Zêdetir ji sê hezar navên Kurdî ji bo zarokan di malpera KURDŞOPê de hat tomarkirin

Di vê beşê de zêdetir ji 3 hezar navên kur û keçan bi watayên wan ve hatîne danîn. Bi armanca vê ku navên keç û xortan bi awayekî sanahî bêne dîtin, ew beş cuda ji vê ku li gor regezê hatiye polênkirin, navê her regezekê jî li gor tîpên alfabeyê hatiye rêzkirin. 

Kurdistaniyên hêja!

Em we agehdar dikin ku Saziya “KURDŞOP”ê di doma hewlên xwe de ji bo parastin û vegeşandina nirxên nîştimanî û bi armanca handan û alîkariya hevwelatiyan bo vedîtina navên kurdî ji bo zarokên xwe, beşa “Navê Kurdî bo zarokan” di hersê beşên malpera “KURDŞOP”ê (Kurdî bi tîpên aramî-Kurdî bi tîpên latînî-îngilîzî) çalak kiriye. 
Di vê beşê de zêdetir ji 3 hezar navên kur û keçan bi watayên wan ve hatîne danîn. Bi armanca vê ku navên keç û xortan bi awayekî sanahî bêne dîtin, ew beş cuda ji vê ku li gor regezê hatiye polênkirin, navê her regezekê jî li gor tîpên alfabeyê hatiye rêzkirin. 
Bo amadekirina beşa herî zêde ji navan, me pirtûka “Koperrî nêwî Kurdî” (Pirtûka navên Kurdî) wek çavkanî bi kar aniye, ku ew pirtûk ji aliyê Mamosta Nasir Rezazî ve hatiye amadekirin. Xeynî vê çavkaniyê, me bo beşek ji navan jî sûd ji van malperan wergirtiye:
- نامهای اصیل کردی – دیلمانج 
- اسم کرد/ نام فارسی
Herwiha bo nivîsîna wateya navên keç û xortan, me malpera “وشەدان” bi kar aniye. 
Em hêvî dikin ku ev pêngava “KURDŞOP”ê bibe alîkarekî baş bo hevwelatiyan di warê dîtina navên ciwan û balkêş bo zarokên xwe, û bibe palderek jî, bona ku hemwelatiyên me yên Kurd li her cihekî Kurdistan û cîhanê dijîn, navên ciwan ên kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin. 

 

Digel rêz û hurmetên me

Saziya “KURDŞOP”ê

11.02.2024

Ji bo dîtina beşa Navên Kurdî ên  Zarokan li ser lînka jêrîn kilîk bikin.

https://kurdshop.net/kt/names

KURDŞOP
511 Dîtin

Serkeftina Amedsporê pîroz be

Tîma topa pê ya Amed Spora Bakurê Kurdistanê ger ji aliyê şovênîzmên desthilata zordar ve rastî dijayetîkirinê hatiye û dijayetiya wê tê kirin, lê bi kêfxweşî ve heta niha kariye berdewam rêya serkeftinê bo aliyê lûtkeyê bipîve û niha bûye nûnerê dengê Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê di qada werzişê de.

Pîrozbahî  bi boneya serkeftina Kurdan bi ser faşîzmê li Bakûrê Kurdistanê

Di van rojên borî de neteweya Kurd li Bakurê Kurdistanê du serkeftinên mezin tomar kir. Ya yekem serkeftina Partiya Kurdistanî (Dem Partî) di hilbijartinên şaredariyan de û bidestveanîna desthilata 85 şaredariyan û bi taybetî şaredariyên 11 bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bû.

“Xelata Nê” xelateke nîştimanî

 Xelateke salane ji aliyê raya giştî ya xelkê gundê mezin ê “Nê” yê ser bi Merîwanê ve hatiye diyarîkirin ku biryar e ji îsal ve bi kesên hilkeftî yên warên cuda li devera Merîwanê bê bexşîn.

Sêyemîn salvegera damezrandina Kurdşopê pîroz be

Kurdşopê di sê salên xebata xwe de hewl daye bibe deng û rengê hemû Kurdan li seranserê Kurdistanê û bê cudahî li hemû beşên Kurdistanê binêre û dîrok, erdnîgarî, huner, ziman, wêje, çand û kelepûra navçeyên cuda yên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê bide nasandin.

Cejna Newrozê û sersala nû ya Kurdî pîroz be

Cejna Newrozê ji bo netewa Kurd cejna tekezîkirin e li ser mafên xwe yên rewa û bi bîranîna dîrokek dirêj e bo xebat û têkoşîna bo azadî û rizgariyê û agirê geş yê Newrozê ku ji aliyê netewa Kurd ve tê pêxistin, sembola hêviya paşerojeke geş bo netewe û nîştimana me ye.

Kombûnek bo sînemaya Kurdî li Merîwanê

Encumena Çandî-wêjeyî ya Merîwanê bi hevkariya Sînema Kurdistan, kombûnek bo sînemaya Kurdî û pêşandana sê fîlmên nû yên sê derhênerên Merîwanê bi rê ve bir.

Bi hevre ber bi Newroza Meşxelên Rizgariyê

Em daxwazê ji Kurdistaniyan dikin ku di êvareya Newrozê de bi hilgirtina meşxelan yekîtiya xwe nîşan bidin û Newroza îsal jî wekî “Newroza Meşxlên Rizgariyê” bi nav bikin û di çarçoveyek hêmayîn de îradeya xwe nîşan bidin.

Raporek li ser 18emîn Festîvala Navnetewî ya Şanoya Kurdî ya Seqizê

Festîvala Şanoya Kurdî ya Seqizê dê çar rojan berdewam bike û hemû şanoyên ku beşdarî festîvalê dibin bi zimanê Kurdî ne û her derhênerek tenê bi yek şanoyê beşdar dibe. Herwisa biryar e roja Pêncşemî 22ê Şibatê, rêûresma bidawîhatina vê festîvalê bi rê ve biçe û di beşên cur bi cur de komên yekem û serketî bêne eşkerekirin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!