Herêma Kurdistanê daxwaza mêhvandariya Kupa cîhanî ya futbola herêman dike

Cama Konîfa di navbera herêmên cîhanê de bi rê ve diçe. Piraniya pêşbirkiyên cama Konîfa bi beşdariya 16 hilbijardeyan birêve çûne, û carina jî hejmareke zêdetir ji hilbijardeya herêman beşdar dibin. Hilbijardeya Kurdistanê di sala 2012`an de bûye pehlewanê cama herêmên cîhanê.

Kurdşop-Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza mêhvandariya cama cîhanî ya topa pê ango futbola herêman (Konîfa)yê dike û ji bo vê armancê jî serok û herdu cihgirên Yekîtiya Topa Pê ya Herêmên Cîhanê (Konîfa)yê sardana Herêma Kurdistanê kirine û di vê sardana xwe de, dê sardana stadyumên sporê yên Herêma Kurdistanê li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê jî bikin.  

Berdevkê Yekîtiya Topa Pê a Herêmên Cîhanê (Konîfa)yê Celal Seîd ragehand: Kupaya Konîfa carekê li Kurdistanê birêve çûye û em daxwaz dikin dîsan di sala 2024`an de li Herêma Kurdistanê birêve biçe; bo vê jî me pilanek amade kiriye ku pêkhatiye ji stadyuman û cihê manê û balafirxaneyên Kurdistanê û çendîn cihên geştiyarî ku em pêşkêş dikin û em hêvî dikin di demeke zû de bersivekê wergirin û careke din bi piştgiriya Herêma Kurdistanê ew pêşbirk li Kurdistanê birêve here.

Li derbarê pêkanîna hilbijardeya Kurdistanê Celal Seîd got: “Li nav Yekîtiya Topa Pê ya Kurdistanê fikirandinek heye bona ku careke din hilbijardeya Kurdistanê bê pêkanîn, ger kupa jî nebe lê em dikarin çend leyîzên dostane birêve bibin û li bajarê Bexda an jî Besre yan jî li derveyî welêt em leyîzan organîze bikin. Ez pêşbînî dikim ku piştî bidawîhatina gera nayab a Kurdistanê bo vê demsalê, hilbijardeya Kurdistanê dirust bibe”.     

Kupaya Konîfa di navbera herêmên cîhanê de birêve diçe. Piraniya pêşbirkiyên Kupaya  Konîfayê bi beşdariya 16 hilbijardeyan birêve çûne û carina jî hejmareke zêdetir ji hilbijardeya herêman beşdar dibin. Hilbijardeya Kurdistanê di sala 2012`an de bûye pehlewanê cama herêmên cîhanê.

KURDŞOP
790 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!