Tîma kaşvaniya Geverê li ser asta Tirkiyê bû yekem

Tîma kaşvaniya Geverê di pêşbirka giştî ya li ser asta Tirkiyê hat birêvebirin de 33 madalî bidest xistin û wek tîm bûn şampiyon û yekemê Tirkiyê

Kurdshop – Tîma kaşvanî ya Gever a ser bi parêzgeha Colemêrg a Bakurê Kurdistanê, di pêşbirka kaşvaniyê de li ser asta Tirkiyê bû şampiyon û yekemtî bidest xist.

Tîma kaşvaniya Geverê di pêşbirka giştî ya li ser asta Tirkiyê hat birêvebirin de 33 madalî bidest xistin û wek tîm bûn şampiyon û yekemê Tirkiyê.

Li gor agahiyên Rêveberiya Ciwan û Werzişa Parêzgehê belav kirine, li navçeya Gerede ya parêzgeha Bolu ya Tirkiyê, di rojên 17 heta 19ê Adarê pêşbirkên birêveçûn de ji 19 parêzgehên Tirkiyê 187 werzişvanên kaşeyê beşdar bûne.

Hat ragehandin tîma kaşvaniya Geverê di wan pêşbirkan de li ser asta Tirkiyê 15 madaliyên zêr ango yên yekemtiyê, 7 madaliyên zîv ango yên duyemtiyê, 8 madaliyên bronz ango yên sêyemtiyê û 3 kaşvanan jî çaremtî bidest xistine û bi vî awayî wek tîma kaşvaniya Geverê li ser asta Tirkiyê bûne şampiyon û yekemtî bidest xistine.

KURDŞOP
807 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!