Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Şaho Mihemedî melevanê xwedî pêdiviyên taybet ku "Sendroma Dawn" heye û xelkê bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ye, rekoreke nû tomar kir û medalya zêr a Olympics a Taybet a Berlînê bidest anî.

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû.

Di dawiyê de bi tomarkirina rekora dîrokî ya 7 deqe û 46 çirkeyan Medalya zêr bidest anî, egera wê yekê heye ku navê Şaho Emînî ku di 17 saliyê de medalya zêr bidest aniye di pirtûka Guinness de were tomarkirin.

Keywan Xoşbext, serokê îdareya werziş û lawan a Mihabadê di hevpeyvînekê de li gel medyaya Îranê li ser Şaho Mihemedê waha axivî: "Şaho Mihemedî tevî tîma nîştimanî ya Îranê di hevrikiyên cîhanî yên Paralympics ên sala 2023ê de beşdar bû ku di 10 rojên dawiyê yên gulanê de li Almanya hatin sazkirin, Şaho take nûnerê Îranê di warê melevaniyê de bû. Serokê Îdareya werziş û lawan a Mihabadê dibêje ku Şaho Mihemedî werzişvanê sendroma dawn e û rekora melevanîkirina kêmendaman, madalyayê zêr û zîv yên Olympicê ên taybet bi Îranê, medalyaya zêr a hevrikiya melevanîkirina kêmendamên Îranê û çend nasnavên din di karnameya xwe ya werzişî de hene. Şaho di warên Belemvanî (Qayix swarî), Çiyagerî û bisiklet siwariyê de jî çalak e.

Şaho Mihemedî li bajarê Mihabadê bi "Milyaketa Qareman" tê naskirin. Di dema ku bo beşdarîkirin di wan hevrikiyan de diçû Almanyayê, xelkê Mihabadê bi coş û rêzdarî ew birêkirin.

Şaho Mihemedî kî ye?

Şaho Mihemedî 17 salî ye, xelkê bajarê Mihabad a Rojhilatê Kurdistanê ye. Ew ji 6 saliya xwe ve bi profesyonelî dest bi melevaniyê kiriye û niha li Mihabadê bi Milyaketê Qehreman tê naskirin.

Şaho Mihemedî 13 Tebaxa 1384 a rojî ji dayîk bûye wate sala 2005ê. Wî sendroma dawn heye û dema xwe li ser raspardeya pizîşkan, dayîk û bavê wî xwestina tirsa wî ji avê bi riya melevanîkirinê çareser bikin û niha bi yek ji melevanên herî navdar li ser asta cîhanê tê naskirin.

Şaho ji sala 2014ê û bi serperestiya Muhsin Mazûcî melevan û rahênerê Mihabadî, tevlî wê werzişê bû. Sala 97 a rojî karî 2 hezar û 500 metran melevaniyê bike û rekoreke nû li Îran û cîhanê tomar bike. Wî di yek demjimêrê de dûratiya 2 hezar û 483 metran di 49 caran de bi awayê (Çûn û Hatin) bi melevanîkirinê dawî anî û bo yekem kes ku di beşa kesên xwedî pêdiviyên taybet de  li Îran û cîhanê karî dirêjtirîn dema melevanîkirinê bibre û xweragir be.

Şaho Mihemedî endamê taybet ê Paraolîmpic a Îranê û xwediyê du qehremaniyan e di hevrikiya (Melevaniya ser zik a Îranê), herweha ew yekemîn belemvan (Qayix siwarê) sendroma Îranê û yekemîn sendromê dawn e ku ku dikare belema (qayîx) li Îranê kontrol bike û di wî warî de kariye du medalyayên zêr bidest bîne. Ew take sendromê dawn e li cîhanê ku dikare li gel melevanên asayî de hevrikiyê bike.

Şaho hevdem li gel melevanî û belemwaniyê, ji lîstikê hesin û çiyageriyê hez dike, ji ber wê berdewam diçe salonên fîtnîsê û bo çiyageriyê diçe ser çiyayên Mihabad û Kurdistanê.

Şaho Mihemedî sala 2021 a miladî ji aliyê malpera nûçeyên "Haje" ya mihabadê  ve weke hemwelatiyê hêja yê Mihabadê hat nasandin û rêz lê girtin.

KURDŞOP
672 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Werzişvanên Dêrsîmê yên Kick Boksê di kupaya cîhanî de kupayek û 5 madalya bidest xistin

Li Stenbolê pêşbirka WAKO ya Kupaya Cîhanî a 8emîn de, 5 werzişvanên Dêrsîmê serkeftinekî giring bidest xistin.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!