Werzişvanên Dêrsîmê yên Kick Boksê di kupaya cîhanî de kupayek û 5 madalya bidest xistin

Li Stenbolê pêşbirka WAKO ya Kupaya Cîhanî a 8emîn de, 5 werzişvanên Dêrsîmê serkeftinekî giring bidest xistin.

Kurdshop – Li Stenbolê pêşbirka WAKO ya Kupaya Cîhanî a 8emîn de 5 werzişvanên Dêrsîmê serkeftinekî giring bidest xistin. Ji Dêrsîmê 6 werzişvan beşdarî pêşbirkan bibûn.

Kupaya Cîhanî ya 8emîn Turkish Open WAKO, ya rojên 17 - 21ê Gulanê li Navenda Kongre û Fuar a TUYAP li Stenbolê pêkhat û ji 56 welatan 4 hezar werzişvan beşdarî pêşbirkê bûn û werzişvanên Dêrsîmê yên Kuluba Kick Boks a Werziş a Dêrsîmê jî beşdar bûn û Êrîvan Barut di pêşbirkan de bû yekem, werzişvanên bi navê Jîdal Batmaz û Îrem Denîz Yunavç jî bûn duyem û Bîlge Gozler û Ozhan Yikilmaz jî di pêşbirkan de bûn sêyem û serkeftinekî giring bi navê bajarê Dêrsîm a Bakurê Kurdistanê bidest anîn.

Rahênerê werzişvanên Dêrsîmê Gursel Tayam jî ragehand kulûba wan her rojê serkeftinên giringtir bi dest dixe û diyar kir: ‘’Herî dawiyê werzişvan a me Êrîvan Barut bû yekem û hem kupa bidest anî, hem jî madalya zêrîn bidest xist. Herwaha werzişvanên me Jîdal Batmaz û Îrem Denîz Yuvanç jî madalya zîv bidest xistin. Herwaha Bîlge Gozler û Ozhan Yikilmaz jî madalya bronz a sêyemîntî bidest xistin. Berî her tiştî ji ber piştevaniya Şaredariya Dêrsîmê û Rêveberiya Parêzgahê ya Werziş û Ciwanan em spasiya xwe dikin.’’

Herwaha got: Werzişvanên me bi giştî 5 madalya û kupayek bidest xistin û herkese ku piştgiriya me kiriye em careke din spasî li hemû aliyan dikin.

KURDŞOP
658 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!