3 zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn şampiyonên Taekwondoyê

Du xwîşk û birayek ên   bi navên Nêrmîn, Nêvîn û Heval, di vê salê de heta niha cara duyemîne ku di qehremantiya Teykwandoyê de, li Austria pileya yekemîn bidest dixin û medalyayên zêr werdigrin. 

Şadî

Kurdshop – 3 zarokên kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Austria di Taekwondoyê de şampyontî bi dest xistin û bi vî rengî serkeftineke werzêşî li Diyasporayê, bi navê kurdên Rojavayê Kurdistanê tomar kirin.

Du xwîşk û birayek ên   bi navên Nêrmîn, Nêvîn û Heval, di vê salê de heta niha cara duyemîne ku di qehremantiya Taekwondoyê de, li Austria pileya yekemîn bidest dixin û medalyayên zêr werdigrin. 

Di qehremantiya Taekwondoyê ya nevnetewî ya Austriayê de, ku li gelemperiya Austria û çend welatên derdorê jî werşîzvan beşdar dibin, di nava wan de 3ê zarokên kurd pileyên yekem û herwaha medalyayên zêr bi dest xistin.

Bi wî awayî hersê zarokên ku bi piştevaniya dayîk û bavê xwe giheştine vê astê, serkeftineke werzêşî ya mezin bi navê kurdên Rojavayê Kurdistanê li diyasporayê tomar kirin.

Ev hersê zarokên kurd perwedeya xwe bi destê rahênerê bi navê Hozan Remedan ê Kurd yê li Rojavayê Kurdistanê dîtine. Hozan Remedan ku li wî walatî ango Austriayê navendeke Taekwondoyê vekiriye, bi xwe jî pileya yekem li ser asta navendên Taekwondoyê de bi dest xistiye, zarokê wî Cûdî jî di nav 3 mehên dawî de, beşdarî di sê pêşbirkan de kiriye.

Nêrmîn, Nêvîn û Heval bi liv û tevgerên xwe yên sivik û herwaha lêdanên xwe yên bi hêz ve encam werdigrin û bi wî rengî jî têne naskirin.

Hersê zarokên kurd ku navê bavê wan Ebdulqadir Yasîne, bi esil yên ji gundê Eleqosê ya herêma Aliyana ya Rojavayê Kurdistanê ne. Ev malbat sala 2015ê de penaber dibin û berê xwe didin welatê Austria.

KURDŞOP
801 Dîtin

Çend taybetmendiyeke avjeniyê

Çiyagerî û bilindahiya çiyayên Kurdistanê

Bandorên werzîşê li ser hiş, laş, tevgera civakî û perwerdehiya zarokan

Pisporên zarokan dibêjin, eger zarok bigihêje temenê bihîstinê û ne xwediyê şiyanên bedenî yên bihêz be, wek nimûne, nekare bi tenê    biçe ser kursîyekê rûnê û qelemê bigire, dê bandoreke mezin li ser temenê çûna wî ya dibistanê hebe.

Werzîşvanekî kurd di turnuvaya navnetewî ya Kickboksê de madalya zêr bidest xist

Werzişvanê Kurd di fînalê ya li hember wezişvanekî mazûvan de serkeftin bidestxist û bilî bidestxistina madalya zêr, wek werizişvanê herî xwedî teknîk ê wê Turnuvayê jî hat destnîşankirin.

Ajokarê otomobîlê yê Tîma Kurdistan Racingê di pêşbirka otomobîlanda serkeftinek giring bidest xist

Isaac Tutumlu bi otomobîla xwe ya taybet a ku nav û alaya Kurdistanê li ser e, di pêşbirka GT World Challengeyê de pileya sêyemîn bi dest xist.

Ciwanekî kurd ê xelkê Cizîrê bû şampiyonê Kick Boks ê Tirkiyê

Werzîşvanê kurd yê ji bajarê Cizîrê, bi 85 kîloyan tekoşîn kir û tevahiya dijberên xwe bin xist, bû şampiyonê Tirkiyê û mafê beşdarî kirina şampiyonaya Kîck Boks a Cîhanê bidest xist.

Melevanê Kurd ê Mihabadê rekoreke nû tomar kir

"Şaho Mihemedî" ku melevan e û di heman demê de "Sendroma Dawn" heye û ji Mihabadê ye di lîstikên paralympic  a Berlinê de bo sala 2023 li Almanya di nava tîma nîştimanî ya Îranê de beşdar bû, bi moral û hêzeke bê mînak, dest bi hevrikiyan kir, û gereke temam li beriya hevrikên xwe bû. 

Werzişvana Kurd a ji Dêrsimê bû şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê

Êrîvan Barut, di pêşbirka şampiyoniya Kick Boksê ya Cîhanê ya li Macarîstanê di navbera rojên 15-18ê Hezîranê birêve çû de, îro piştî hevrikê xwe yê Kazaxistanî piştî têkbir, derkete asta finalê ango qonaxa dawiyê û di fînalê de jî li hember hevrikê xwe yê Polonyayî bi serket û wek şampiyonê Kick Boksê yê Cîhanê bû xwedî kupa (kase)

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!