Xelata “Mamilê” pêşkêşî hunermend Şivan Perwer hate kirin

Xelata salane ya “Mamilê” (2024) di rêûresm û keşûhewayeke hunerî de pêşkêşî hunermendê navdar ê Kurd “Şivan Perwer” hate kirin.

- KURDŞOP

Roja Sêşemî 23ê Çileya 2024an, hevdem digel 25emîn salvegera koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd ê bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, “Mihemed Mamilê”, di rêûresmeke mezin de li bajarê Hewlêrê yê paytexta Herêma Kurdistanê, bi amadebûna hunerdost û komek kesayetiyên hunerî, wêjeyî û siyasî û hwd, xelata salane ya “Mamilê” pêşkêşê hunermendê navdar ê Kurd û xelkê Bakurê Kurdistanê “Şivan Perwer” hate kirin.

Ev rêûresme ji aliyê Birêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê, Navenda Hunerî ya Mamilê û Saziya Pêşxistina Karê Ragihandinê ve û bi beşdariya malbata Mamilê li salona rewşenbîrî ya Hewlêrê hate lidarxistin.

Ew rêûresme wek hêmayeke rêzlênanê ji hunermendên naskirî yên Kurd, heyama 15 salan e ji aliyê Navenda Hunerî ya “Mamilê” ve pêşkêşê wan hunermendê têkoşer tê kirin ku ji bo xizmetkirina hunera resen a Kurdî têkoşîn kirine û îsal jî ev xelate pêşkêşê mamoste “Şivan Perwer” hate kirin û ji ber direngketina geşta balafira ku biryar bû Şivan Perwer ji Almaniyayê ve pê bê Hewlêrê, navbirî nekarî xwe bigihîne rêûresmê û bi destê xwe xelatê werbigire. Lê xelat bi nûneratiya wî bi mamoste “Ezîz Şarox” yê hunermendê naskirî yê xelkê Mehabadê re hate dan.

Di heyama 15 salên derbasbûyî de li çar parçeyên Kurdistanê, ev mamoste, hunermend û aliyên jêrîn xelata Mamilê wergirtine: “Qela Mere, Endêriyas Îsraîl Xemo (Bakurî), Ebas Kemendî, Ezîz Şarox, Nasir Rezazî, Zozan, Girûpa Muzîzê ya Silêmaniyê, Mezher Xaliqî, Xelîl Xemgîn, Husên. Sefameniş, Mihemedriza Darabî, Dilşad Seîd û Kawa Feqîzade.”

Hêjayî gotinê ye ku sala borî (2023) û hevdem digel şoreşa Jînayê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, rêûresma bîranîna Mihemed Mamilê li Hewlêrê hate lidarxistin, lê ji ber rewşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xelata Mamilê bi ti hunermendekî re nehate danê.

Kurteyek li ser Mihemed Mamilê:

Mihemed Mamilê navê wî yê tevaw “Mihemed Seîd Elî” ye, di sala 1925an de li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û wî zêdetir ji 700 stran gotiye. Wî bi piranî helbestên helbestvanên Kurd ên mezin ên wek “Wefayî, Marif Axayî, Goran, Hejar Mukriyanî û Hêmin Mukriyanî” kiryie bi stran û gelek caran jî bi xwe jî helbest nivîsiye. Di sala 1999an de li temenê 74 saliyê jiyana xwe ji dest daye, lê heta niha jî hunera wî bi zîndî di nav xelkê de maye.

Kurteyek li ser mamoste Şivan Perwer:

Mamoste “Şivan Perwer”, hunermendê navdar û damezrînerê saziyeke bi heman navê, di sala 1955an de li gundê Sûrî yê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew wek hunermendekî xwedî helwest ji aliyê Kurdên cîhanê ve tê naskirin. Girîngiya berhemên Şivan ew e ku li çar aliyên Kurdistanê belav bûne û li cîhanê bêhtir wek “balyozê çandî yê Kurdistana kevin û nû” tê naskirin. Ew ji rêya Saziya Rewşenbîrî ya Navnetewiya “Şivan Perwer” ve dixwaze bibe pirek ji bo nasandin, gekeşepêdan û parvekirina çand û muzîka Kurdî li seranserê cîhanê.

KURDŞOP
316 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!