Merîwan; Kombûnek bo pirtûka “Dîroka Wunbûyî û Nehatî Gotin ya Kurd”

Pirtûka “Dîroka Wunbûyî û Nehatî Gotin ya Kurd” (Mêjûy Bizir û Negêrdrawey Kurd) nûtirîn berhema “Dr. Soran Hemereş” e ku heyamek e di medya û torên civakî de axaftin li ser tê kirin. “Encumena Çandî ya Wêjeyiya Merîwanê” kombûnek rexneyî ji bo vê pirtûkê pêk anî ku mamosta “Salih Hebîbî” wek gotarbêj, ew pirtûk da nasandin. Herwisa “Dr. Efrasiyab Cemalî” wekî rexnegir aliyên pirtûkê helsengand. Ev kombûne nêzî du demjimêran pê çû.

- Kurdşop

Destpêkê peyama rêzdar “Soran Hemereş” ji bo kombûnê hate xwendin; Paşê kombûn hate lidarxistin ku li jêrîn em ê behsa kombûnê bikin.

Mamoste Hebîbî di gotara xwe de got: Ev berhema “Dr. Soran Hemereş”, komek axaftinên nû û cuda tê de hene. Nivîskar bi xwe zimannas e û sî sal ji temenê xwe terxan kiriye bo zimanvanî û xwendina dîrokê. Di vê pirtûkê de cudahiyek heye û mijûl e dîskurs û gotarek nû tîne nav dîroka Kurd û komek belge bo wê yekê jî aniye. Di vê pirtûkê de bi şêwazek cuda behsa dîroka Rojhilata Navîn tê kirin û dibêje: Ew dîroka ku bo vê navçeyê hatiye nivîsîn Ewropiyan yan bîhaniyan nivîsandine. Ji sedsala 17an ve ku bîrokeya nasyonalîzm di nav wan de tê şiklgirtin, bo selamandina pirojeya serdestiya xwe ku tê de çavkaniya hemû tiştekê dibine ser Ewropayê, dîroka gelek neteweyan xelitandine yan ji nav birine.

Mamoste Salih Hebîbî

Soran Hemereş îşareyê bi wê yekê dike ku dîroknivîsên rojavayî tenê beşek hatine Kurdistanê û wê beşê jî belkî şarezayiyek wisa li ser Kurd nebûbe, yan dîroka Kurd her nexwendine. Wan xwastine piştî şerê cîhanî yê yekem ji bo berjewendiyên xwe di Rojhilata Navîn de çend dewlet neteweyekê wekî Iraq, Tirkiye û Sûriyê çê bikin. Ewa ku rast e sînorê wan dewletane li ser axa Kurdistanê hatiye danîn û ji bo wê ku rastiyek sexte û dirw bi ser me de bisepînin, rastiya dîroka Kurd reş kirine û bi perawêz xistine yan tevlîhev kirine û di wê yekê de zilmeke zêde li Kurd hatiye kirin. Nivîskar tevî wê ku rexneyek zêde ji Ewropiyan dike, dibêje: wan ku ew dîroke bo me nivîsîne, bi şarezayî ve hatine Kurdan reş bikin yan perawêz bixin. Rêzdar Soran herçiqas rexneyê ji wan digire, lê her ji belge û şûnwarên wan ji bo nivîsîna pirtûkê sûd werdigire.

Salih Hebîbî di berdewamiya behsa xwe de got: “Soran Hemereş” di nivîsîna pirtûka xwe de şêwazek akademîkî bi kar biriye û tê de şûnwar hatine naskirin û ew kesên ku li ser Kurd kar kirine, ew bi belge ve navê wan û karê wan tîne. Ew di pirtûka xwe behsa wê yekê dike ku Kurd dîrokek kevntir heye ji wê tişta ku niha heye û bi komek belge û bi belgeyên zimannasî ve jî, zimanê Kurdî vedigerîne ser zimanê Somerî û dibêje: Kurên îroyî bermayiya Sumeriyan in û ewa ku derbarê Kurd de hatiye gotin, curekê xelitandina dîrokê ye.

Di beşa duyem ya kombûnê de “Dr. Efrasiyab Cemalî” ku doktorê dîrokê ye, bi dîtingehek rexnegirî ve behsa pirtûka “Dîroka Wunbûyî û Nehatî Gotin ya Kurd” kir û got: Nivîsîna dîrokê hem hêsan e û hem jî dijwar e. Hêsan e çimkî her kes rê dide xwe her tişta ku pê xweş be binivîse. Ev yeka aliyê kêm li Rojhilata Navîn di van du sedsalên borî de hatiye dîtin, ku gelek kesan li ser dîrokê nivîsandine û ti demûdezgehek jî nîne ku rê li ber nivîsandina her kesî di her warekê de ku xwîndibe li ser dîrokê binivîse. Lê faktoreke me ya sereke heye, ku ew jî “man” e û bi hezar salan e her heman çavkaniyên dîrokî yên ku birêz Soran Hemereş di pirtûka xwe de behs kiriye, mane. Ji “Îbnî Huqel” heta “Dînewerî” ve bigire û bi hezaran kesên dinê hebûn ku dîrok nivîsandine, lê navê wan nemaye yan jî kes behsa wan nake, tenê ew kes dimînin ku tiştek rêkûpêk û bi cih nivîsîne.

Dr. Efrasiyab Cemalî

Nivîsîna dîrokê di vê serdemê de serê bo du aliyan dibe: Yek ewa ye ku bi siyasîkirina dîrokê ye yan bi arastekirineke nasyonalîstî û olî. Bo mînak kesek wek bawermendekê pê xweş e li ser dîroka Îslamê binivîse, lewma bi hezkirinê ve ji mijarê dinêhêre û her tişta ku pê xweş be dinivîse; Gelek jî bo girîng nîne ku axo belgeyek cidî bi kar dibe yan ne, çimkî di nivîsîna xwe de hezkirina xwe nîşan dide. Yan di warê nasyonalîstî de di wan sedsalên borî de Fars ku xwazyarê hikûmeta Paşayetî ne, bi hezaran pirtûk û belge li ser Îranê û bi taybetî li ser “Riza Şah” yan “Pehlewî” nivîsîne ku tijî ne ji hez û xoşewîstiya wan kesane beranber bi Riza Şah û heta “Esedulah Elem”. Nivîsîna dîrokê bi xwe pirensîp û modelek heye û di warê zanistî de nabe her kesek rê bide xwe ya ku pê xweş e binivîse yan her tiştek ber dest bikeve yan her tiştekê bibîne, bi bê metodek zanistî bike bi pirtûkek dîrokî û belav bike.

Dr. Cemalî di berdewamiya axaftinên xwe de li ser wê pirtûkê got: “Yekemîn nav û sernavek ku birêz Soran Hemereş ji bo pirtûka xwe hilbijartiye, xudê mijarê dibe bin pirsê. Herweha di şêwaza lêkolîn û pirtûkên heqîqî de, divê gelek tişt bêne berçavgirtin ku di vê pirtûkê de nayêne berçav, ew jî pêşîne û edebiyata lêkolînê ye ku divê nivîskar tê de behsa wan karane bike ku berê di vî warî de hatine kirin. Di şûna wê de, ew dibêje: Berî min tiştek nehatiye kirin.

Zanîngehên Kurdî nekirine û kesayetiyên Kurd nekirine. Lê bi dîtina min karên gelek baş hatine kirin û hemû mijar, faktor û tiştên ku di pirtûkên wî yên berê de hene, ku çi wek pêşîneya edebiyata lêkolînê îşare pê nekiriye. Di karên akademîk de, ger kesek berhem û mîrata kesên dinê bi kar bîne, divê di beşa edebiyata lêkolînê de bêje ku ev ji kê hatine wergirtin û beriya min jî ev xebatane hatine kirin, lê li cem min şaş in an jî ez wan bi karek cidî nizanim. Ew di sernav û navê pirtûka xwe dibeje: “Dîroka Nehatî Gotin a Kurd”, lê li ser Kurdan gelek xebat hatine kirin, her çend ev xebat şepirze ne, an jî di dezgehekê an ansîklopediyekê de nehatibe komkirin.

Rexneya “duyemîn” pêvajoya lêkolînê yan jî rewşa lêpirsînê ye. Di xebatên zanistî û akademîk de, bi taybetî di warê dîrokê de, divê mirov xwediyê pêvajoyek lêkolînê be û bibêje ez li ser çi bingehê dixwazim kar bikim û min tiştek nû peyda kiriye û peydakirina wê kareke bingehîn û rîşeyî ye; Ku ew yeka jî di pirtûkê de rohn nîne.

Di vê berhemê de texmîn û gumanek heye ku ew jî ev e dibêje “Sumerî” Kurd in. Heger nivîskar bihatiba tenê wekî gumanekê temam bikiriba û bigota ku ez dixwazim îspat bikim ku Sumerî Kurd in û paşê bihatiba bi zanista zimannasî û bi wan belgeyên di ber destên wî de ne îspat bikiriba, ew karê wî ji hêla zanistî ve girîng dibû. “Mijara sêyem” ku divê ez behs bikim mijareke teorîk e û ger kesek karê dîrokî bike, divê bêguman teoriyeke hebe. Wî dikaribû di wê berhemê de li ser bingeha teoriya rojhilatnasî ya Oryentalî karê xwe ber bi pêş ve biriba bo wê ku di zanîngeh û navendên zanistî de bi pend bihatiba wergirtin.

KURDŞOP
323 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!