Werzişvanê ciwan ê Kurd li Gurcistanê bû şampiyonê Kick Boksê

Werzişvanê ciwan ê kurd li Gurcistanê bû şampiyonê Kîck Boksê û bi ala Kurdistan derket ser rîngê û bû şampiyon

Kurdshop – Werzişvanê ciwan ê kurd li Gurcistanê bû şampiyonê Kîck Boksê û bi ala Kurdistan derket ser rîngê û bû şampiyon.

Li bajarê Tiflîs a paytexta Gurcistanê pêşbirk û turnuwaya navneteweyî ya Mix Fight, hat lidarxistin û tê de Werzîşvanê Kurd Davîdê Rezo Faroyan ku bi Ala Kurdistanê derket ser ringê, bû şampîyon.

Werzişvanê kurd Davidê Rezo ku 18 saliye û li Tîflîs a paytexta Gurcistanê ji dayîk bûye, bi Ala Kurdistan û Gurcistanê derkete ser rînga pêşbirkê û hem malbata wî, hem jî nûnerên diyaspora kurd jî ji bo piştevaniya wî li salona turnuwayê bûn.

Hat ragehandin zêdetirî 20 welatan werzîşvan beşdarî wê turnuwayê bûne û turnuwaya navnetewî ya Mix Fight ku hunerekî lêdanê ye û têkelbûna ji gelek teknîk û şêwazên lêkdanê pêktê û gelek pisporên werzişê jî jê re dibêjin lihevdana bêrêgez.

Davidê Rezo di kategoriya 55 kîloyî de beşdarî turnuwayê bû û derkete ser rîngê û li hember rikberê xwe serket û berî ku serkeftina wî bê ragehandin jî Ala Kurdistanê avête ser milê xwe û diyar kir, ew bi serkeftinên xwe ve milletê xwe bilind dike

Davîd Rezo ji zarokatiya xwe ve bi werzişê ve mijûl dibe û heta niha 6 cara şampîyonê Qefqasyayê, 9 caran jî bûye şampîyonê Gurcîstanê û sala 2018ê de di beşa nûciwanan de bû şampîyonê Ewrûpayê û sala 2019ê jî bû şampiyonê cîhanê.

Turnuwaya Navnetewî ya Mix Fight ev sêyem care li Tîflîs a paytexta Gurcistanê tê lidarxistin û werzişvanên Ermenîstan û Azerbeycanê jî vê carê beşdarî vê pêşbirkê bûn.

KURDŞOP
768 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!