirin. Di heyama wan şeş rojan de sedan kes ji çiyagerên Rojhilatê Kurdistanê û xelkê gunên Zimê û Alkawê bi welatiyên bajarên Şino û Nexedê re li helmeta geriyan û vekolîna li pey van sê çiyageran beşdar bûn.

Di vê heyamê de xelkê gundê Zimê û welatiyên bajarê Şinoyê, ji xeynî beşdarîkirina çalakane ji geriyana pey çiyageran, bi dabînkirina xwarin û hewcehyên dinê ji bo tîmên geriyan û vekolînê û herwisa bi dabînkirina emrazên veguhastina tîman, roleke sereke di vê helmeta geriyanê de lîstin.

Lê mixabin berdewamiya barîna berfê û rabûna bahoz û bagerê li çiyayê Rindolê û geliyê ku çiyager lê wunda bûbûn, hewldan bi ser neketin.  keşûhewa ewqas xirab bû ku metirsiya hatina reniyê dîsan hebû û çiyageran hişdarî dane xelkê xwebexş ku bi bê kelûpelên pêwîst ên çiyageriyê û berçavgirtina rêkarên xweparêziyê berê xwe nedine navçeyê.

Êvareya roja Duşemî hêzên Heyva Sor ji ber xirabiya keşûhewa vegeriyane gundê Zimê û ragihandin ku heta baştirbûna keşûhewa û bi dawîhatina befr û baranê venagerine navçeyê. Lê çiyagerên Kurd û xelkê navçeyê ji geriyana li pey van sê çiyagerên wundabûyî her berdewam bûn û di encamê de roja Çarşemî bi hewla wan girûpan termê hersê çiyageran hate peydakirin.

Sibêdeha roja Pêncşemî jî, bi amadebûna deyan hezar kes ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê, termê wan sê çiyageran li çiyayê Sultan Yaqût yê Nexedê û li rex gora Mihemed Ewraz, çiyagerê efsaneyî yê Kurd bi axê hatine spartin.

KURDŞOP
344 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!