Pêwendiya di navbera dîlankirin û tendirustiyê de

Li gor lêkolîna pisporan, dîlankirin yek ji wan rêyên pêşîgirtin ji pîrbûna pêşwext e û wisa dike ku mirov bi gencî bimîne, îcar girîng nîne ew dîlana ku tê kirin profîşnalî ye yan ne, girîng ewa ye ku mirov rojane yan jî heftane ji bo demeke kurt dîlanê bike.

Rojan Sofîzade

 

Dîlan zimanekî cîhanî ye û wekî beşek ji hunerê tê pênasekirin; Di jiyana aloz a îroyîn de, ewa dîlan e ku dikare me bixe rewşekê ku em bedewiyê ji bîr nekin; Dîlan zimanê laş e û yek ji kevntirîn şêweyên hunerê ye; Dîlan hilgirê çîrokê ye û hilgirê peyama taybeta a xwe ye. Çar cureyên sereke yên dîlanê hene: Dîlana werzişî, dîlana kêfê, dîlana hunerî û dîlana vegotinê.

Dîlankirin mîna werzişê ye, hêsantir û mirov tamê jê dibîne û tenê stran û muzîka taybetî hewce dike. Bi vî awayî kêf û şahiyê dide mirovan, ruh dike bi balinde û di esmanan de digerîne.

Mirov di merasim û hilkeftan de dîlanê dikin da ku hestên xwe yên dilxweş nîşan bidin an ji bo xweşkirina demê, derbaskirina demê yan jî bo aramkirina derûnê xwe dîlanê dikin, yan jî piştî ku her serkeftinekê bi dest tînin hestên xwe yên kêfxweşiyê bi dîlankirinê nîşan didin.

Maradona yek ji wan lîstikvanê topa pê bû ku dîlana Arjantînî bire nav topa pê û piştî her serketinekê li meydana lîzê dest bi dîlanê dikir û kêfxweşiya xwe nîşan dida.

Dîlanên ku xwedî dîrok in ev in: “Dîlana Balê, Samba, Debke û dîlana Kurdî” ku “govend yan helperkê” dîlana kevnar a neteweya Kurd e. Leyla Bedirxan yekem keça Kurd bû ku kete nav rêzên dîlankerên cîhanî; Leyla yekem keça Kurd e ku li dîroka Kurdistanê û neteweya Kurd di warê dîlanê de derketiye holê.

Bandora dîlankirinê li ser laş û derûna mirovan

Tiştê ku niha di nav civakan de pir tê nîqaşkirin, pîrbûna pêşwext a kesan e, bi awayekî ku bûye diyardeyek û pisporan li ser vê mijarê gelek lêkolîn kirine û gihîştine çend encaman:

Li gor lêkolîna pisporan, dîlankirin yek ji wan rêyên pêşîgirtin ji pîrbûna pêşwext e û wisa dike ku mirov bi gencî bimîne, îcar girîng nîne ew dîlana ku tê kirin profîşnalî ye yan ne, girîng ewa ye ku mirov rojane yan jî heftane ji bo demeke kurt dîlanê bike.

Dîlankirin rêjeya zîrekayetî û temendirêjiyê zêde dike. Çalakiyên fizîkî ku di encama dîlankirinê de pêk tên, bandorek erênî li ser beşa mêjî dike ku hesta berpirsiyariyê zêde dike û dijî pîrbûnê ye.

Dîlankirin wekî rahênana werzişê bi sûd e, ji ber ku hemû beşên laş di nav hereketê de ne û dibe alîkar ku kêşa mirov bê daketin û çewrî bê şewitandin; Di heman demê de mêjî aram dike û pêş ji bîrkirinên xirab, xemokî û nigeraniyê digire.

Li gorî lêkolîneke nû yên pizîşkan derketiye ku, dîlan rêya herî baş e ji bo kêmkirina metirsiya nexweşiyên dil û paşxistina mirinê, bîranîna mêjî zêde dike, stresê kêm dike, pêşiya xemokiyê digire, dil diparêze, hevsengiya laş diparêze, tûrebûnê kontrol dike, hestiyan xurt dike û pêşî ji pûçbûna wan digire û  masûlkeyên laş jî bihêz dike.

Guhdarîkirina muzîka dîlanê û dîlankirin hormonên givaşê kêm dike; Di dema dîlankirinê de bêtir kalêrî jî tê şewitandin. Di kal û pîran de dîlankirin rê li ber hevsengiya laş digire û dibe sedama asûdeyî û tamake taybet a hunerî dide derûna mirov.

Ji ber ku piraniya masûlkeyên laş di dema dîlankirinê de dihejin, ew ji bo laş jî wekî şêwazek ji werzişê bi sûd e û yên ku wê yekê encam didin dibine xwedî laşeke rêk.

Dîlankirin li piraniya welatên cîhanê û li nexweşxaneyên ku ji bo lihemberderketin li dijî Koronayê hatine çêkirin bi astên cuda pêş ketiye; Li wan nexweşxaneyan wan nexweşan werdigirin ku nîşaneyên kêm ên Koronayê di wan de peyda bûye û ji aliyê pizîşk û peresdaran ve bi dîlan û hereketên xav ên werzişî bi mebesta “bilindkirina morala nexweşan û kêmkirina strêsê” pêşwaziya wan dikin ku wê yekê jî bandorek erênî li ser rewşa derûnî ya nexweşan hebûye û tendirustiya wan ber bi baştirbûnê ve biriye.

KURDŞOP
268 Dîtin
Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!