Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

şadî

Kurdshop – Ajokarê kurd yê bi navê Isaac Turumlu ku bavê wî kurd û dayîka wî jî Îspanyayî ye û ser bi Tîma Kurdistan Racingê ye, li Almanyayê di pêşbirka ku beşdarî tê de kir, serkeftineke mezin bi dest xist.

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Piştî serkeftina wî ya di sala 2019an, cara yekem e ku Tîma Kurdistan Racingê serkeftineke din a bi vî awayî bi dest dixe.

Isaac Tutumlu di derbarê serkeftina tîma xwe de ragehand, “Em gelekî kêfxweş in û ji niha ve xwe ji bo pêşbirk ango tûrnûvaya Barcelonayê amade dikin.”

Isaac Tutumluyê ajokarê Kurd, li ser serkeftin û rewşa xwe û otomobîla xwe ya ku pê beşdarî di pêşbirkê de kir  anî ziman, “Me di pêşbirka GT World Challengeyê de serkeftineke din bi dest xist, pêşbirkeke balkêş bû, Ferrari û Renaldi pir bilez bûn.’’

Otomobîla min di ajotinê de pir baş û bilez bû, di dawiyê de me karî serkeftineke din ji bo Tîma Kurdistan Racingê bi dest bixin.”

Isaac Tutumlu bi navê xwe yê temam Isaac Tutumlu Lopez e û roja 5ê Tîrmeha 1985an li bajarê Barcelona ya Îspanyayê ji dayik bûye.

Bavê wî ji parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê û dayika wî jî Îspanyayî ye. Isaac Tutumlu ajokarê otomobîlên pêşbirkan e.

Isaac Tutumlu kurê Bayram Tutumluyê yekem menajerê bi lîsansa FIFAyê yê Tirkiyeyê ye ku di futbolê de gelekî bi nav û deng e.

Isaac Tutumluyê ku di 21 saliya xwe de dest bi beşdariya pêşbirkan kir, di pêşbirkên navneteweyî de bi awayekî baş nûnertiya Kurd û Kurdistanê dike.

KURDŞOP
617 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Werzişvanên Dêrsîmê yên Kick Boksê di kupaya cîhanî de kupayek û 5 madalya bidest xistin

Li Stenbolê pêşbirka WAKO ya Kupaya Cîhanî a 8emîn de, 5 werzişvanên Dêrsîmê serkeftinekî giring bidest xistin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!