Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Kurdshop - Werzişvana Kurd a ji bajarê Dêrsim a Bakurê Kurdistanê piştî hemû rikberên xwe tekbirin bû şampiyonê Kick Boksê yê cîhanê.

Werzişvana Yaneya Werzişa Kick Boks a Dêrsimê Êrîvan Barut, hem li Tirkiyê û hem jî bi giştî derveyî welat gelek serkeftinên mezin bidest xistine û naha jî di pêşbirka li Macarîstanê ango Hengaryayê birêve çû de nasnava şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bidest xist.

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro 18.06.2023yê piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Êrîvan Barut, keçeke 22 salî ya xelkê bajarê Dêrsîm a Bakurê Kurdistanê ye û bixwe jî bi zarawayê Zazakî diaxive. Lê berî naha dema beşdarî bernameyekî televîzyonê bibû û xwestibû bi zimanê xwe yê dayîkê biaxive, ji ber hin peyvên tirkî di nav axaftina wê de hebûn rastî hin rexneyan hatibû û wê jî li ser vê mijarê ragehandibû: ‘’Ev rewşa min trajediya gelekî ye. Ji naha û pê de yek ji karên min ê herî serekî û giring jî dê baş fêrbûna zimanê xwe yê dayîkê be, bila herkesek jî vê wisa bizane. Ez ciwanekî werzişvan ê ji Dêrsimê me, lê ji ber ez wek nûnera Dêrsimê li Cîhanê têm dîtin ew nayê wê wateyê ku ezê karê herî serekî û giring bicîh neynim. Û ez dê teqez wî karê serekî (Bi rast û dirustî axaftina zimanê dayîkê) bicîh bigehînim. Lê ev pirsgirêkekî civakî ye û ez dixwazim hemû kesekî jî li ser vê pirsgirêkê bidim fikirandin.

KURDŞOP
646 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvanên Dêrsîmê yên Kick Boksê di kupaya cîhanî de kupayek û 5 madalya bidest xistin

Li Stenbolê pêşbirka WAKO ya Kupaya Cîhanî a 8emîn de, 5 werzişvanên Dêrsîmê serkeftinekî giring bidest xistin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!