Di pêşbirka Şampiyoniya Asya de werzişvanê kurd ê ji Kazakistanê bû şampiyon

Şampiyoniya Asya ya Guleşa Dest (Armwrestling) ji 29ê Nîsanê heta 4ê Gulanê li Dubayî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ango li Îmaretê hat lidarxistin.

Kurdshop – Di pêşbirka Şampiyoniya Asya ya Guleşa Dest (Armwrestling) de, ku li Dubayî hat lidarxistin de, ciwanê Kurd  cara 7emîn bû Şampiyon.

Şampiyoniya Asya ya Guleşa Dest (Armwrestling) ji 29ê Nîsanê heta 4ê Gulanê li Dubayî ya paytexta Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ango li Îmaretê hat lidarxistin.

Hat ragehandin di vê pêşbirk û Şampiyonîyê de ji 19 welatan werzişvan beşdar bûn.

Li gorî encamên pêşbirkê, werzişvanê Kurd ê ji Kazakistanê Ebdulmanaf Tuzuev hem di Guleşa Destê Rast û hem jî ya Destê Çep de bo cara 7an di giraniya heta 85 kg de bû Şampiyonê Asyayê. 

Heta naha werzişvanê kurd Ebdulmanaf Tuzuev 3 caran bûye Şampyonê Cîhanî jî.

Ebdulmanaf Tuzuev li herêma Almata ya Kazakistanê  ji dayik bûye û 24 salî ye.

Ebdulmenaf ji temenê xwe yê biçûkî heta naha bi Guleşa Dest re mijûl dibe û di asta herêm û navneteweyî de xwediyê çend sernav û destkeftan e:

Tuzuev heta naha di salên 2019, 2021 û 2022yê de 3 caran bûye Şampiyonê Cîhanê. Herwaha ji sala 2017ê heta sala 2023yê her sal li ser yek 7 caran bûye Şampiyonê Asyayê. Ji sala 2017ê heta sala 2023yê her sal li ser yek 7 caran bûye Şampiyonê Komara Kazakistanê. Werzişvanê serkeftî yê kurd di salên 2017 û 2021ê de 2 caran bûye Şampiyonê Kupaya vekirî yê Asyayê û ji sala 2017ê heta sala 2023yê 7 caran li ser yek jî bûye Şampiyonê bajarê Almata ya Kazakistanê.

KURDŞOP
759 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!