Li Colemêrgê îsal 5 hezar û 700 şagirtên kaşvaniyê hatin rahênan kirin

Li Colemêrg a Bakurê Kurdistanê îsal di çarçoveya projeya ‘’Pêşeroja bi tendurist, bi werzişê pêkan e’’ de 5 hezar û 700 şagirtan re perwerde û rahênana kaşûn an jî kaşvaniyê hate dayîn.

Şadî

Kurdshop - Li Colemêrg a Bakurê Kurdistanê îsal di çarçoveya projeya ‘’Pêşeroja bi tendurist, bi werzişê pêkan e’’ de 5 hezar û 700 şagirtan re perwerde û rahênana kaşûn an jî kaşvaniyê hate dayîn.

Şagirtên ku li navenda Colemêrg û navçeyên Gever, Şemzînan, Çelê û Rûbarokê hatin rahênan kirin, bi demên diyar û bi awayê gruban ji Navenda Kaşvaniya Mêrga Bûtan re hatin veguhestin û hatin rahênan kirin.

Ji rahênerên binkeya Navenda Perwerdeya Gel piştî rahênan hatin pêkanîn, ji wan şagirtan kesên ku xwedî şiyan hatin helbijartin û beşdarî tîma kaşvaniyê hatin kirin. Herwaha gelek şagirtên li gel rahêneran beşdarî temrin û rahênanê bûn, piştî beşdarî pêşbirkan bûn di şampiyonayan de madalya jî bidest xistin.

Rêveberê Perwerdeya Mîlî ya Parêzgeha Colemêrgê Bîlal Gur vê derbarê de ji çapemeniyê re ragehand, xebatên derbarê rahênana kaşvaniyê de yek ji lingên projeya me ye. Ev proje ji bo werzişa herêmê, çand û kalîte ango çawaniya perwerdeyê dê gelek sûdên wê hebin. Her roj em nêzîkî 100 şagirtan bi minibûsan li malên wan werdigrin û li gel rahênerên wan dibin navenda kaşûnê.

Gur ragehand: Zarokên me yên diçin wê navenda me ya kaşûnê bi amûrên wê navendê ve destpê dikin. Gelek ji wan zarokan dibe ku di jiyana xwe de qet kaşvanî nekiribin û bi keda rahênerên me fêr dibin. Piştî destpê kirina projeyê min bixwe jî serdana navenda kaşvaniyê kir û di çavên zarokên me de ew ronahî, xwastek, heskirin û keyfxweşiya heyî ez bextewer kirim. Îsal heta naha 5 hezar û 700 şagirtan re rahênana kaşvaniyê hate dayîn, lê bi giştî jî heta naha me 67 hezar şagirtan re perwerde û rahênana kaşûnê daye. Ez spasiya wan hemû kesan dikim ku di meşandina vê projeyê de xwedî ked in.

Herwaha Yek ji Rêveberên Perwerdeya Mîlî ya Parêzgehê û Koordînatorê Projeyê Erol Hanligîl jî ragehand, ev 5 sale rahênan berdewam dikin. Li dibistanan ew xwandekarên ku tên destnîşan kirin, bi destûra malbatên wan ve em tînin wan perwerde û rahênan dikin.

Herwaha diyar kir, îsal ji ber befir dereng ket, hejmara kesên ku hatin rahênan kirin kêmtir bû û got: Ev proje dikare ji bo saziyên din jî bibe nimûne. Li Rêveberiya Perwerdeyê bi derfetên xwe odeya kaşvaniyê hatiye ava kirin û nêzîkî 100 taxim û amûrên kaşvaniyê ve ji xizmeta şagirtan re hatiye pêşkeş kirin. Em bi derfetên parêzgeriyê û Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ve pêwîstiyên gehandinê yên zarokan, xwarin û vexwarinê bicîhtînin. Mamostayên me perwerdeya profesyoneliyê didin zarokên me. Hemû hûrgiliyan ji bo wan rawe dikin. Herwaha rahênerên me wan zarokên ku xwedî şiyan in diyar dikin û wan beşdarî tîmên kaşvaniyê yên li li bajar dikin. Ew zarokane bi navê Colemêrgê û heta bi navê tîma mîlî jî beşdarî pêşbirkan dibin. Em bi vê projeyê ve keşfa şiyanan jî dikin. Li gelek navendên kaşvaniyê befir tine, lê em li vê derê hîn kaşûnê dikin. Ango mercên me dest didin.

Ji aliyê din ve yek ji mamoste û rahênerên Navenda Perwerdeya Gel Ozal Aydemîr jî diyar kir, zarokên ku temenê wan di navbera 10 heta 15 salî ji bo kaşvaniyê perwerde dikin û derbarê kaşûnê de hemû hûrgiliyan ji bo wan rawe dikin û ji nêzîk ve bi wan şagirtan re eleqedar dibin.

KURDŞOP
774 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!