Amedspor û Wanspor ji bo mexdûrên erdhejê pêşbirkekî futbolê ya dostane lîstin

Pêşbirka futbolê ya di navbera Wanspor-Amedsporê bi armanca piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê ku li Wanê hat lîstin bi serkeftina Amedsporê û bi encama 4-2 bi dawî bû.

Şadî

Kurdshop – Pêşbirka futbolê ya di navbera Wanspor-Amedsporê bi armanca piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê ku li Wanê hat lîstin bi serkeftina Amedsporê û bi encama 4-2 bi dawî bû.

Tîma fitbolê ya Amedspor ku nûnertiya bajarê Amedê dike û Amed jî ku yek ji 10 parêzgehên erdheja ku navenda wê Gurgum (Mereş) a Bakurê Kurdistanê bû dike, li gel Wanspor a di Gruba Sor ya Lîga 2yemîn a Federasyona Fitbolê a Tirkiyê (TFF) pêşbirka futbolê ya dostane pêk anîn. Herwaha tevahiya destkeftên lîstika dostane ji bo mexdûrên erdhejê hate bexşandin.

Amedspor a ku di Gruba Spî  ya Lîga 2yemîn  a TFF ê de serwere, di tora xwe ya civakî Twîterê de di derbarê lîstokê  de  parve kirinek  kiribû  û diyar kir , ‘’ Emê birînên xwe bi hev re derman bikin û diyar kir û emê li gel Wansporê 19 Sibatê demjimêr 14:00 li yarîgeha Diyarbekir lîstoka dostaniyê bikin.’’ Herwaha diyar kir ku wê dahata tevahiya biletan ji bo hemwalatiyên me yên ku ji ber erdhejê bandor bûne bê bexşandin.

Piştre jî ew lîstoka ku wê li yarîgeha Diyarbekirê bihata lîstin ji bo Wanê hatibû veguhestin.

Nirxê biletan jî pişt qelê û maratonê 100 TL, VIP jî 500 TL hatin diyar kirin.

Beriya  lîstokê Serokê Kulûba Wansporê Feyat Kiyak û Serokê Amedsporê Selahedîn Yildirim  bi endamên çapemeniyê re hatin gel hev.

Herwaha lîstokvanên herdû tîman jî bi pankartên’’ Emê birînên xwe bi hev re derman bikin’’ derketin qadê.

Lîstok bi serkeftina Amedspor ya bi 4-2 bi encam bû.

KURDŞOP
944 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!