Kupaya Cîhanî ya CONIFA li Herêma Kurdistanê tê lidarxistin

Herêma Kurdistanê mafê mêvandariya Kupaya Cîhanî ya ji bo Herêman (CONIFA) ya sala 2004ê bi dest xist û Yekîtiya Futbola Kurdistanê jî dibêje, pêşbirk dê li qadên futbolê yên Herêma Kurdistanê bên lîstin.

Kurdshop – Herêma Kurdistanê mafê mêvandariya Kupaya Cîhanî ya ji bo Herêman (CONIFA) ya sala 2024ê bi dest xist û Yekîtiya Futbola Kurdistanê jî dibêje, pêşbirk dê li qadên futbolê yên Herêma Kurdistanê bên lîstin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand, Herêma Kurdistanê mêvandariya Kupa Cîhanî ya Herêman a FIFAyê (CONIFA) bi dest xistiye.

Li ser vê mijarê Berdevkê Komîteya Olimpîk a Kurdistanê Şawan Ezîz ji Fermangeha Medya û Zanyariyan re ragihand: Pêşbirk dê li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Zaxoyê were lidarxistin.

Şandeke nûneratiya CONIFA di meha Adara 2023an de ji bo agahdarbûna ji rewşa ewlehiyê û asta yarîgehên Herêma Kurdistanê, serdana Herêma Kurdistanê kiribû.

Berdevkê Yekitiya Futbolê ya Kurdistanê Celal Seîd ragihand, ev pêşbirk di nîva sala bê (2024) de destpê dike û dê 16 herêm beşdariyê bikin.

Ji bo mêvandariya vê pêşbirkê 8 herêman serlêdan kiribûn, lê di dawiyê de Herêma Kurdistanê mafê mêvandariya çapa çarem a Kupayê wergirt.

CONIFA rêxistineke cîhanî ya qazancnexwaz e, piştgiriya tîmên futbolê yên herêman dike, di Hezîran a 2013an de hat damezrandin û yekemîn pêşbirk di Hezîrana 2014an de li Swêdê bi beşdariya 12 herêman hat lidarxistin.

KURDŞOP
798 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!