Keçeke kurd di Boksê de li ser asta Tirkiyê bû sêyem

Li parêzgeha Mugla ya  Tirkiyê di navbera 25ê Adarê û 01ê Nîsana 2023yan de di Şampiyontiya Boksê ya Takekesî ya keç û xortên Ciwan de, werzîşvana Êlihî (Batman) Zîlan Kizmaz li Tirkiyê di beşa jinan de bû sêyemîn.

Şadî

Kurdshop – Li parêzgeha Mugla ya  Tirkiyê di navbera 25ê Adarê û 01ê Nîsana 2023yan de di Şampiyontiya Boksê ya Takekesî ya keç û xortên Ciwan de, werzîşvana Êlihî (Batman) Zîlan Kizmaz li Tirkiyê di beşa jinan de bû sêyemîn.

Di serdana ku ji bo Rêvebirê Werzîş û Ciwanan a Parêzgeha Êlihê Mehmet Şafî Ozperk  a hate kirin de, rêvebirê şaxê spor-werzişê Burak Eren, nûnerê Boksê yê bajêr Ebdulah Ay, rahênerê yekem yê Boksê Mistefa Okuyucu û Îbrahîm Gûzel, li gel werzişvana serkeftî Zîlan Kizmaz beşdarî seredanê bûn.

Ji 61 bajaran, 448 werzîşwanên ciwanên xort û 236 werzîşwanên  jin beşdarî wê Şampiyontiyê bûn û di pêşbirk û Tûrnûvayê de, di pîvan û weznên cuda de ji bo zilam û jinan madalya hatin belav kirin.

Herwaha Rêveberê Werziş û Ciwanan a Parêzgeha Êlihê Mehmet Şafî Ozperk, kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman û pîrozbahî li werzêşwana  serkeftî Zîlan Kizmaz û rahênerên wê  kir.

KURDŞOP
748 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!